Rewşenbîrên  Ereb û kurd

Helîm YÛSIV

Di vê nivîsê de ez ê nekevim hûrgiliyên helwesta rewşenbîriya erebî li hember kurdan û doza welatê wan. Pêdiviya zelalkirina vê mijarê bi lêkolînên berfireh heye. Her wiha ez ê xwe nespêrim gelemşeyên qada siyasî û helwestên kesên nîv siyasetmedar û nîv rewşenbîr. Ez ê tenê behsa helwestên çend navên sereke di çand û wêjeya erebî de bikim, ku ew rewşa tevahiya rewşenbîriya erebî li ber çavan radixîne.

Hevbeşiya helwestên kolonyal yên ereb û tirkan

Çawa hinek “dîroknas” û lêkolînerên tirk hewildan ku hebûna kurdan tenê mîna dengê lingên “tirkên çiyê” gava pêl li berfê dikin destnîşan bikin û gotin peyva kurd ji “kurt kurt”a lingên wan hatiye, wisa jî hin dîroknasên ereb, hewildan kurdan wekî beşek ji êl û qebîleyên ereb destnîşan bikin. Bi vî awayî siyaseta kolonyal û bi alîkariya peymanên xedrê û lihevhatinên dîrokî yên bêbext, kurd û welatê wan Kurdistan derxistin derveyî dîrokê. Bi xêra berxwedana kurdan, carinan neçar dimînin gavan bi paş ve biavêjin. Gava neçar dimînin bêjin kurd hene, yekser vê lê zêde dikin; lê welatek bi navê Kurdistan tune ye û gava neçar dimînin bêjin zimanê kurdî heye, yekser vê lê zêde dikin; lê ew ne zimanê medeniyetê û nivîsê ye û nabe ku bibe zimanê perwerdehiyê.

Gotara rewşenbîrî ya erebî jî heta radeyeke mezin xwe dispêre vê helwesta kolonyal ya siyasetê û ji bin siya wê dernakeve.

Edward Said, Mahmoud Darwish û Mohammad Al Maghout

Edward Said piştgiriya hemû miletên bindest dikir û dengê xwe li hember zilma li ser civakên di bin zordariyê de herdem bilind dikir. Ji Filistînê hetanî bi Bosnayê û Çeçnistanê hetanî bi Nîkaraguayê deng derxist, lê li hemberî tevkujiyên Enfalan, gorên komî û hetanî bi tevkujiya Helebçeyê deng jê nehat. Ne tenê wiha, lêbelê di dema ku her kesî ev tevkujî li seranserê cîhanê şermezar dikirin, Edward Said bersiva nivîskarê iraqî Kanan Makiya yê ku ev agahî belav dikirin dida û ew wekî belavkerê agahiyên xapînok û derew bi nav dikir.

Edward Said ji bo piştgiriya zarokên Filistînê kevir bi wan re avêtin, lê agahiyên li ser kuştina zarokên Kurdistanê wekî agahiyên derew bi nav dikir û bawer nedikir ku zarokên kurdan bi gaza kîmweyî ya rêjîmeke ereb têne xeniqandin.

Mahmoud Darwish û ji ber hevaltiya wî ya bi Selîm Berekat re gelek caran helbest li ser kurd û Kurdistanê nîvisandin, lê dema berhemên xwe yên giştî çapkirin, ew helbest hemû û bi taybetî helbesta xwe ya Kurdistan, ji nav berhemên giştî derxistin û berhemên wî bêyî wan helbestan hatin weşandin. Tenê li wan helbestan xwedî derdiket yên ku li ser hevalekî wî yê kurd in, yê hem xizmeta zimanê wî û hem jî xizmeta doza wî ya Filistînê dike. Di vê çarçovê de, berî koçkirina Mahmoud Darwish bi demeke kin, li Berlînê di lihevrasthatineke kurt de ji min re got: “Hûn cemaeta Selîm Berekat in, ez ji we hez dikim”. Wisa xuya bû ku helwesta Mahmoud Darwish li hember doza Kurdistanê ne li ser bingeha bîr û baweriyê hatibû sazkirin û ji helwesteke wijdanî bêhtir encamek ji encamên hezkirina wî ji dostekî wî yê şexsî re bû.

Ji hêla din ve jî Mohammad Al Maghout êrîş dibirin ser Selîm Berekat û rexneya wî ew bû ku Selîm Berekat ji erebekî bêhtir kurd e.

Selîm Berekat bi erebî dinîvisîne û pesnê zimanê erebî dide û wî wekî welatê xwe bi nav dike û dibêje zimanê erebî mala wî û welatê wî ye, wisa jî xizmeta çanda ereban û doza wan ya siyasî dike û bi taybetî doza Filistînê, ku rasterast tev li rêxistinên Filistîniyan bû û pesnê serokê wan Yaser Erefat dida. Ev hemû ji bo Mohammad Al Maghout ne bes bûn, ku ji Selîm Berekat razî be û jê dixwest ku ew ji sedî sed wekî erebekî tevbigere.

Cihê matmayînê ew e ku piraniya nivîsên Al Maghout li dijî ereban û erebbûnê ne, lê gava li kurdekî rast tê, jê dixwaze ku ji sedî sed bibe ereb, yan na wê cihê rexnekirin û nerazîbûnê be.

Zakaria Tamer û Kurdistan

Rojnamegerê kurd Xalid Silêman di gotareke xwe de behsa lihevrasthatinekê dike ku di navbera rojnamegerê başûrî Ferîd Zamdar û Zakaria Tamer de li Şamê çêbûye. Gava Zamdar xwe pê dide naskirin û Zakaria Tamer navê Kurdistanê dibihîze, yekser dibêje: “Kurdistan çi ye? Hûn hemû iraqî ne û wekî her welatiyekî ereb hûn jî welatiyên iraqî ne. Ev karê hûn dikin ajantî ye, hûn ajanên kolonyalîstan in.”

Zakaria Tamer dewam dike:

“Xwe nedin beramberî Filistîniyan, ne xaka we heye û ne jî tu welatê we yê dagîrkirî wekî Filistîniyan heye. Her weha heqê rejîma iraqî hebû ku bi çekên kîmyewî li Helebçe xist, ji ber ku we li hember wê rêjîmê çek hildabûn.”

Zakaria Tamer wekî navên berî wî ku min di vê kurteşîroveyê de behsa wan kiriye, navên sereke ne di çand û wêjeya erebî ya serdema me de. Li kêleka van helwestên zelal diyardeyeke din jî heye ku hin rewşenbîrên ereb wan helwestên xwe yên neyênî veşartî dihêlin. Ev jî bi alîkariya hin kurdên erebînivîs dibe. Rewşenbîrekî ereb yekî ji van kurdên mejîereb wekî hevalê xwe yê (kurd) ê mezin destnîşan dike û di riya van kesan re xwe wekî “dostên kurdan” didin nîşandan. Gava behsa kurdan jî dibe, çareseriyê di hin klîşe û peyvên xumxumî mîna “mafê hemwelatîbûnê“ de, dibînin.

Bi vî awayî di derbarê kurd û Kurdistanê de, qada rewşenbîriya erebî bi hemû berfirehiya xwe, mîna beyabanên erebî, ji helwesteke rewşenbîrî resen û kesk, xalî û vikîvala xuya dike.

https://diyarname.com
Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *