EHMEDÊ HUSEYNÎ : AXA AXÊ
Dengê min li min vedigere
Axîna min li min vedigere
Çîrok, li ser zimanê çîrokbêjan, mezin dibe
Bager, li ser devê rê, diweste..
Rûyê te mîna kavilan xemgîn e
Kenê te şkestî û êşeke kevnar di dil de
Bîranîna te li min vedigere
Xwîna te dengvedaneke sor e li min digere…
Xwîna te rengvedaneke kor e bi çavê min digire..
Giriyê te ji şevbuhêrkên bêrîkirinê vedigere
Neynikên axê li sînoran vedigerin
Baraan dibare ji ahenga ewran vedigere..
Dilê min jî, wekî çûkekî perşkestî
Li hêlîna kenê te yê westiyayî, vedigere..