Helîm YÛSIV : Dewleta dijî burxul

Roja 25.12.2023‘yan rojeke sar bû. Li çaraliyên cîhanê xelk bi şahiya rojên Çristmas daketibûn. Ez jî wekî gelek kurdan, li pey nûçeyên wêrankirin û mirinê yên êrîşên balafirên şer yên dewleta Tirk bûm. Careke din herêmên rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê dabûn ber xwe. Jixwe berî du rojan li cihê elektirîkê û petrolê xistibûn. Wiha xuyabû yên van êrîşan pêkanîbûn dixwestin kurd vê zivistanê li ber sermê û di reşayiyê de derbas bikin. Min ew fêmkiribû û min di dilê xwe de digot: “Dijminayî bêminetî ye”. Lê ji ber ku hin êrîş bi şev û berbanga sibehê çêbibûn, min rewşa hevalbendên amerîkî yên ku cihê razana wan bi çend metreyan dûrî cihê êrîşan bûn, dikir. Gelo wê şevê xewa wan li wan neherimî be? Dev ji kuştî û birîndarên kurd berdin, jixwe ev merivin bê dewlet in, bê qîmet in. Mirovê bê dewlet jî mîna hespê nizm e, kî bixwaze dikare bê hesab lê siwar bibe û jiyan û mirina wî wekî hev e. Qanûnek, zagonek ku wî biparêze tune ye. Lê amerîkî, xwediyên xurtirîn dewletin li cîhanê, çawa wê şevê ji ber dengê gurmîn û teqînan razane, ez nizanim. Gelo wê li hember herimandina xewa xwe dewleta Tirk hişyar nekiribin?

Gava min dît vê carê roj li nîvro êrîşkirine, ev yek bi serê xwe bersiva pirsa min bû. Wiha xuya bû, amerîkiyan bi hevalbendên xwe yên Tirk re wisa lihevkirine, ku ew bi roj êrîş bikin û ne bi şev, da ku xewa wan careke din li wan neherime. Baş e, min ev jî fêmkir. Lê min fêm nekir çima li deverên mîna salona dawetan û cihê park kirina tirimpêlan xistine?

Min dest pê kir û li sedeman geriyam û min hewil da ez sedemên hilbijartina van deveran fêm bikim. Di vê nivîsê de, ez dixwazim encamên van hewildanên xwe bi we re parve bikim.

– Li Amûdê li salona Kerem xistin.

Ji ber ku ez ji Amûdê me, ez baş vê salonê nas dikim. Tiştê ez dizanim, ev salon a dawetan e. Hinekî heyirî mam û min ji xwe pirsî:

 – Gelo çêkirina dawetan û zewaca keç û xortên Amûdê çi zirarê dide ewlekariya Tirkiyê ya neteweyî?

Min di hişê xwe de bi sedên kes zewicandin û ew ji hev berdan, lê min nikaribû bersiva vê pirsê bibînim. Min got belkî reqsa kurdan û lîlelîlên jinên wan tirkan aciz dikin, ji ber vê yekê êrîş kirine.

Ya rast min hinekî heq da tirkan, ji ber ku dengên dawetên kurdan ew qasî bilind e, carinan mirov dixwaze ne tenê bi balafirên şer êrîşî wan bike, lê divabû tang û top jî pê re hebûna, da ku hinekî dengê dawetên xwe kêm bikin. Dû re min ji xwe re got, ji sedî sed hemû sûcê van hunermendên dawetan e, malnexeraban ku bi qirika megrefonê digrin, nema berdidin û heta ji wan tê dengê xwe bilind dikin û hewar hewara wan e.

Tirk jî, dibe xwestibin zû razên û hewar hewara van ciwamêran jî xew li wan herimandibe. Wiha xuyaye nema tehemul kirine û êrîşî salona dawetê kirine. Bi rastî eger mesele bi vî rengî be, ji bo parastina ewlekariya neteweyî ya dewleta Tirk, divê hemû salonên dawetan yên kurdan bên hilweşandin. Encex ev mesele bi vî awayî çareser bibe.

Dû re min dît li hin deverên din xistine û ew di nav agir û şewatê de hiştine:

– Li nexweşxaneyek û li navenda şûştina gurçikan xistine.

Dîsa vê pirsê, mîna kurmekî xwe di nav hişê min de birûanî :

– Gelo gurçikên kurdan bêne şûştin, wê çi bi serê dewleta Tirkan bê?

Min ji xwe re got, ji berê de gotine, siyaset behr e û dibe tiştin hebin, ez jê fêmnekim. Li vir peyveke kalikê min ê serxetî hat bîra min. Ew peyv ji bo hemû mêrxasên ku li dijî dewleta Tirk, yan  jî li gor gotina wî li dijî Roma reş serî hildabûn û şer kiribûn bikartanî. Ew peyv jî “gurçikhesinî” bû. Nizanim çawa ket bala min ku tirkan ev êrîş bi zanebûn bi ser wê deverê de anîne ya ku gurçikên kurdan dişo, paqij û xurt dike. Ji bo bi vê yekê rê li ber çêbûna kesên gurçikhesinî bigrin û kesên serhildêr û wêrek ji nav kurdan dernekevin. Da ku serê wan û ewlekariya dewleta wan di nav rehetî û aramiyê de bimîne. Ji ber vê min ev êrîş maqûl dît. Çimkî şûştina gurçikên jin û mêrên kurdan tê wateya têkçûna ewlekariya dewleta Tirkan. Dibe jî ku stratejiya dewleta Tirk ya serbazî û siyasî li ser bingeha rewşa gurçikên kurdan tê danîn.

– Li Kobaniyê li cihê parkkirina tirempêlan xistine.

Ev tê wê wateyê, eger kurd karibin bi rehetî tirimpêlên xwe, erebeyên xwe park bikin, wê  ev yek xetereyeke mezin li ser dewleta Tirk çêbike.

Bi vê pevgirêdanê jî qanih nebûm, lê kurd jî têra xwe ecêb in ha. Erdê kurdan li Binxetê hemû deşt e û li hember mala her kurdekî perçeyeke erd a têra parkkirina erebeya wî dike. Îca ev provakasyona veqetandina cihekî ji bo parkirina erebeyan ji bo çi ye, madem ew cih ji bo ewlekariya dewleta Tirk ya cîran tehdîd û gefxwarin e. Xwedê ji kurdan re jî razî be, ku rasterast behaneyan didin dest dijminên xwe û diçin erebeyên xwe li cem hev park dikin. Min ew jî fêmkir, lê yeka din ez heyirandim û ji ber ku têkiliya min bi nivîskariyê re heye, ez xemgîn kirim. Ew jî ev bû :

– Li Qamişlo li çapxana Sîmav xistine.

Di çapxanê de tev li xwediyê wê û du kesên din, keçeke ciwan bi navê Bêrîvan Zubêr jî hebû. Gelo xetera Bêrîvan li ser ewlekariya dewleta Tirk çi bû? Ji ber ku çapemenî û televîzyonên ereban hemû bi nûçeyên şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê mijûl bûn, min berê xwe da çapemeniya almanî.

“ZDF Heute” nûçeyeke bi vî awayî belavkiribû, “Daxuyaniya wezareta bervedêriyê ya Tirkiyê dibêje ku duwazdeh leşkerên Tirk li çiyayên bakurê Iraqê hatine kuştin, wan jî êrîşî hewayî birine ser 29 waregehên terorîstan ji xwe re li Sûriyê û Iraqê kirine armanc.”

Aha, min nû fêmkir. Naxwe li gor çapemeniya almanî ku xwe dispêre ya tirkî, yek ji wan 29 wargehên terorê ku balafirên şer ji xwe re kiribûn armanc Bêrîvan bû.

Îro 26.12.2023 ye, di van kêlîkan de ku li sedemên êrîşkirina deverên duh digerim, nûçegihana televizyona Ronahî ji gundê Girbawî yê nêzîkî Qamişlo diaxivî û digot :

– Li Girbawî li kargeha burxul xistine.

Îca, bi temamî mejiyê min sekinî û ez pê hisiyam ku li şûna mejî serê min tije burxul bû ye:

– Gelo kurd têr burxul bixwin, wê çi zirar bigihêje dewleta Tirkan?

– Gelo çi têkilî di navbera burxul û ewlekariya dewleta Tirk de heye?

Jêder:

diyarname.com

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *