Xelata HRRK`ê ya Afirandinê ya sala 2023

Di sala 2016ê de di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar

wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê

pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike .

Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê şeş salane bi sponserî û alîkariya

welatparêz û karsazên kurd berdewam dike.

Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo şêwekarê kurd

Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reşîd Sofî û

Mihemed Elî Şakir xelat wergirtin. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî

ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirtin. Di sala 2021ê de bi alîkarî

û sponseriya karsazê Kurd Ibrahîm Şakir Konê Reş û Salihê Heydo xelat wergirtin û di sala

2022ê jî bi sponseriya Doktor Ehmed Ebdo xelata HRRKê bû para Mizgîn Tahir û Berzo

Mehmûd.

Îsal jî di sala2023ê de, Komîteya Kargêr a HRRKê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du

kedkarên çand û hunera kurdî hêjayî vê xelatê dît. Du xebatkarên qada afirandin û

dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên hunera

resen û vedîtina kêlîkên wendayî yên bîrdank û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan

terxan kirine. Du şervanên peyv û stiranê, û du serkêşên gernameya hunera Kurmanciya

me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin

pêşkêşî me û nifşên nû bikin

Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA

AFIRANDINÊ) ya sala 2023ê; mûzîkjenê afirêner Mehmûd Berazî û hunermendê

behremend Sefqan Orkêş ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û

afirandinê ji wan re dixwaze .

Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane

pêşkêşî sponserê xelata sala 2023ê doktor Mihemed Elî Ebdê (Doktor Memo) dike daxwaza

serkeftin û jiyaneke xweş ji wî û malbata wî re dixwaze .

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

04.01.2024 – Qamişlo

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *