Helîm YÛSIV : Çima projeya me ya rewşebîrî li Rojava têkçû ?

Helîm YÛSIV

Di 25-26.01.2014 de, li bajarê Biliefeld ê Almanyayê, çaremîn kongreya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li derve li dar ket. Di vê kongreyê de biryar hat stendin ku HRRK navenda xwe bibe hundirê welêt û li wir karê xwe berdewam bike. Piştî guhertinên ku li Sûriyê bi giştî û li rojavayê Kurdistanê bi taybetî ji 2011 û vir de rûdan, me xwest em eniyeke rewşenbîrî berfireh li rojavayê Kurdistanê ava bikin û hemû kes û derdorên di qada wêje, çand û hunera kurdî de mijûl in di bin sîwaneke hevbeş de bînin cem hev û bi hev re, bi awayekî profesyonel, wekî Wezareteke Çandê kar bikin. Ji bo pêkanîna vê armancê diviyabû du hevdîtinên bilez bêne kirin. Yek jê, hevdîtineke fermî bi berpirsiyarên Rêveberiya Xweser re bê kirin û bi zelalî helwesta wan li hember projeyê me bê naskirin. Ya din jî, hevdîtin bi birêveberên hemû rêxistinên nivîskar û rewşenbîran re bêne kirin, da ku zemînek ji bo avakirina sîwaneke giştî ji bo hemûyan bê amadekirin. Ji bo hevdîtina yekem ez tenê û ji bo ya duyem ez û Ehmedê Huseynî hatin teklîfkirin.

Hevdîtina bi berpirsiyarê Rêveberiya Xweser re

Di serdaneke xwe ya Ewropayê de, berpirsyarekî bilind ji Birêveberiya Xweser, ku naxwazim navê wî bidim, bi awayekî fermî, ew daxwaza me bicihanî. Di hevdîtinê de min ji yê berpirsiyar helwesteke zelal di derbarê projeyê me yê rewşenbîrî de xwest. Xala sereke helwesta siyasî bû. Min vekirî jê re got, ku em di derbarê birêvebirina karê çandî û rewşenbîrî de, em wekî we nafikirin. Em dixwazin dezgeheke çandî, rewşenbîrî dûrî siyaset, îdeolojî û partiyan ava bikin. Li cem me sînoreke siyasetê heye, divê siyaset di qada xwe de tevgerê bike. Wisa jî divê siyaset mudaxeleyî qada rewşenbîrî neke û rê bide pisporên vî karî bi serbestî karê xwe bikin. Hûn wekî birêveberî tenê piştgiriya ku tê xwestin, bikin. Min jê re got, ku em ji hêla xwe ve piştgirên statuya Rojava ne û hetanî hinek derdor hene me wekî beşekî ji siyaseta we dihesibînin, lê di rastiyê de em bi tu partî yan siyasetê ve ne girêdayî ne. Dibe hûn carinan hin helwestên ku hûn naecibînin ji me bibînin, her wisa emê hemû diyardeyên li gor me xerab rexne bikin. Eger vegera me ya hundir welêt bibe sedem, ku em nikaribin bi serbestî helwestên xwe yên siyasî eşkere bikin, êdî hewce nake em vê gavê bavêjin. Piştî danûstendineke dirêj li ser hûrgiliyên projeya me, yê berpisiyar bi vî awayî bersiv da:

– Wekî tu bi min re zelalî, ez ê jî bi te re zelal bim. Veguhestina we ya navendê ji bo hundir welêt pir bi dilê me ye. Pêdiviya me bi vegera we hemûyan heye û di her warî de pispor ji me re lazim in. Ez vê garantiyê didim we, ku wê tu astengî ji we re çênebin. Hûn dixwazin werin wekî muxalefet karê xwe bikin. Hewcedariya me ji yên ku ji me re li çepikan dixînin, bêhtir bi rexnegiran heye. Ya girîng ew e ku, hûn li hundir karê xwe bikin û niha ew roj hatiye.

Bi kurtayî, ji bilî helwest û dîtinên erênî û dilxweşker min tu helwestên neyênî ji berpirsiyarê Rêveberiya Xweser nebihîst.

Hevdîtina bi rêxistinên nivîskar û rewşenbîran re li Qamişlo

Di 28.12.2015’an de, li Qamişlo hevdîtina bi nûnerên hemû rêxistin û derdor û kesayetên ku bi wêje, çand û hunerê re mijûl in pêkhat. Bi kelecaneke mezin ya bêrîkirinê piştî pazdeh salan ji xerîbiyê vegeriyabûm welêt û me behsa xewnên xwe kir. Di wê civînê de yê ku ez ji xew şiyar kirim û rastiyeke tal anî bîra min helbestvanê gorbuhişt Ferhadê Içmo bû. Ferhad wiha got :

– Ez bala xwe didimê, hûn gelekî serê xwe bi vê projeyê re diêşînin û hûn dixwazin yekîtiyeke di qada rewşenbîrî de çêbikin. Mesele pir rehet e û ez ê çareseriyê ji we re bi hevokekê bibêjim, eger hûn karibin PYD û ENKS bikin yek, wê eniya rewşenbîran jî bibe yek.

Gotina xwe wisa kurt got û rûnişt. Hinekan bi qerf û hinekan jî bi cidiyet lê guhdarî kir. Vê dawiyê hat naskirin ku ev gotina wî, her çendî ne bi dilê me bû, lê dîsa jî bal kişandibû ser xala herî aloz ya mijarê. Wekî din, bi awayekî devkî û rû bi rû, projeyê me ji hemû aliyan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.(1)

Sedema sereke ya têkçûnê: Valahiya mezin di navbera gotinan û kirinan de

Piştî qedandina civînê, pilan ew bû ku Ehmedê Huseynî bi temamî li Rojava bimîne û hevdîtinan bi rêxistin û yekîtiyên nivîskaran re berdewam bike, da ku hemû bi hev re, HRRK jî di nav de, karibin kongreya damezirandina rêxistineke sîwan ava bikin. Ji aliyê din ve jî têkilî bi hemû nivîskar û rewşenbîrên her sê herêmên sereke yên Rojava – Cizîra binxetê, Kobaniyê û Efrînê, re hat danîn, da ku amadekariyên vê kongreya mezin bêne kirin.

Lê ji nişke ve tiştekî ku haya me jê tunebû hat kirin. Ya ku haya me jê tunebû ev bû, piştî vê civînê bi çend rojan PYD ketibû nav hewildanên berfireh û amadekariyên damezrandina rêxistineke rewşenbîran. Gelek ji nivîskarên ku me ji bo projeyê xwe têkilî bi wan re danîbû, dema ku ji bo avakirina rêxistina rewşenbîran ya PYD’ê hatin vexwendin, nizanîbûn ew ji bo avakirina rêxistineke ji derveyî projeyê me hatine vexwendin û serê her kesî tevlihev bû. Hêdî hêdî mesele hemû zelal bû. PYD li her Kantonekê rêxistineke rewşenbîran girêdayî xwe avakir û bi vî awayî Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û yên Kantona Kobaniyê û Kantona Efrînê çêkirin. Ev hewildaneke rasterast ya ji bo têkbirina projeya me bû. Her wisa ji bo hemû kar û barên rewşenbîrî kadroyekî partiyê hat destnîşankirin û divabû her tişt êdî bi erêkirina wî bê kirin.

Min rasterast berê xwe da berpirsiyarê Rêveberiya Xweser û min xwest sozên wî bînim bîra wî. Bi dev got, ku ew li ser soza xwe ne, wê tu astengiyan ji me re çênekin û bila her alî karê xwe bike. Lê berpirsiyarê qada rewşenbîrî êdî ew kadroyê partiya PYD’yê destnîşankirî ye. Bi vî awayî berê têkiliya me ya bi xwe re da ber bi kadroyekî PYD ve.

Ji hêla din ve jî rêxistinên nivîskarên girêdayî partiyên ENKS ku xwe wekî nûnerên “Rêbaza Barzanî” dibînin, projeyê me wekî komplo an “Muamereyeke Apoçiyan” binavkirin û ew wekî hewildaneke veşartî ya PYD’ê ji bo jiholêrakirina wan û ketina wan a bin baskên “Apoçiyan” nirxandin. Bi vî awayî proje wekî hewildaneke siyasî ya ji hêla PYD ve hatiye pêşkêşkirin xeyalkirin, ku dijî partiya wan û rêbaza wan a îdeolojîk e.

Dudiliya di navbera têkçûn û berdewamiyê de

Gava biryara vegera welêt hatibû stendin, mercê me yê sereke ew bû, ku eniyeke rewşenbîrî bi hêz û yekgirtî bê avakirin û li gel siyasetan di derbarê qedera civaka kurd de “rewşenbîr” jî karibin bibin xwedî rol. Lihevkirineke bi vî rengî di nav endamên HRRK de çêbû:

– Em naxwazin ku em hejmarekê li rêxistinên rewşenbîr û nivîskaran li Rojava zêde bikin. Eger projeya me neçe serî, divê em têkçûna hewildana xwe eşkere bikin û li xwe mikur bên ku em biserneketin.

Her weha ev merc di 23-24.12.2016 kongreya HRRK ya Qamişlo ya pêncan de û di 28.12.2018 de jî, di kongreya şeşan de hat dubarekirin.(2)

Danûstendinên berfireh li ser awayê berdewamiya projeyê me çêbûn. Du dîtinên cihê hatin holê. Dîtina yekem ew bû, ku ez jî meyildarê wê bûm, armanca me ya wekî proje dabû ber xwe pêk nehat. Rêxistinên rewşenbîr û nivîskaran li rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn, ne kêm bûn û ne jî hatin cem hev. Ji ber vê, divê em li têkçûna projeya xwe mikur bên û biserneketina xwe eşkere bikin. Dîtina din jî ew bû, ku erê di armanca xwe ya sereke de em biserneketin, lê HRRK li gor derfetan karekî pir baş dike û ji hemû rêxistinên din bêhtir çalak e, her wiha bûye navnîşana sereke ji bizava wêjeyî û çandî re li Rojava û divê wisa dewam bike. Biryar li ser xala diduyan hat dayîn û ev kar li gor vê biryarê hê jî li wir didome.

Biryareke takekesane:

Gava min dît, ku êdî hêvî di pêkanîna projeya me ya rewşenbîrî de li rojavayê Kurdistanê nemaye, min bi awayekîn takekesane di sala 2020’î de gav bi paş ve avêt û dest ji karê di rêxistinên çandî de berda. Lê ew bawerî her û her di serê min de zindî ye, ku tevliheviyeke mezin di têkiliya qada rewşenbîrî û qada siyasî de heye û pêdiviya me bi sazkirina şêweyekî nû ji vê têkiliyê re heye. Siyaseta ku rê nede geşkirina qada rewşenbîrî û wê qadê herdem wekî qadeke xizmetçiyên xwe bibîne, ew siyaset keviran li çoga xwe dixîne û dara bin lingê xwe bi destê xwe dibire.

https://diyarname.com/
Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *