Taxa Kurdan a Xezeyê

Neviyên fermandar Şucauddîn el-Kurdî û leşkerên wî beriya bi qederê 750 salan li Xeze bi cih bûn û Taxa Kurdan ava kirin. Hin ji neviyên van Kurdan niha hewl didin li çanda pêşiyên xwe vegerin.

Taxa Kurdan û Qesra Hethat a li vê taxê niha weke di warê dîrokî de parastî ne li Xezeyê. Kurdên pêşî di serdema Eyûbiyan de piştî ku Selaheddîn Eyyûbî Quds rizgar kiriye li Filistînê bi cih bûne. Hîna jî Kurdên ên asîmîleyê çanda Filistînê bûne li Xezeyê hene.

Yek ji wan Emced Hethat e. Ew îro 55 salî ye. Ew li Taxa Kurdan a Xezeyê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Esas ew li Qesra Hethat çêbûye û mezin bûye. Ew ji Dengê Emerîkayê (VOA) re peyivî û wî got, bavê wî, kalikê wî û kalikê kalikê wî jî li vir bûne û mezin bûne. Yanî beriya bi sedsalan malbat li Xezeyê bi cih bûye. Ew wiha behsa malbata xwe dike: “Pêşiyên me, bavkalên me ji Bakurê Sûrî hatine. Navê bavikê me Îbrahîm Hethat Çelebî bûye. Ew bazirganekî merş û berran bû. Ew bi karwanekî re ji bo bazirganiyê tê Xezeyê. Ka êdî ji ber çi bû, wî hez ji bajêr kir û li Xezeyê ma. Wî paşê jî ev qesr ava kir.“

Şaredariya Xezeyê niha hem vê qesrê û hem jî gelek avahiyên din ên li Taxa Kurdan ên ku koçberên Kurdan dane avakirin, weke şûnwarên dîrokî yên parastî ragihandin.

Bicihbûna Kurdan li Xezeyê ji ya bavikê Emced Hethat dirêjtir e. Kurd ji sedsalan ve li Xezeyê bi cih bûne. Ev taxa ku em behsa wê jî dikin, dîrokî weke Taxa Kurdan (Hey Ekrad) hatiye binavkirin.

Bi Selaheddîn re çûne

Lê axir, bi cihbûna Kurdan li Xezeyê bi Selaheddîn Eyûbî di sedsala 12´an de dest pê dike. Emced Hethat ê ku bi dîroka pêşiyên xwe daketiye, dibêje, “Gava Selaheddîn Eyyûbî hat Qudsê rizgar bike, artêşeke wî ya Kurd hebeû ji Kurdên ji Iraq, Tirkiye û Sûriyê, yanî ji Kurdistanê. Yanî wexta wî ev erd rizgar kirin, gelek fermandarên Kurd pê re bûn. Yek ji wan Şucauddîn el-Kurdî bû. Ka ji ber çi bû êdî, ev fermandarê hanê venegeriya welatê xwe. Ew li vir, li Xezeyê bi cih bû. Wî ev dever ji xwe re bir û navê wî lê hat kirin.”

Navê din ê Taxa Kurdan ji ber wê jî Taxa Şucauddîn e. Emced Hethat wiha behsa xwe dewam dike: “Ew ne tenê bû, zilamên wî jî pê re man. Ji ber wê tax weke Taxa Kurdan hat nasîn.”

Vegera li çanda pêşiyan

Li Xezeyê serjimara xelkê bi eslê xwe Kurd neyê zanîn jî, gelek malbatên navdar ên ku pêşiyên wan Kurd in hene. Li gorî nûçeya VOA´yê, ev xelk asîmîleyî çanda herêmî ya Xezeyê bûbe jî gelek ji wan dixwazin peywedniya xwe ya bi çanda pêşiyên xwe re vejînin.

Hîba Hethat jineke ku dixwaze vê peywendiyê vejîne. Ew dibêje, “Wê baş be ku em li ser çand û mîrateya çandî û dîrokî ya pêşiyên xwe agahdar bin. Em hez dikin rêûresmên wan û adetên wan hîn bibin; weke nimûne wê tiştekî xweş be jin û mêr cilûbergên Kurdan li xwe bikin û nîşanî xelkê din bikin.”

Di nûçeya Sîrwan Kajjo de di dawiyê de tê gotin, Kurdên deverê bi her halî xwe weke Filistînî dibînin ku pêşiyên wan ji Kurdistanê ne û li dijî dagirkeriya Îsraîlê ya Filistînê ne.

Çavkaniya nûçeyê :

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *