HELBESTVAN ISSA XELLO : STÊRKA NEXŞEYA WELAT

Warê geşdar û, şêrîn

Xelkên te, bûn penaber

Dar û berên te, digrîn

Têne biřîn, seranser

Çiqasî kûre, birîn

Dil ma , bi kul û keser

Bend û sînor, pir danînin

Li me , dûrxistin veger

Êşa te pir, bi jane

Miletê te, xemgînin

Rehxwîna, niştîmane

Dixwazin, bixetmînin

Stêrka, nexşeya welat

Bihişta zemîn, Efrîn

Li hev banyabû, civat

Axa berbêr û, zengîn

Heyfa , bajarê çeleng

Ketî ye, nav bazara

Koma miletan, bê deng

Naxwazin, dînin çara

Neyarin, çav nebarin

Bê ol û bext û, wijdan

Vîn bişkînin, nikarin

Çiqas bihûnin, pîlan

Deşta çûmê, tim bihar

Kanî ya şeyê, bi miz

Çiyakê hawar, bi dar

Lê kombûn, çete û diz

Darên fêkî û, zêtûn

Her der, rez û bîstanin

Pala , çiyayê lêlûn

Havîngeh û, zozanin

Kela mêr û, dilêran

Li bin destan, dinale

Cihê piling û, şêran

Îro bê deng û, lale

Navenda, zanistî yê

Pêşketî, gund û bajar

Warê kêf û, şahî yê

Ji ahingan, ma bêpar

Xelkên Efrîn, dilvînin

Aram û, aştîxwazin

Çi zar xweş û, şêrînin

Serberz û, serfirazin

Mizgîn , li xelkê Efrîn

Nêzîk bû ye, rizgarî

Wê nemînin, giř û kîn

Ne sitem û, zordarî

Efrînê, vegerînin

Bo welat, reh û damar

Peykerê Kawa, bînin

Bi bîrbînin, hesinkar

Tola wê jî, hilînin

Ji qureyê, sitemkar

Tajîyên wî, derxînin

Şerme, bimînin serdar

———————————————–

Issa Xello bavê Siwar

Ji serêkaniya birîndar

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *