Irfan Amîda – Helbestvan Ehmed Huseynî bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî

Helbestvan Ehmed Huseynî bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî. Wî bandoreke girîng li nifşa nû kir û ji bo helbestvanên ciwan bû mînakek berbiçav. Niha ‘Dîwan’a Huseynî ji aliye Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Helbestvan Irfan Amîda û Kawa Nemir li ser Huseynî nivîsî.

” …hetanî vê kêlîkê jî, diyar e ku ez dê li Swêdê bimirim, lê ez dê li ku derê bême veşartin hê jî vê yekê nizanim. Helbesta min ber bi van pirsa ve diçe…” dibêje di pêşgotina xwe de Ehmed Huseynî. َ bi ” …xwe amade bike/da babîsokên serberdayî yên ferhenga te/ bînçikandina min ji keferata mirinê nas bikin.” Diqedîne helbesta xwe. Ya jî dest bi afirandina pirseke ku ji kezeba “çiyayên serhişkî dawerivandiye, dike.

Her helbestvan bi hêsanî nikare peyvên kêferat û mirinê bîne nik hev. Lewra bêhnê li helbestvan diçikîne. Cara yekem ke bête xwendin, mîna peyvên ji rêzê bin têne guhên mirov, lê di hundirê xwe de êrîşekê, hêrsekê jî didin der. Mirin çiqasî bêdengî be kêferat jê zêdetir qêrîn e. Mirin çiqasî westandin be, kêfarat jê zêdetire, Mirin çiqasî mêşin be kêferat jê zêdetir serhişk e?! Mirin çiqasî tunebû be kêferat jê zêdetir hebûn e.

Mirov dikare ji bo helbestvanekî mîna Huseynî çi bibêje? اawa wî fahm bike? Goethe dibêje, “Ewên dixwazin nivîsandina helbestê fahm bikin, divê herin welatê helbestê, ewên dixwazin helbestvanî/ê fêm bikin divê herin welatê helbestvanê/”. “Dibe ku welatê helbestê û welatê helbestvanî/ê ne yek be. Dibe ku mirov nikaribe bayê welatê helbestê bikişîne kezeba xwe. Lê mirov dikare eştiliyên?! xwe têxe nav agirê Sînemaya Amûdê. Helbet mirov ji dêleva Ehmed Huseynî biçe diziya zebeş û tirî, dikare yek caran ji dêleva wî li ser bênderên pûş pal bide, dikare di çavên xezalê de bibîne yabo-yadê û mirov dikare li vir, li Mêrdînê, şana li ser hinarkê beriya xwe kedî?! bike û ji bîra wî bibe kulîlka bi barana ku êşa çiya dijî. َ ku ew welat Kurdistan?! be tew mirov dikare kûr bistirê jî.

Helepçe ye, اarçira ye, Amûd û Amed e, Hemrîn, Hekar, Mehabad û Mêrdîn e. Qazî, Şêx Seîd, Zekiye, Seydxanê kerr, Şehîdê Zindana Hisicayê ye. Cegerxwîn, Mihemed Şêxo ye. اiya, berî, rojhilat û rojava, başûr û bakur, serxet û binxet e, xetxetî ye. Pîvong û Endeko ye. Keskesor e… kadiz e. Kew e?! Li welatê Ehmed Huseynî, “bi tiliyekê mirovek -kî dibe bila bibe- tê kuştin… çavek -çi reng be bila bibe- tê rijandin… û bi tiliyekê jî, evîndarekî dîn dikare dîlbera xwe şanî biçûk û mezinên bajêr bide. Du tilî ye welatê Ehmed Huseynî û mirov dikare “bi sê-çar tiliyan zikê yara xwe ji kena biçirîne.” Gelek kes hatine welatê Huseynî. Bi lez hatine û çûne, lê pir tişt jî birine. “û hatin?!”…” çi bi lez in ku tên Qazî?!” Hatin! Destmal û dil bi hev re birinî. Welatê wî serhişkî ye lê “serê me ji lêvên çiyê nermtir e!î Heta ku bikaribe qala pîvazterkên Xursê bike jî, dinase welatê xwe. Mirov têdigihîje ku Ehmed Huseynî dibişire, ji serî ta binî Kurdistan e.

***
Mirov dikare kêm-zêde fahm bike helbesta Ehmed Huseynî, lê mirov dikare çi bibêje û çi binivîse li ser. Helbet mirov dikare bêdeng bimîne, tiştekî nenivîse, lê bêdengî jî mirov diwestîne, nenivîsandin?! jî… bêhna mirov diçikîne kêferata mirinê.

Helbestvanê pirsê Zivistan germ e/ bîra mirinê ji/ baranê dipijiqe/ piştî kêlîkekê/ dê tava pirsan raweste/ da ku dilê rastiyê bibiriqe! Zimanê helbestê zimanekî berzekirî ye. Hem ji zimanê rojane hem jî ji zimanê cureyên wêyeyê jî berzetir e. Lê bi ya min zimanê pirsê bi her hawî berzekirîtir e. Li mejî û li dil û hestan dihingêve. Balkêş û mîstîk e. Di helbestê de jixwe divê estetîk be jî. Helbest ji pirsên mîstîk yên takekesî û ji pirsgirêkên ku ji wan pirsan damezirandî ye derdikeve. Ev nayê wateya ku helbest tenê ji wan pirsan pêk tê. Belê bersive jî helbest e. Lê yên bêpirs bê bersiv in jî. Helbesta bêpirs û bêbersiv liberçavraxistineke estetîk e, lê ew qasî jî tamsarkî ye. Di helbesta Huseynî de berî her tiştî pirs bala mirov dikişînin. Mînak di “goristana tengî de” 16 pirs, di “bûka êgir” de 10 pirs….. Pirsên Ehmed Huseynî pirsyarker in. Pirsyarkerên pirsgirêka heyîniyê… “dizê hêlîna bê guneh kî ye?”, “helbestvan kî ye?”… dîsa di “bûka êgirî de:” kîjan zemînê ji sirûda serbixwebûnê re bikime pêşeng?” kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re bikime sînor?… bi van pirsan hem dest davêje hebûn û nebûna xwe hem jî ya kurdan.Veşartin?!

Pirs di helbestê de hem eşkerekirin e hem jî veşartine. “Li dinê tiştin hene ko ji eşkerekirina wan zêdetir helbestvan wan veşêre çêtir e” dibêje Goethe. Huseynî di helbesta xwe de pir tiştan eşkere dike lê belkî ji wan pirtir jî vedişêre. Veşartinê carcaran -wekî ku ava qeşê bi ser mirov dake û veciniqîne- bi xalbendiyê eşkere dike. “çend caran maçek bo min/ li ser gula xwîna te nehiştin?!” bi van rêzikên jêrîn; “hekare?! / û hatin?! / … “çi bi lez in ko tên Qa”?! /…. “merqeda” / “ta ko em bidinê berê xwe?!… hem rastiya gelê xwe eşkere dike hem jî vedişêre.

Dîsa; va … dilbijandina xwe ji gerdena te/ berdidim/ va tu yê bibarî?!.. “min bêriya serhişkî û beciriya te kiriye?!”… Di van mînakan de jî xuyaye ku hem ji rêzikên ku pirs in hem di yên nepirs in de xalên pirs û baneşanê bi hev re bi kar tîne û me leqayî rastiyeke hundirîn dike, lê pêre tiştina vedişêre. Mirov ku bi civaka xwe re li hev be, bi dema xwe re li hev be nabe, helbestvan. Ehmed Huseynî hem serhişkiya kurdan hem jî serhişkiya çiyayên Kurdistanê tîne zimên. Ger çiqasî êş û birînên kurdan tîne zimên jî, bi qasî wan rexneyên tûj lê dike û nelihevhatina xwe diyar dike. “Rojhilat di xeftanê te de asê bûye! /Roava di çepkên te de çêbûye! / Bakur ketiye paş çeperên şevê! / Başûr bûye leheng û hozanê revê!î an jî; Kurd?! / Kurdistan an kurdistiran/ gêrikên bê moristan.

Dema ku dibêje; “xewna te li ko ye xwedêyo?”… “…yezdanê pak û dilzarokî/ xwedanê not û neh navê fediyokî/ ketiye serê dîlanê Hekarê….” nelihevkirina xwe û yezdanan, û dema ku dibêje; “…pêwîst e evîna xwe ji bayê reş, ji pençên/ sedsaliya bîstan biparêze” jî nelihevkirina xwe û demê diyar dike.Sembol , heyber û bûjen. Lê bi ya min helbestvanek dema vêya vêya bike, divê tiştên ku li hember derdikeve, rexne dike an jî înkar dike baş bizanibe. Ger baş nas neke ya manîpule dike ya jî deformasyoneke ne estetîk bi kar tîne. Mînak: ger Dalî têgiha demê, rastiya wê û ya xwe baş fahm nekira, dê nikarîbûya ew qasî bi estetîkî katjimêr deforme bikira. Ev yek ne tenê ji bo têgihan divê. Di helbestê de ji bo sembol û tiştan/ heyberan jî divê.

Huseynî di helbesta xwe de sembol û heyberan, bûjenê tazî bi kar nayîne. Ne tenê ji rengdêr û peyvên alîgir, komika peyvan çêdike û wan şanîdêr dike. Rasterast ruh û kesayetiyekê dide wan. Her tişt li ba wî zindî ye. Mîna anîmîstekî rastiya hundirîn û ya derveyîn, wateyê di ruh de dibîne.

Mebesta min ne ew e ku bibêjim Huseynî anîmîst e. Mebesta min ew e ku bibêjim Huseynî bi fahmkirin û naskirina bûjenê, veguherandineke dîyalektîk saz dike bo bûjenê. Gavekê bi ser rastiyê dikeve ya jî berê xwe dide rastiya berze.

Çawa gihîştiye vê yekê Têkiliya helbestê bi felsefeyê re heye lê helbest ne felsefe ye. Huseynî jî ne tenê bi felsefeyê berê xwe daye vê rastiyê. Helbet amûra helbestê peyvin e. Ji bo ku bigihîje vê rastiyê bi qasî ruhê heyberan, ruhê peyvan jî nas kiriye.

Ziman ji derveyî hişê xwe kiriye rastiyek. Etîmolojiya peyvê û dîroka edebiyata kurdî, ya devkî jî, baş nas kiriye. Loma ew qasî bêhna dengbêjiyê jê tê, jixwebawer dibêje ez dengbêj im. Ji hêla hevoksaziyê ve mirov bala xwe bidê, di elek helbestên xwe de (mînak: wexta ko) pir nêzî hevoksaziya dengbêjan e.

Me gotibû zimanê helbestê hem ji yê rojane hem jî ji yê cureyên wêjeyê berzekirîtir e. Ehmed Huseynî zimanê xwe, li gorî helbesta kurdî, hem di warê hevoksaziyê de hem di wateya rêzik û peyvan ya eşkere de û hem jî di rastiya wan a kûr de, ji zimanê ku em hîn bûnê vediqete û balê dikişîne ser xwe. Bi vî hawî ji dêvla ku rastiyê di çavên me rake, me di çavên rastiyê radike. Bi vî awayî jî di helbesta wî de “defamîlîarîzatîon” wekî taybetiyeke wî dixuye. Taybetiyeke wî ya din jî ew e ku bi zimanê vegotinê çîroka helbestê jî diyar dike.

Strancoşiye Helbest “helbest stran e” dibêje Caudwell “fanteziya helbestê hêmaya civakî ye” û dîsa dibêje “helbest coşiya kolektîf e”. Lê ji bo ku helbest bibe coşiya kolektîf, ne hewce ye ku helbestvan bi hişmendiyeke kolektîf binivîse ya jî bistirê. Ehmed Huseynî jî bi hişmendiyeke takekesî û nêzîktêdayîneke taybet û nazenîn mijarên kolektîf tîne zimên û ev yek jî têra coşiyê dike. Strane jî helbesta Huseynî lê ne tenê zimanê wî yê dengbêjiyê ku car caran bi kar aniye, bi qefaltina rîtma peyvan jî helbesta xwe kiriye stran. “Biskên li ba masiyên gola tînin sema…..” “bi bayê ber tavê/ bi çariya lavlavê/ bi hişkiya silavê/ sorgula min/ sosreta min/ derbesta min/ darbesta min/ ko dûr bim/ bilûreke bêhiş bim/ bo çavsoran çûr bim/ û ji nişka ve gwîzan û devê şûr bim.ev şînan şîn dike “şeva bê kelek hedan hêviyan hîn dike pêlek ji birca belek bahoz biharê bîn dike….” pite pita bayê felekî û mirov dikare têra xwe zêde bike van mînakan. A soxî; gelo mirov dikare peyvina derxe û bibêje ev peyv stûnên helbesta Huseynî ne. Peyvên mîna berxikên mîjo, serzer, çavreş, şigêr… û qirşikek jî di nav liva wan a spîboz de tune ye û yek jî jixweber nehatiye li wî nebahniyaye. Loma mirov nikare yekê jî ji xwe re ji nav wan bidize?!….. Nîşe: ‘nebî nebî ku zaroktiya we li welatê mişextî û mirinê?! biderize’

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *