Çalakiya HRRK`Ê Ya Bi Navê ‘‘Sala Melayê Cizîrî’’ Berdewam E

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi armanca danasîna dîrok, wêje û çanda kevnar a gelê kurd, felsefe û şîrovekirina helbestên bawermendê kurd ê kilasîk û pêşngê helbestvanên kurd, Melayê Cezîrî, HRRK`ê bi navê ‘Sala Melayê Cizîrî’çalakiyên xwe didomîne.

Girêdayî vê yekê Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku dema mirov felsefe, nêrîn û helbestên Melayê Cizîrî baş nas bike û bixwîne wê ji hemû aliyan ve pêşbikeve, herwiha Şepal Yûsif got, bi dayîna 15 semîneran HRRK`ê armancên xwe pêk anîn û hîna xebata çalakiyê berdewam e.

Hêjayî gotinê ye ku semînerên ku tên dayîn bi giştî li ser dahurandin û şîrovekirina  helbestên nivîskarê kurd Melayê Cizîrê yê di sedsala 16`an de jiyaye radiweste. Herwiha rewşenbîr, nivîskar û kesên din jî di van semîneran de beşdar dibin. Di heman demê de jî  nîqaşên berfireh li ser  felsefeya Cizîrî ya di derbarê Yekîtiya Hebûnê, evîna mecazî û ya giyanî û gelek mijarên ji aliyê nivîskar Diyar Buhtî û beşdaran ve çêdibin.

HRRk`ê bi vîneke xurt di 21`ê sibata îsal de  dest bi dayîna semînera xwe ya yekê kir, kesên beşdar jî ji tevaya herêma Cizîrê bi coşeke mezin tevlî vê semînerê bûn. Hêjayî gotinê ye ku heya niha 15 semîner hatin dayîn, 12 ji van semîneran ji aliyê nivîskar Diyar Buhtî ve hatin dayîn.

Di heman demê de mamoste Deham Ebdull Fetah jî di derbarê heman mijarê de semînerek da û herwiha mamoste Xalid Cemîl Muhemed bi riya tevna dijîtalî, ji başûrê Kurdistanê semînerk da. Ji bilî  dayîna semînerên bi rêbazê tekane, semînerke hevbeş ji aliyê Diyar Buhtî, Ehmed Huseyînî û Mellevan Resûl ve hat dayîn.

Herwiha ev rêzesmînerên, li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê Nivîskarê kurd Diyar Buhtî ve tên dayîn. Her sêşem rewşenbîr û nivîskarên kurd li navndê li hev dicivin û ji demjimêr 19 heya demjimêr 20`an beşdarî van semîneran dibin û ev çalakî wê li ser asta sala 2023`yan bidomin.

Li gor ku endamên navenda HRRK`ê anîn ser ziman, derket holê ku hin rewşenbîr, nivîskar, wêjevanên kurd yên derveyî Rojavan dimînin nikarin beşdarî van semîneran bibin daxwziyeke wan jî heye ku ew jî tevlî van semîneran bibin û ji vê derfetê bêpar nemînin.

Têkildarî dayîna rêzesemînerên derbarê helbestên Melayê Cizîrî de, asta beşdarbûnê û sûdwergirtin û bandora hestên Cizîrî li giyanê rewşenbîr û nivîskaran, herwiha endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Ebdullbarî Ehmê  û endama HRRK`ê Şepal Yûsif ji Rojnameya Ronahî re axivîn.

 Felsefe û evîna Cizîrî

Ehmê da zanîn ku Melayê Cizîrî xwedî nêrînên felsefî û evîna giyanî û gewdeyî yên cuda ne û wiha domand: ” Zana û bîrwer Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke pir kûr û berfireh e, herwiha gelek nêrînên wî yên felsefî di derbarê mijarên weke jiyana mirovan hebûna zindî û gerdûnê de hene. Li aliyekî din jî evîna wî ya ku di nava xwe de felsefyekê vedihewîne û dema ku mirov helbestên wî yên li ser evînê dixwîne rewanbêjî, mînandin û felsefeyeke pir berfireh têde dibîne. Cizîrî evîna xwedayî(giyanî) û mirov (cismanî) bi hev ve girêdide û evîndariya xweda bingehê evîna mirov, gerdûn û hemû tiştî ye. Ango mirov bi riya evîndariya xwedê, dibe evîndarê jin, dayîk, bav û hemû tiştên heyî. Bîrwerî û hakimiyeta Cizîrî di daraza helbestê û nêrînên felsefeya wî ya balkêş de hişt ku bibe feylesûf û helbestvanekî gewre û ji hemû helbestvanên kurd yên din cudatir bibe.”

Naskirina Cizîrî ronakbîrî,wêje û zanînê pir dewlemend dike

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku dema mirov felsefe, nêrîn û helbestên Melayê Cizîrî baş nas bike û bixwîne wê asta wî ya ronakbîrî, wêjeyî û zanînê dewlemend bibe û wiha got: “Berî dayîna semînerên têkildarî jiyan,felsefe,evîn û helbestên Melayê Cizîr, naskirineke me ya baş ji Cizîrî, helbest û nêrînên wî yên felsefî û evînê re tune bû. Lê bi saya van semîneran giyanê me bi helbest, evîn û felsefeya Cizîrî ve hate girêdan û bandoreke pir mezin li me rewşenbîr û nivîskaran kir. Seydayê Cizîrî xwedî felsefe, evîn, wêje û zanisteke berfireh e. Nepêkan e ku mirovê felsefe, nêrîn û zanista li cem wî nas bike, helbestên wî yên têr û tijî bixwîne, wêje, xeyal û pê bandor nebe. Em niha bi coşeke pir mezin beşdarî  van semîneran dibin û nîqaşên hevpar di derbarê mijarên helbestan de dikin. Di rastiyê de ev semîner ji bo me kurdan jî derfeteke zêrîn e, ger ne bi riya van semîneran be jî, pêwîste gelê kurd miletperwer û pêşengê helbesta kurdî feylesûfê xwe nas bikin û helbestên wî bixwînin ji ber ku pir sûdmend in.”

Bi riya semîneran têgihiştin û pêzanîna me pêşket

Şepal Yûsif di dawiyê de da xuyakirin ku armanca HRRK`ê danî pêşiya xwe pêk hat û hîn jî dana semîneran di Sala Czîrî de berdewam e: “Ev bû nêzî 6 mehan ku semîner  ji aliyê mamoste Diyar Buhtî ve tên dayîn.  Rewşenbîr û nivîskarên herema Cizîrê û heremên din bi coş û kelecaneke mezin tevlî van semîneran dibin.  Armanc ji dayîna van semîneran ronîkirina rewşenbîran bi  riya danasîna jiyan, felsefeya û şîrovekirina helbestên Melayê Cizîrîrî ye.  Herwiha bi dayîna van semîneran encamên baş derketin holê. Yek ji van encaman jî berfirehkirina xeyalên kesên beşdar û bilindkirina asta hizrandina wêjeyî. Em bang li wan kesên hîna Cizîrî nas nekirine, helbestên wî nexwendine, evîn û felsefeya wî nasnekirine dikin ku tevlî semînerên ku li HRRK`ê tên dayîn bibin ji bona hîn baştir helbest û felsefeya Melayê Cezîrî nasbikin.”

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *