Pêşengê Helbesta Nûjen a Kurmancî

Helbestkar û nivîskar Qedrîcan ku weke pêşengê helbesta nûjen a Kurmancî jî tê zanîn, yek ji wan nivîskaran e ku binxet bûye. Qedrîcan li gel nivîskariyê di warê siyasî de jî ji bo welatê xwe ji serdestan xelas bike dikeve nav hewladanan. Axir ew jî weke gelek nivîskarên Kurd bi hesreta welatekî azad serî datîne.

Qedrîcan an jî Qedrî Can helbestvan û nivîskarekî Kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911’ê da hate cîhanê. Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek Qedrî dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ji ber bavê wî (ku bi kurtahî wek Cano tê naskirin) qedr dida xwendinê û kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da (matematîk). Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind Cano kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê.

Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist lîsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bûn; mirin yan jî rev. Qedrîcan ji dewleta Tirk, bi riya Antakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî. Bavê xwe Cano, ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît.

Gulasor bêhn da dor

Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê Kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a Kurdî (helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya Kurdî ya Kurmancî dinîvisand. Yek ji helbestên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê hozanê gelê Kurd Ciwan Haco hat bestekirin. Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû jî. Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên Kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê.

Di kovar û rojnameyan de dinivîse

Dema ku mirov li rûpelên rojname yan kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû binêre, xebatên Qedrîcan tên dîtin. Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir. Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: “Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan.”

Bi bêrîkirina welat çû

Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îqna bike. Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre. Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih nehatiye. Qedrîcan di sala 1972’an de jiyana xwe ji dest dide.

Va ye nimûneyek ji wan helbestên Qedrîcan ya helbesta modern a Kurmancî. Wî ev helbesta bi navê “Begê Axir” di sala 1942’an de li Şamê nivîsandiye. Ji ber helbest pirr dirêje, em tenê beşek jê parve dikin.

Begê axir

Dostê min..

Dijminê postê min..

Begê axir zeman…

Ew zenbîla tu pê hat , Nema datê ji ezman.

Benê wê riziya

Li nava rê qetiya , Ew ket..

Ket nava derya sor , Derya sor jê ra bû gor , Derya sor

Ji Fer`ewn û çend xwedê biçûk ra

Bû kefen…

* * *

Meznatî , Ne bi pare û mal e…

Ne bi gorina kal e…

Meznatî , Bi cewherê insan e !

Bi `ilm û `irfan e !

Belê… em xizanê  mal in , Lê zengînê kemal in…

Zengînê îdeal in…

Dostê min

Dijminê postê min,  Begê axir zeman

Ew zenbîla tu pê hatî , Ne ma datê ji ezman

* * *

Bablîska bîstan , Dîroka rastan , Dibêje:

Bibêje…

Guh mede efsaneyên dêwan

Bi şûnda ne mîne ji karwan

Karwanê medeniyet,

Gurûhê beşeriyet….

Xulase;

Pêşî û paşiya felsefe..

Felsefeya me

Ev e:

Dîn.. mezheb.. îman..

Bibe însan ! bibe însan !

Dostê min

Dijminê postê min, Begê axir zeman

Ew zenbîla tu pê hatî , Ne ma datê ji ezman

Jêder:

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *