EDNAN DOGAN:Ehmedê Huseynî, bîrdanka sînoran û peyvên westiyayî yên reşeewran

Dema Ehmedê Huseynî tê gotin, barana di navbera sînoran de dibare tê bîra mirov.

Desmaleke hevrîşimî ya li têlên rêsandî dinavbera Qamişlokê û Nisêbînê de li ber ba dibe tê ber çavê mirov.

Ehmedê huseynî, di helbestê de, ne xasim di pexşanê de cihekî xwe î girîng heye. Zimanekî resen, bi gotinên ne jirêzê, lê xwemalî, êş, derd û kulên civakê, di warê derbirînê de ew xwe li birînê dipêçe û êşa wê sekan dike.

Carna mirov dibêje qey wî xwe di nava kelepûra helbestê de kûştiye û di nav baxê gulan de xwe bi xwe, xwe binax kiriye û di nav vî baxî de ew bi xwe ji bedêla gul, helbest pijkiviye.
Ew bixwe dilekî bi ax û avê li Amûda şewitî bi bêhna duxana sînemayê pilitkî bûye û di pey de bi agirê helbestê hatiye şuştin.
Ma ne ji xwe tê gotin; dilê bi agirê helbestê tê şûştin, nemir e

Kurt kurmancî ez dibêm heke helbest nebûna, ew jî ji jidayik nedibû û belkî di malzaroka diya xwe de xwe bi xwe, xwe bikûştana.

Ednan Dogan
Swêd: 2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *