EZÎZ XEMCIVÎN: Şêx Ehmedê Huseynî çiqas nûjenî danî be jî tucarî hilma nanê tenûrê ji bîr nekiriye..

Tekez ez di evê gotara piçûk de nikarim mafê Şêx Ehmedê Huseynî bidimê, lê ez ê bi kurtî çend gotinan li ser berhemên ko ketine destê min de bipeyivim..

Dîwan, berhemên giştî: Ehmed di helbestên xwe de bi çipikên barana Amûdê porê xwendevanên xwe şil dike, jiyana miletê xwe rast û dirust tal û şêrîn berçav kiriye..

Tucarî Ehmed xwendevan ne berdaye tunelan û ji wan nexwestiye ko bibin feylesûf da karibin tilismên helbestan vekin; bi hemû awayan helbest ristiye, kilasîk, tirazû, nûjenî û felsefe jî bikar aniye..   

Her pertûkek ji pertûkên dîwanê di nerîna min de nexşeyeke, her helbestekê ji helbestan hesteke, nerîneke û jiyaneke .. lê rewanê wan bi rewanê “kewo” ve girêdayî ye; pexşan û rist bi piştiyên pûş re bend kirîne…

Hîn destên Ehmed li ser kelpîçên Amûdê dilerizin..

Hîn bandora mayîn û tirsa teqîna wan bi zarok û jin û mêran de li dilê wî heye; wilo Ehmed ew giriyê dê û bavê xwe ew kesên gundî û bajarvanî, ew danê savarê ko li destarê demê ji ber hêranê birîndar e, tîne zimên.. Ehmed xwe di ser miletê xwe re negirtiye, xweş dizane ko barana Berlîn û Stokholmê pora gelê wî şil nake; dizane ko peşkên heriya Amûdê li ser hestên merovên kurd çapbûne…

Çendîn bi çolan kevin, li şaristanên xerîb bigerin, li avaniyên bilind li Dubey, Hon kong û Kuwala Lampûr binerin, wê her ew mezrîb û şirikên xaniyên Qamişlo, Hesekê û Efrînê li ber çavên wan bin.. Ev nama Ehmedê Huseynî ye.

Li gelek cadan bayê bihnteng ji ser rûyê yarê divegerîne, nahêle ta bi ta ber bi yara wî de biçe.. Ew yara xwe bi erzanî nafiroşe.. xwîn û xwêdan ew e.. birîn û jan e.. gelo sed Stokholm dikarin Amûdê ji bîr bibin?!!

Ez bawer nakim ko Ehmedê Huseynî hêsirên dêya xwe bi çemê Rînê û sûlavên ewropa û mija Londonê bide!!

Wata giranbuha kolana xaçirêkên evîna welat li ser dilê bi hesret û xem herdem divejîne..

Ehmed ji serxwe ne çû; helbest bi helbest peyv bi peyv tekez dike ko dîwarên rista rastî bi kelpîçên Amûdê têne avakirin.. ew dizane beşt û tîrik banê xaniyê wî bêtir zeft dikin…

Çiqas nûjenî danî be jî tucarî hilma nanê tenûrê ji bîr ne kiriye.. qet ne gotiye ez Aragon im, ji ber di encamê de dibîne ko Aragon û Bodlêr bi wan her du-sê qitikên piçûk li hêlîna li paş patozê li ber pala ewî kêstekê hûrik jibîr bûyîne wek me bi wan hest nabin..!!

Diyar nekiriye ko ew Eflaton e û xwediyê komarê ye; beruvajî ewî hemû nivîskar, helbestvan û xwendevan beşdarî çandiniya kulîlk û nêrgizan dîne, da ko karibin bi hev mêrg û çîmenên zimanê şêrîn geş û xweş bikin….

“Welat ko hat

tîpên xwe di êgir de ji bîr kirin

dastan bi baskên firat zencîr kirin

Welat ko hat

ewrên biharê kirin hêsir

çiya ji xewnê re kirin pêsir

Welat ko hat

birûsk ji kalanê avêt

şîrava kom û konan mêt

……………..

…………………..

û tu

li morîkên welêt ker û gêj bû

û welat di reşika çavên Diyarbekirê de

gelawêj bû…

te berê xwe dayê

pinpinîk e, bi hêsrên kurdistanê

destnimêj bû….”

2005

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *