STÊRÊ ÇELO:MIN JI NÊZ VE EHMEDÊ HUSEYNÎ NAS KIR..

Çemekî dilsoz e. tu carî namiçqe, pak û zelal diherike û rûbarê çand û wêjeya kurdî şîn û geş dike, rê û rêbazekî cûda û balkêş e, bi astetîk û bi rêkûpêk tevna nûjeniya helbesta kurdî dihûne.

Bi dilnizmî û sivikiya rihê xwe wekî çiyayê Araratê giran û bilind e. bi hest û hişmendiya xwe, bi hizr û felsefeya xwe berz û lewend e.
berhemdarekî jîr jêhatî û pir dewlemend e..
Belê ew şêxê helbestê birêz Ehmedê Huseynî ye, kal e bi qandî evîna xwe û gênc e bi qandî wêrekiya xwe…

Ez maf didin xwe û dibêjin ku, ew bi serê xwe dibîstanek e, ferhengek e, cengîne û xezînak mişt û dagirtî ye. ji bo bejn û bala helbesta xwe, nîçirvanekî zîrek e û nêçîra peyvên şatîk û bedew dike û di paşûla xwe de kom dike. lewra ew xwedî roleke sereke û mezin e di dewlemendkirin û xweşikirina wêne û peyvên kurdî di warê helbesta nûjen û wêjeyê de. û bi vî rengî em dikarin bêjin ku, Ehmedê Huseynî ne tenê nûnertiya ekola felsefî di helbesta nûjen da dike, herwiha bi pêdarî û kurdperweriya xwe ya bê hempa hizra evîna welat, ax û azadiyê diparêze û navê xwe bi tîpên zêrîn li sînga nasnameya helbesta kurdî ya nûjen dineqşîne.

Yek ji cûdabûna wî ew e ku, di helbesta xwe de peyvên sivik û watedar û bi bandor bi kar tîne. Her hevokek wî wek tîr û riman dil û cergê xwendevan qul dike û wek êzing û prerngan hestê wan jî dax dike. Ango ku gava “Şêxê Helbestê” xwe dugvişe bi hezaran peyv û gotinên nazik û çeleng wek xunaviya gulan jê diniqutin. ji bo vê yekê em dikarin bêjin ku Huseynî bi xwe rewşeke cûda ye. Kalemêrekî ciwan e, evîndarekî xwînkelandî ye, naweste, pûç û sist nabe, naxeyîde, lê kela dilê wî, wek kela şîr e, ji ser ve zelal e û ji bin ve tîr e….

Belê, min “Şêxê Helbestê” di riya berhem û helbestên wî re nas kir û ez zor pê bandor bûm, hezkirina min jî ji helbesta nûjen re diha zêde bû.

Yekemîn car di sala 2015 an de gava ji bo çalakiyên HRRK’ê li gel hin hevalên xwe yên rewşenbîr hatibû Kobanê min ew dît. wê demê ji ber rewşa şer riya di navbera Cezîrê û Kobanê de hatibû qutkirin, lewra ew û hevalên xwe nêzîkî 15 rojan li mala min man. ji xwe ew bû derfetek hêja ku Şêxê helbestê ji nêz de nas bikim, belê gava min ew dît û li qermiçûkên rûyê wî yê bişrokî nêrî, min dît ku xêz û nexşa welatekî bê sînor tê de diyar dike. Di çavên wî yên melûl de, hezar çîrok û destanên beravêtî, xewn û endeşiyên nifşekî xembar dibriqîn. Min rih û nefesa wî ya sivik û germ nas kir, min dît ku bi her kesî re dikare bijî û rêzê li wan bigre. ji xwe ew nizane mirovan biêşîne û dijmanetiya kesî bike.

Heye ku ez bextewar bûn ew rewş biqewime û Şêxê helbestê li mala min asê bimîne. wî qet xema vegerê nedixwar û her mendehoş û geşbîn bû. li ser israr û daxwaza wî min mamoste Reşîd Sofî teve ûda wî şevekê anî. lê gava ku hevdu dîtin bê hemdî xwe xwe li hev pêçandin û bi ser hev giriyan û rondikên bîranînan barandin û me bi helbestên wî wek “Felsefa Axê” û bi awazên Reşîd şevburkeke nayê ji bîrkirinê li dar xisit.

Belê Şêxê helbestê wek siwarekî bê veger û çalakvanekî cangor, rahiştiye ala rewşenbîr bi keft û lefteke pîroz û di heyameke kurt de karibû stêrkên geş di nav rewşenbîran de li hev bicivîne û encamên hêja û berçav derxe holê.
Bi şêweyekî perfîsiyonel hîna jî serkêşiya vê xebatê dike.

Ez li vir pesna vî camêrî nadime, tenê rastiya kesayeta wî û taybetmendiyên wî tînim ziman.
Bi gurzek gotinên Şêxê Helbestê ez ê li vir rawestim:

“li wir bimîne!!
xwe bi pirtûkên eşqa min
dorpêç bike!
bajarên mirinê ji bagerê re
bi zimanê jiyanê,
û ji pencereyan re destên
xatirxastinê, bibêje!
û min jî,
wek ku Rojavayekî din bim
di hembêza Qamîşlokê de
bi zimanê şewatan bilorîne!!”

Stêrê Çelo
2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *