JOSEPH BRODSKY DÎLOKEKE(ŞÎNÎNAMEYEKE) MEZIN BO JOHN DONNE

Wergerandina Ehmedê Huseynî

John Donne serê xwe daniye,

li dorhêla wî hemî tiştan serên xwe danîne,

dîwaran, erdê, çerçefan, wêneyan,

masê, berran, xilqên dergehan, çengelê cilan,

nemliyê, mûman û perdeyan

tev mirin, şûşe, perdax, zerik, nan, kêra nên,

qir û qafên ferfûrî, kirîstal, lalî.

çira razanê, çekşo, cam, katjimêr

pileyên mêrdewanê, hemû dergeh…Şev li her cihî ye,

Li her cihî şev e, li koşeyan, di çavan de, di cilûbergan de,

di nav belgan de, li ser maseya nivîsandinê, di peyivîna rewanbêj de,

di pêjeyên peyivînê de, di êzingan de,

di maşika komirê de, di komira sopeya vemirtî de, di hemî tiştan de

Di paltoyan de, di pêlavan de, di goreyan de, di sîberan de,

li paş neynikan, di nav livînan de, li paş rûniştekan,

û careke dî di zerikan de, di xaçan de, di çerçefan de.

di bermalkên li ber dergeh de,di tiragan de, hemî tişt mirin.

Hemî tişt mirin, pencere, berfa li ser pencerê,

Banên hevmil bi nişîvên sipî, gupîtkên wan mîna çerçefa xwarinê ne,

Hemî xelkên taxê mirin, çarçewên şikestî yên pencereyan mirîne.

Pirên kevanî, dîwar, pencere,hemû mirin.

Kolan, rehên dolabên textînî, şîşên hesinî, û guldank,

ne ronahiyek diçuruse, ne jî zîqezîqa dolaban, sûr,

neqiş, zencîr, sing,

Dergeh mirine, gustîlk, dest

xilq, zeqate, kilît û destik,

ne kurtepist û ne xuşexuş û ne jî teqiteq tên bihîstin,

ji bilî qirçeqirça qeşê tu tişt nîn e, giş mirine û berbang dûr e

Girtîxaneyan, kelehan serê xwe danîn…herwisa

hemî alavên firoşgeha masiyan jî serê xwe danîn

Termên berazan serê xwe danîn, xaniyan, pişta xaniyan û

segên bejî serên xwe danîn.

di veşartgehan de pisîkan bi guhine hestdar

serên xwe danîn.

Mişk mirin,xelk, London jî.

Li bendergehê kelekeke bayî serê xwe daniye, ,av û

berfa ko di zikê xwe de dinale ber bi dûr ve radikişe

li tevlî esmanê mirî dibe.

John Donne mir, derya jî pê re mir,

Perava kedanî serê xwe danî, li ber keviya deryayê

hemî doravan bi mirinê himbêzkirî serê xwe danîn.

û her bexçeyek bi sê xilqan dihat asêkirin,

DERDARê ŞERBînê,narewanê, kajê serên xwe danîn,

nişîvên çiya, rûbarên li ser nişîvan,

tengerên çiya serên xwe danîn,

herweha roviyan, guran û hirçan li ser nivînan serên xwe danîn,

lê wê gavê ziryana berfê devê

kunan digirt

Balende mirin, fîxan û çîveçîv rawestiyan,

Qixeqixa qiralkan nema tê bihîstin, û kenê kund jî,

asoya Ingilîzî bêdeng e, stêrkek çirusî, lê

mişk çû kiniştê da ko xwe ji gunehên xwe bişo.

Hemî tiştan serê xwe danîn, di gorên xwe de hemî

miriyan serê xwe danîn; bi hêminî.

û li ser textan zindiyan di derya gumlekên xwe de serî danîn,

yeka keka, di xewê de binavbûyî

bi tirs serê xwe danîn.

Hemî tişt mirin, çem, çiya, daristan,

dirinde, balinde, cîhana bêcan û zindî,

Ji bilî berfa ko ji nav pencên şevê dibare nîn e;

berfa ko dê li ser seriyan serê xwe deyne.

Firişteyan, pakpeyayan serên xwe danîn û

ev cîhana mişt metirsî di nav destê şerma pîrozmend de hiştin.

Dojeh û behişta ronak jî serên xwe danîn,

Di wek vê kêlîkê de tu kes nîn e ko anuha li mala xwe

serê xwe danayine.

Yezdan jî serê xwe danî, anuha zemîn biyan e

çav nabînin, guh nabihîzin,

Şeytan jî serê xwe danî û ligel wî zikreşiyê

serê xwe danî ser berfa bexçeyên Ingiltirayê.

Swaran serên xwe danîn, firişteyê û qeyameta xwe jî,

hespan serên xwe danîn di xewê de dibezin,

û hetanî refên periyan ên ko hevdû himbêzkirine,

li jêr quba kinişta Bolis serên xwe danîn.

John Donne serê xwe danî, çameyan, wêneyan,

beşavendan jî ligel, çi xurt û çi lawaz wida bûn.

.Lêbelê çêr û sixêf, bêrîkirin, gunehkarî ,hemiyan,

di hundurê tîpên bêjeyên xwe de serî danîn.

Her çameyek ji bo ya dî wek xuşkekê bû,

Di gel ko di navbera xwe de kurtepistê dikin jî,

lê her yek piçekî diheje, ji dergehên esman dûr in, hejar in,

tîr in, zelal in, bi hevgirtinê dagitîne.

bi kûrbûn xêz serên xwe datînin, û (yambo)jî bi xurtî dinepixe,

û (tirakîyan) serên xwe li ser herdû aliyan wek pasvanan şipya danîn,

û di wan de xewnên jibîrkirinê serên xwe danîn.

û li paş wan tiştekî dîtir bi kûrbûn serêê xwe danî…payedarî ye.

Hemî derdan û renckêşanan serên xwe danîn,

çêran serê xwe danî, çakî û ziyanê hevdû himbêzkirin

Pêximberan serên xwe danîn,

û sûlava berfê li pangavek reş î piçûk

di firehiya cih de digere.

Hemiyan serî danîn, û

xirecira pirtûkan jî serî danî,

rûbarên ji gotinê yên ko bi berfa jibîrkirinê hatine nixumandin

serên xwe danîn,

hemî zimanan û hemî rastiyên ko

di xwe de dihêwirînin serî danîn,

zencîrên ko wan bi hevdû ve girêdidin serî danîn û

hêdî hêdî xelekên wan sist dibin.

hemiyan di pêşbirka kûr de;çakpeyayan û şeytan û yezdan

serên xwe danîn.

Hemî zebeniyên dojehê, Hewariyan,

zarokên wan, ji bilî berfa ko bi ser

tariya kolanê de dibare tu pêjin ji vî gerdûnê berfireh nayê

bihîstin.

û çi jî…!ma deng tê te..

li wir, di taristana sar de mirovek digirî, bi tirs kurtepistê dike

li wir kesek heye li ber dilovaniya perçebûna xwe maye,

digirî… li wir di taristanê de yek heye.

Dengekî zirav, zirav wek derziyê

bê ta, bi tenha xwe di bin berfê de maye, li hercihî seqem e.

wek deziyê ye, derziya ko şiya ji serê şevê ta berbangê bidirû…û

di çeşnê vê bilindahiyê de..!

“Ew kî ye li wir kûrekûrê dike?

Ev tu yî ey periya min, tu li hêviya vegerê yî, di bin berfê de,

wek havîna ko çavlirêmana vegera evîna min dike?

Ma di tariya şevê de tu yê biçî malê?..bersiv nîn e..

“Ma gelo ev hûn in ey firişteyên min?Vê stiranbêjiya komeleyî

ya xemgîn komika jinên dîlokbêj anî bîra min,

Hûn ey mirîno ma we biryar daye

ko hûn êdî ji nişkêve dê ji kinişta min derkevin, ma ew hûn in?Ma ew

hûn in?…Bêdengî .

“Polis ma ev tû yî?Diyare ko ji ber peyivîna serhişk dengê te qalid bûye,

ma ewê ko serê xwe yî sipî di taristana zîz de, li wir , bi giryan

xistiye ber xwe de tu yî ?”..Ji bilî dengvedana bêdengiyê tu tişt nîn e.

“Ma gelo ev e destê ko dîdarî veşartiye..Destê mîna çiraxekê ko li wir

hemî cihan ronî dike?Ev tu yî ey berêz?Renge ramanên min dirindane bin

lê kûrekûra giryanê bilindtir dibe” bêdengî…aramî.

.”Ma ev tu yî yê ko li Bûqê xistiye ey Cibrîl…Ma gelo yê ko li wir bi bilindahî bireyê dê kî be?

Ma gelo min bi tenê çavên xwe vekirine di wê wexta ko xweşmêran hespên xwe amade dikirin.

Di bin lepa taristana hêzdar de ,tevan, bi kûrbûn serên xwe danîne,

û gerok nêzîkahiyê li xirecira şevê dikin, ev tu yî ey Cibrîl,wisa ligel Bûqa xwe bi tenha serê xwe di vê tarîtiyê de di çelê zivistanê de ,digirî”.

“Na..ev ez im,John Donne, ez giyanê te me, li bilindahiya esmanan şîniyekê li dar dixînim çinkî min bi dahênana xwe raman û hestên giran wek merbendê, afirandine.

û tu, bi vî barê giran tu şiyayî di nav renckêşan û gunehan de bifirî..

Na herê tu bi jortir de firiyayî

tu balendeyek bûyî lewra te gelê xwe didît,

li ser hemî waran û li ser hemî banan xwe li ba dikir.

te hemî derya dîtin, hemî dûrewar,

te ziq li dojeha hinavên xwe temaşe dikir, te dojeh di şiyariyê de dîtibû

wek ko çawan te bi zelalî behişt dîtiye, wek ko èawan di zortirîn çarçewên şîniyê de,

Te hebûn wek dorava xwe didît, te li vê oqyanosa bêmînak temaşe dikir,

her çar rex bi taristanê nixumandîne…tarî û giryan e

te bera dû Yezdan bi xwe dabû û tu bi şûn de vegeryayî.

Lê ev barê giran astengan ji bo xwe libakirina te durut dikin,

ko ev cîhan sed burc û rûbarên wek werîsan e, ko mirov li jêr temaş bike

hetanî roja qiyametê jî ne ewqasî bi metirsî dixyye…!

û ji welatê ko seqa lê nayê guhertin

her tişt wek xewneke pûç dixuye ji wir Xwedan wek çirîskek ronahiya ko ji pencereya mala dawîn a ko di mija şevê de xeniqiye, tê, dixuye.

li wir bexçe raxistîne ko yekcar halet nehingivîne wan…

ne hema ji çend salan ve lê ji sedsalan ve, li wir ji bilî daristanan nîn in ko mîna sûrên xwaromaro rawestyayîne,

û li ser gîhayên bilind ji bilî baranê semageriyê nake.

û li wir, hespê zirav ê êzingvan , sergerdan e,di nav teraşên de dibeze,ji nişkê ve yê êzingvan, piştî ko hildiperike dara kajê agir di rûbar de dibîne, li wir li dûr.

her tişt…Her tişt dûr e, li vir jî navçe nenas in

û awira rewan hildiperike banên dûr,

livir ronahiyeke dijwar heye,

li vir mirov reyandina segan nabihîse,

na û ne jî zingîna zengilan dibihîse.

Lê wê bizanibe ko her tişt dûr e

û bilez dê hespê xwe ber bi daristanê ve bilezîne

û li vir

û li vir, reşme, Erebana qeşê, şev, ew bi xwe jî,

û hespê hejar dê bibin xewnek ji xewnên Incîlê.

û wisa va ez digirîm, digirîm…

rêçek nîn e, qedera min e ko ez li keviran vegerim,

çinkî vegera wek balendeyekî li minqedexekirine, qedera min e ko ez tenê mirî vegerim wir.

Erê…Erê , bitenha, piştî jibîrkirina te

ey cîhana min a li ser erdê, a hêwî û jibîrbûyî, da ko jibermayên arezûyan bi êşdarî avjeniyê di te de bikin, da ko di wexta avjeniyê de bi xatirxwestinê re dilovan be.

Guhdar be…Wexta ko min bi giriyê xwe aramiya te tevlîhev dikir

berfeke zelal di taristana zîz de dibariya kûrekûr

ber bi dilovaniya jihevcihêbûna min û te ve radida

lê derzî bi bizaveke jîr bi pêş de û bi paş de difire.

Ne ez… lê tu yî ey John Donne, tu kûrekûrê dikî, tu yî bi tenha xwe serî datînî, û lalî jî di nemliyê de serên xwe datînin,

madam berf bi ser xaniyê mirî de dibare,

madam berf ji wir bi ser taristanê de dibare.

Wek balendeyê ko di hêlîna xwe de dihêwire,

ko xwedî rêçên zelal e, ş xewnên jiyanek birûmet e, ko hetaheta

bi stêrkên li paş ewran veşartî bawer e,

wek balendeyekî, giyanekî pak,

digel ko rêçên zemînî miş gunehkarî ne jî

ji hêlînên qijalkan ên li ser xaniyên reşêlkeyên xwelîrengî yên vikîvala sadetir e.

Ewê di çeşnê balende de, sibehan şiyar dibe,

anuha di bin cawê sipî de serî datîne,

madam berf û xewn qonaxa di navbera giyan û laşê wî yê mirî de dirêsin.

Hemî tiştan serî danîn, lê belê du-sê

helbest bendewariya bidawîanînê dikin;

bi tinazî, bi devên xwe yên bêdiran,

evîna laşî wek erka dengbêjê ye

lê evîna giyanî wek sifra keşe ye.

Kevirê êş yê bi dîwarên ji avê

di her carê de dê heman tovan bihêre

eger hinekan hevpariya jiyanê bi me re kir..Dê kî

hevpariya mirinê bi me re bike?

çarî biqul e, yê ko bixwaze wê ber bi

hemî dawiyan de radikişîne,

diçe, carake dî dizîvire,careke dî radikişîne.

ji bilî quba esman nîn e ko carina di

taristana zîz de ristina derziyê distîne.

De serê xwe deyne..De serê xwe deyne ey John Donne..serê xwe deyn û

ji xwe bawer neke,

palto biqul e…biqul e, li wir

li ser çengel daliqandî ye

lê temaşe bik…! û di nav ewran re li stêrka xwe

ya ko di wan hemî salan de pasvaniya cîhana te dikir biger.

_________________________________________________________________________

Joseph Brodsky :Di sala 1940 î de li Lenîngrad ji dayik bûye. Sala 1972 an ji kevnesovyêtê hatibû bidûrxistin.. Anuha li Emerîkayê dijî. Sala 1987 an xelata Nobel a edebiyatê wergirtiye. Bi zimanê rûsî û ingilîzî dinivîsîne, û gelek pirtûkên wî bi wan herdû zimanan hatine weşandin û wergerandin.

John Donne (1572-1631): Helbestvanekî inglîzî pir bi nav û deng e, gelek helbestên dirêj wek “Rêça Giyan ” û ” Şirovekirina Cîhanê ” nivîsandine. Damezirênerê dibistana metafîzîkî di helbesta ingikîzî de ye.

Yambo û Terakî: Du ritmên helbestî

KOVARA DUGIR1. HIZÊRAN1995.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *