Ardilan Abdo :Ji Pirtûka ( GAVA MIRÎ DIMIRIN )

Xaçirêkên di navbera vir û wir de
Çend xwezî li ser sînga xewnên me
Dirêjmayî man
Çend keser bi diranên rojan em cûtin
Çend bêrîkirin me berbi darvekirinê birin
Û tenêtiyê bi laperûşkên
xwe êrîşî henasên me dikir.
Tirsa navê te di kalana xincerê de, min veşartî hişt
Peykerên ji fermezkan hatin çêkirin di vî gewdê nîvmirî de
Ezê hemû cûreyên dadmendiyên gerdûnê
Bi ser sergoya hişê zemînê de, bavêjim
Û ezê xwe radestî pazvanên kenê te bikim
Di salûla xwe de,
Kenê te li ser dilê rojê nîgar dikim
Û pizrûkên wan, bi ser nosîna şevê de birijînim
Li vir
Ji hişê miradiyê xwe dikevim
Tu jî di himêza min de,
Nema bi ser xwe ve vedibî
Tu li wir windaye
Ez jî li vir ji hiş ketime.
Ardilan Abdo-finland