Selwa Gulî: Berhmên di nav salan de diçin çi kirine û çi hiştin? “Ehmedê Huseynî û 50saliya wî”

 Dem bê ku destûrê ji çukesî bixwazit dêt, gelek tiştan li gel xwe tînit û diçit. Ew tişt nepenî ne û bendewarê mirovên taybet in, ku bi dûrbîniya xwe li tûrikê demê bixepêrin û behra xwe jê bibin.

Helbestvan jî ew mirov e êd derbasî kurahiyêd xewn û hestan dibit û ji wan zemînan guldankên xwe bi xeml û rewş diket.

Helbestvanê me Ehmedê Huseynî, ku ew bi xwe ji xwe re dibêje Şêx Ehmedê Huseynî û ji malbatek şêxan û xwedî resm û terîqet û tekiye têt, tûşî jiyaneke duqolî bû, yek dîndar û yek hest û xewn û kêş û kêf, bêguman ev herdû ta radeyekê li êk û du nakin, lê di pileya Tesewifê de digihin êk. Ehmed ev herdû himbêz kirine, lê êk ji a din pitir, lewma jî em di helbestên wî de, tesewifek bi rengekî cuda dibînin, tesewifek bi kêş û xemên nijadê, bi êş û derdên xerîbiyê û windakirin û bêrîkrina kesên ku ew ji wan hez diket. Serpêhatî û tecrûba Ehmedî tecrubeyeke dirêj e.

Ehmedê Huseynî dişiya sinorên herêmî derbas biket û bi hêz bibit helbestvanekî Kurdistanî, ew jî ji ber pir sedeman û hindek ji wan ev in:

-Zimanê Ehmed yê helbestê zimanekî liêksiwarkirî ye û ferhenga wî dewlemend e

-Ehmed î şiyaye sûdê ji huner û ciwaniya helbesta derdora xwe û ya cîhanî werbigirt. Em dibînin ta radeyekê Selîm Berekat, Edonîs û Mehmûd Derwêş î himbêz diket û ji hêla cîhanî ve T.S. Iliot, Mayakowisky, W.Wightman, Rambou û Bodlier jî.

-Ehmed dewlemendiya ferhenga xwe ji Tesewifa islamî û di nav de tesewifa kurdî werdigire. Nimûneyên zaniyariyên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran li def Ehmedî pir xwe vedibêjin, lê bi rengê Ehmedî.

-Ehmed yek ji wan helbestvanên ku di dîrok, ol û efsaneyên gelê xwe de melevan e.

-Bêguman rola derketina Ehmed î û pêşkêşkirina programekî li ser akranê Telefiziyonê, ew derbasî hemî malên kurdan li her hêla  kurd lê hebin diket. Ji xwe nîvê program, helbestên xwe dixwînit.

Ji bilî wê jî Ehmed, Royarê Amedî û Tengezarê Marînî, ji Nifşên diwem in, ku di navîna heştêyan û destpêka notiyan de, (li duîv qonaxa yekem, ku bi Qedrî Can, Dr. Kamîran Bedirxan, Mîr Celadet û Reşîdê kurd, dest pê kir), ên ku helbesta kurdî li başûrî rojavayê Kurdistanê moderin kirin.

Zemîn bo asoyên nû xweşkirine û kar li ser ziman, wêne, huneriya helbestê û helbesta tecrûbê û ciwaniya helbestê, ku regezêd sereke di gel naverokê ne, kirine, daku helbesta kurdî berbi qûnaxên din ve biçet û xwe ji dubarekirin, cûtinê û zimanê deşt, çiya û çandiniyê dûr biket.

Dest bi nivîsîna helbesta pexşanê û pexşaneya helbestê kirine, daku helbest bi erkê xwe ê rasteqîne rabit, ku ew jî vekirina derfetên nû li ber zimanî ye û peydakirina peqînên semetîkî(Delalî) di nav zimanî de biket.

Li hêlên din jî li parçeyên Kurdistanê ên din, helbestvanên hêja hebûne, lê ji ber rewşa xerab ya ragehandinê ji ber sedemên Kurdistanê ên jiyosiyasî, kesî agah li parçeyên din nebû. Li başûrê Kurdistanê hîn ji sala heftêyan û hêştêyan ve, helbestvanên hêja hebûn ku qonaxa helbestê ya nûxwaz berbi asoyên din ve birin, mîna Ebdulrehman Mizûrî, Mueyed Tayib û Mihsin Qoçanî û li bakur jî rola Rojen Barnas nayête jibîrkirin.

Di van salên dawî de, em dibînin, ku kar têkirin û bandora şêwazê helbesta Ehmedî li pir nivîskar û helbestvanên di duîv de hatine kiriye.

Di 50 saliya hêja Ehmed î de, ez jiyaneke bextewer û şad,  jê re dixwazim û hêvîdar im bizivrite nivîsa helbestê û xwe ji dubarekirina van salên dawî azad û rizgar biket.

Di warê helbest û toreyê de, wê Ehmed bimînit nimûneyeke balkêş. Çêja helbest û peyvêt wî êd hosteyane, rêkên derbirînên bedew û cegerdar bi di nav kelem û stiriyan ve dibin.

Götenborg

2005

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *