Memoranduma Komîteya Peymana Lozanê û Tora Ciwanên Kurd ji bo:

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Serok û Komîsyona Derve ya Yekîtiya Ewropayê û, Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Federasyona Rûsyayê, Çîn, Almanya Federal.

Silav û rêz:                                                                                                                 

Hejmara gelê kurd îro ji şêst milyonî derbas bûye (statîstîkên texmînkirî), û ew neteweya herî mezin e li cîhanê ku ji mafê çarenivîsê bêpar e ji dema Peymana Lozanê (24/07/1923), ku biryarên (62-63- 64) yên Peymana Sévrê (10-08-1920) betalkir û bû sedema dabeşkirina Kurdistanê bo pênc parçeyan û pêvekirina wan bi herêmên bin bandora Îngilîzî û Frensî, ji bilî Îran, Azerbaycanê û dewleta nû avabûyî Tirkiye. Hikûmetên van welatan heta niha hebûna gelê Kurd înkar kirine, bi awayên curbecur mîna faşîzma civakî, çandî û sazî bi wan re rûbirû mane, ziman û nasnameya wan krîmînalîze kirine, bi rêya genocide, jicîhûwarkirina bi zorê, paşguhkirina jêrxane û talankirina serweta wê û paşde hiştina wê di warê çandî û aborî de xwestine demografiya parçeyên Kurdistanê biguherînin. Vê yekê ligel berdewamiya çewsandin û tesfiyekirina tekoşserên kurd, Kurdistana perçekirî di rewşeke jêrî koloniyê de heya niha hiştiye û hemû peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan û gelan binpê dike û pêwîstî bi pêdekirina çareseriyeke navneteweyî ji bo doza Kurd heye. Em jibîr nekin ku, welatên garantor ên peymana Lozanê (bi taybetî Brîtanya û Fransa), di ber parçekirina Kurdistanê û bêparkirina gelê kurd ji avakirina dewleta xwe ya serbixwe de,  ji tawan û çewsandina ku li ser gelê kurd hatiye kirin û hê jî hene berpirs in. Divê ew xeletiyên xwe yên dîrokî rast bikin û nehêlin Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran di tawanên xwe yên li dijî gelê kurd de berdewam bin.

Bi helkeftina Sedsaliya Peymana Lozanê em dixwazin ku:

1-Welatên ku Peymana Navdewletî ya Sévrê (1920) îmze kirine û pêkanîna biryara mafê çarenûsî ya gelê Kurd û avakirina dewleta xwe ya serbixwe dane ser şanê xwe, pabendî biryar û sozên xwe bin û wan xwedî derkevin.

2-Welatên ku peymana Lozanê ya sala 1923-an îmze kirine (bi taybetî UK, Fransa û Îtalya…) ku cîbicîkirina bendên wê yên ji bo parastina mafên hindikahiyên etnîkî û olî (beşa sêyem a peymanê) di çerçoveya dewleta tirk de garantî dikin, erkên xwe hilgirin ser milên xwe.

3- Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pabendî peymana xwe û sozên xwe yên di benda 1 (2) û (bendên 73 û 74) yên beşa 9. de, be, ku zêdetirî 60 milyon kurd wek yek netewe nas bike û pirsgirêka kurd wek pirsgirêkek navneteweyî binirxîne, ne tenê meseleyeke navxweyî ya welatên ku Kurdistanê parve dikin. Her wiha em bang li Foruma Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser kêşeyên gelên xwecî û Yekîtiya Ewropayê dikin ku desteyek navneteweyî ya taybet ji bo lêkolînkirina şert û mercên herêmên cuda yên Kurdistanê, ji bo naskirina daxwazên gelê kurd li wir û pêdakirina çareseriyên demokratîk û aştiyane ji bo mafê çarenivîsa neteweyî û hebûna nûnertiya xwe di saziyên navneteweyî de.

4-Dadgehên navneteweyî, hesab ji dewletên parçebûyî yên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Azerbaycanê) û her wiha Îngilîstan û Fransa, ji ber sûcên ku ji Şerê Cîhanê yê Yekem heta niha li dijî gelê Kurd pêk anîne, bipirsin.

5- Rêxistina Netewên Yekgirtî nehêle ku Tirkiye herêmên ji bal wê ve  li Kurdistana Sûriyê û Iraqê dagirkirî, (bi behaneya Peymana Milî) berfireh bike, û li şûna wê yekê Terkiye mecbûr bike li ser sozên dewlet û parlementoya xwe yên 1923 ku dan kurdan û dewletên xwedî yên Lozanê, ku Tirkiye dewleteke hevpar a di navbera gelên kurd û tirk de ye û erkdar e ku di navbera wan de wekheviya maf û erkan pêk bîne,

6- Netewên Yekgirtî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li her du herêmên Kurdistana Sûriyê û Iraqê sûcdar bike. Jibo ku Tirkiye dagîrkirina xwe ya wan navçeyên bi dawî bike, û ji ber guhertina demografîk, tawan û binpêkirinên rojane yên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî Kurdan berpirsyar bibîne, daxwaza me ku UN çavdêrên navneteweyî û hêzên aştîparêz di navbera Tirkiye û Kurdistana Sûriyê û Iraqê de deyne.

Ligel spasdarî û rêzdariya me

Komîteya Peymana Lozanê (KPL) / Tora Ciwanên Kurd

21-07-2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *