Edebiyat û Şer

GULBEJN

Bingeha hemû huneran mirov e û berî her tiştî divê em li ser vê li hev bikin. Bi awayekî dî yanî mijara sereke mirov e; Çi bi xweşî çi bi êşa mirovî hemû bi hev re li jiyanê pêrgî hev tên.

Hemû tiştên şopê li jiyanê dihêlin ji aliyekî ve berhemên mirovî ne. Di jiyanê de her çiqas xweşî û şahî hebin bi qasî wê yekê êş û derd jî hene. Di hemû berhemên hunerî û edebî de ev yek tim bi awayekî mayînde li ber destên me ne. Şahî, şer, êş, xweşî û bi awayê giştî mirov(!) Ji destpêka mirovahiyê ve, dema em bala xwe didinê, ji ber gelek sedeman tim û tim şer derketiye û mirov êşandiye. Ji ber ku ew jî meseleyek mirovî ye, şerê heyî jî tim bûye mijara huner û edebiyatê.

CIHGIRTINA DI BÎRA MIROVAHIYÊ DE

Di berhemên sereke yên nivîskî û devkî de şer bûye mijar. Tim û daîm wan şeran, bi qasî dema qewimînê çawa şop di hiş û bîra mirovan de hiştiye, piştî wê jî di bîra hevpar a mirovahiyê de jî cih girtiye. Rê vekiriye ku gelek hesasiyetên mirovî zindî bimînin û mirov bi çavekî dîtir li her tiştî binêrin. Edebiyat di vê kêlîkê de dikeve nava her tiştî. Çi di dema şer de çi jî dema piştî şer çi dîtin û şahidî hebe, bi her awayî, bi awayê giştî û bi awayê takekesî, mîna çîrokbêjan dest bi vegotinê dike. Ev vegotin ji nifşan ber bi nifşên nûtir ve wekî lehiyekî diherike. Wekî ku di gelek mijaran de edebiyat xwe diedilîne di mijara şer de jî xwe bi wê heybet û hêjayiyê diedilîne. Çimkî wekî dîrok, fîlezofî, matematîk û gelek beşên din divê jiyanê û mirov vebêje. Bi awayê herî hêsan ev yek dibe mîrateya mirovî û cîhanî ku di ser sedsalan re gav dike. Bîra dîrokî û civakî zindî dihêle. Ji ber vê sedemê jî berhemên edebî, lewheyên çaverê yên civakî ne. Ev lewhe jî nifşan digihînin hev.

ŞER, REWŞA DAÎMÎ YA VÊ ÇERXÊ

Kesên bala xwe dabin dîroka mirovahiyê, li gorî feraseta xwe, ew ê têbigihîjin ku ev meseleya şer rewşeke daîmî ya vê çerxê ye. Şer jî belgeyek dubendî ya vê rewşê ye. Dema mirov ji dûr ve li şer binêre ew tenê mîna çîrokeke mîtosî ye, lê dema mirov bixwîne yan binivîse wê demê dibe xelekek ji jiyana rojane. Ev xelek jî di destpêkê de bi halê wê yê herî sekan ê edebî dibe. Wê demê şer diguhere ser gotin û vegotinê. Êdî ne li çeperên şer lê li rûpelên pirtûkan her tişt diqewimin. Ev  yek jî huner e, edebiyat e. Mirov êdî bi hubrê êşên xwe aş dike û diedilîne. Di vê derê de tiştê tê qalê ne pîrozkirina şer e, berovajî wê pîroziya mirov e û ew êş bi hunerî tê aşkirin û mayîndekirin. Ew mayîndekirin jî ji bo binhişîna mirovahiyê ji karesat û trajediyên din dûr bikeve.

Jixwe dema em bala xwe didin rewşên epîkî, şer tiştekî ji rêzê yê dinyayê ye. Ji berhemên Homeros heta xwe digihîne Sîgurd û Hildebrand ê Germenî hemû encax bi şer xwe digihînin daxwaz û xwestekên xwe yên jiyanê.

Piştî cenga li çeperan, piştî qirîn û xwîna diherike êdî deng û heyînek ji siberojê re belgeyek nivîskî ye edebiyat. Şer û serboriyên şer bi awayê herî estetîk xwe digihîne nifşên piştî xwe.

DI KLAMÊN DENGBÊJAN DE ŞER

Piştî serdema kevin (ya antîk) jî şer û berxwedan tim hebûye. Lê heta xwe digihîne qirnê nozdehan li ser navê edebiyatê tu tiştekî berbiçav nîn e. Bêguman destan û berhem hene lê bêhtir yekrûyî ye. Pesindayîn û nepixandina lehengan bêhtir li pêş in. Di gelek klamên dengbêjiyê yên kurdî de jî ew yek wisa bûye. Wekî berhema ji şer afiriye tiştekî zêde derkeve pêş çênebûye. Heta wê demê li welatên Rojava qala siwarçakên (şowalyeyên) wê demê, şerê xaçperestan ên li hember misilmanên hişk û bêperwa tê kirin. Di dirûvê wan de jî ne estetîzm lê hişkiyek rastîparêz heye. Şer e û hişk e!

Lê her çi be û çawa dibe jî şer û huner bi hev re hatiye dayîn. Bêhtir qala lehengî û serweriya wan lehengan hatiye kirin. Lê cih nedane têkçûn û xisara civakî û kêmbûna rihê mirovî. Heta di hin cihan de şer wekî “aktîviteytek normal” hatiye dîtin. Lê beramberiya wê ya di jiyanê de wekî anormal, ne ji rêzê û awarte ye.

TESÎRA ŞER Û BERHEMAN

Şerê Cîhanê yê Yekem, yê Duyem, şerên din ên li cîhanê… Wan çawa tesîr li edebiyat û hunerê kirine yan huner û edebiyatê çiqas tesîr li wan şeran kiriye êdî ew karê dîrokê ye. Lê ya eşkere ew e ku şer tesîrê li berhemên hunerî dike û gelek caran dikeve navenda berhemê.

Bifikirin li dinyayê çend berhem li ser şer yan girêdayî şer hatine nivîsîn. Ji Tolstoy bigirin û heta îro em pêrgî çend “Şer û Aştî”yan hatine?

Piştî her şer û berxwedanê berhem hatine afirandin. Çi li vî aliyê dinyayê çi li wî seriyê dî. Lê her daîm hewldan û afirandin çêbûye. Çi li Fransayê Sartre, çi li Almayayê Boll û  Grass, çi li Amerîkayê Hemîngway û çi jî li Kurdistanê Şerko Bêkes.

Her çiqas li rojava berhemdayîna di vî warî de ji ya rojhilat hiştkir(!) be jî di heman mijarê de her du enî jî bi xurtî xwe lê ber didin. Hişkî û nermiya metnan jî pir hindik xwe li gorî sîwana cografîk yan jî civakî eyar dike.

Gelek berhemên ku bi xurtî qala şer dikin piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hatine afirandin. Dibe ku wan berheman di qada hişî, ramanî û wekî din de zêde tişt nekiribe lê rê vekirine ku mirov derbarê şer de hesastir bin. Ev jî bi tena serê xwe hunerek e.

Wekî ku li jor jî min gotibû, ji ber mijara edebiyatê mirov e, bi demê re têgihîştin û helwesta mirovan a li hemberî şer û dîrokê jî diguhere… Lê  rastiyek hiç naguhere ew jî Şer e!

GOTINÊN’ HEMBERÎ ŞER

Ji ber vê yekê helwest û “gotinên” li hemberî şer bêhtir giranbuha ne. Loma jî li dijî şer nivîsandin, helwestek gelekî xurt a hunerî ye!

Lê divê neyê jibîrkin ku yek ji mijarên sereke yên edebiyatê jî şer e û şer ne ew e ku bi tena serê xwe heyatê diyar bike. Şer tenê dibe mijara şêwr û nivîsînê…

Çimkî di nivîsandina berhemên derbarê şer de mirî û birîndar nayên jimartin. Tenê û tenê bi zimanekî henûn ji  bo nifşên paşê tê vegotin. Bi çavekî din em binêrin, edebiyat ne masûm e. Trajediyên herî xedar dike mijara xwe û vedibêje. Ew vegotin jî çîrokek nîvrê ya dîrokî ye… Nîvrê ye, çimkî tiştên piştî şer vedibêje. Her çiqas dema şer de gelek tişt werin gotin jî, ya zêde piştî şer e…

Şerê Cîhanê yê Yekem, yê Duyem û heta şerê Kobanî û Ûkrayna… Gelo wê bi çi berheman derkevin pêşiya me?

Tenê tiştekî berbiçav heye ku ew jî afirandin û kûrahiya di berheman de şer dixe dirûvekî din… Piştî wê demê êdî nifşên nû dizanin çi qewimî ye.

EDEBIYAT HEYATÊ TEMAM DIKE

Esil şerê edebiyatê bi şerê çeperan re ye yan jî bi sersebeb û encama şer re ye. Îfşakirin û vegotina trajediyan bi destê mirovan e. Welhesil bi her awayî xwe digihîne mirovan. Çi bi qencî çi jî bi xerabiya mirovan be edebiyat heyatê bi temamî dike mijara xwe.

Ji Weşanên:

https://diyarname.com/news

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *