Diyala Elî :”Nifir û Du’a”

Pirî caran, çi di malbatê de be çi jî di nav komek kes ango di civatekê de be, hevokên ku bi nifir û du’ayan ve girêdayî ji hêla dayîk, temenmezin û xitiyaran ve rastgo mirov dibihîze û di cih de hişî dilivînin û cihekî xwe yê taybet bêhtirî xwe neyînî ye li cem wan kesan çêdikin.

Kî ji me rojekê ji rojan dayîka wî nifir lê nekirine, bi sedemên curbecur? Kî ji qehra hinavê xwe nifir li mirovê beramber an yê ne hazir bi mebesta ku zirar bigihêje wî/ê nekirine?

Wisa mirovê kurd yê resen bi vê beşa zargotinê ya herî xurt û balkêş tê nasîn ku di edebîyet û wêjeyên derdorê de ne gelekî berbiçav û belav in.

Nifir di hin zimanan de mîna “Beddua” cih girtiye, peyvek e hûnandî ye ji “bed” a Farisî ya bi wateya ‘xirab’ û “du’a” ya Erebî bi wateya niyaza ji xwedê hatiye çêkirin. Yanî bi hev re tê wateya ji xwedê niyazkirina xirabiyê ku were serê kesekî yan jî hin kesan.

Wekû tê zanîn Nifir û Du’a di wêjeya kurdî de û bi taybet di zimanê gelêrî de xwedan rol û hêzek e pir mezin in mîna biwêj û gotinên pêşiyan zimanê civakî têr û rûniştî dikin.

Nifir û Du’a du hêmanên têkildarî hev in û pirî caran dibin hêmanek ji ber ku helwesta bikaranîna wan ji heman jêderê ye.

 Gava ku mirov bi hêrs, acizî, heyecan û li ber talanê be rast û rê nifir û du’ayên tund dike wekû dema yek ji yekî din re bibêje: Mala te xirab bibe! Ango “Êşa zirav bi te bikeve” an “Xwedê te kor bike” ….hwd.

Di civat û komcivînên kurdan de tê dîtin ku yê nifiran dike bêhtirî xwe dayîk û jin in, ev yek jî dihêle ku mirov bigihêje wê rastiyê dema jin pir ji mijarekê aciz bibe wê yan jî wan hestên xwe yên neyînî bi riya kilamek e wisa derbirîn dike, çeka wan a herî dijwar nifir in. Sedemek e din jî tê li ber çavan ji bo bikaranîna jinan bêhtirî xwe ji vê beşê re, li gorî nerîna min ji mêjûyê ve heya vê kêliyê tundî û bindestkirina jinê dihêle ku bi piranî ew van hevokan bi kar bîne.

Carekê keça cîranên me di refa nehan de bi bin ket vêca dayîka wê jê re got:”Sukura te bişikihe” ji vê rewşa  herî asteng re wiha peyivî û ev komepeyv pê re derketin.

Ev dîmen û gelekên din yên ku bi domdarî di jiyana me de bi me re derbas dibin, tê xuyakirin ku nifir û du’a bi armanca Ku zirar bigihê kesekî tên bikaranîn. Yên nifiran û du’ayan ji xwedan dikin di demek e hestiyar û tev li hev de dixwazin nameya nerazîbûn û keysê bigihînin yên beramber.

Di çîrok, çîvanok, stran, lorîk û kilamên gelêrî yên kurdan de “Nifir û Du’a” gelekî tên gotin û bicîkirin her wekî din mirov bi rêya wan hest û ramanên civaka kurdan jî dibîne. Mirovî êdî dikare bibêje ku ev daraştina wêjeyî sengekê dide ziman û tewreya kurdî her weha pê tê cudakirin ji wêjeyên cîran.

Wekû me dayî diyarkirin li ser mijara nifir û du’ayan ne tenê jin bi kar tînin lê kêm zêde tu dibînî mêr jî gava ku ta’ede lê tê kirin bi cih dike da ku dilî hênik bike, destên xwe hildide ezîmanan û du’ayên kirêt dike.

Di pirtûk û belgeyên filiklorî de gelek nivîskar, lêkolîner û wêjenasan qala vê meseleyê kirine, hewil dane ku beşekî mezin ji vê cureya tewreyî bidin hev û şîrove bikin, ji ber ku nifir û du’a gelek celeb û cihê bikaranîna wan hene nola nifirên dê li kurê xwe dike, xuh li birayê xwe dike, nifirên ku qîz li yarê xwe dike, nifirên ku dê li qîza xwe dike, nifirên li bal dijminan û hwd, da ku bên tomarkirin û neyên jibîrkirin ev xebata wêjeyî tê meşandin. Hêjayî gotinê ye ku “Nifir û Du’a” ji beşa wêjeya devokî a kurdan e.

Her herêmek an jî navçeyek e kurdistanê xwedî Nifir û Du’ayên cuda ne mîna herêma Amed, Mêrdîn, Cizîr Colemêrg û … hwd û rêjeya kirina nifiran li cem xelkê wekû tê dîtin ji ya du’ayan bêtir e.

Hin nifirên ku di jiyana me ya rojane de tên gotin:

“Xwedê te nehêle, agir bi mala te bikeve, tu negihêjî mirada xwe, xwedê Çavên te kor bike, xwedê temenê te biqesifîne, mala te wêran bibe, sukura te bişikihe, destê te bişkihe, rebî tu negihêjî mirada xwe, mar bi te ve bide, şîrê min li te heram be, di kezeba te de hato, agir bi canê te bikeve, xwedê bike tu di bin destê jinbavê bikeve, zarok bi pêsîrên te şa nebin” … hwd.

Ger hin Nifir û Du’a li gel we jî hebin, hûn dikarin rêz bikin.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *