Nivîskar  Aynur Aras : Du welat û nivîs

Aynur Aras

Merheba, Qîza ji Serhedan, jina li Swêdan im.

Ji vir pê de, di her derfetê de, ez ê helw bidim bi we re bim.

Ezê ji we re behsa zimanê welatê ‘xwe yê yekemînî’ û welatê min ê ‘duyemînî’ ku niha lê dijîm, bikim, behsa ferdên ku di nava du heb kulturan de asê mayî bikim, socîal psîkolojiya kulturên ji hev û du cuda ne binivîsînim. Û herî pir jî behsa jinê, jina bêrî nifşa min, jina nifşa min û jenerîsyona pey min…

Ji 2007’an vir ve, di qada edebî de, bi zimanê xwe re mijul dibim.. Lezeya ji qehremanekî romana li ber dest aciz dibim, xwe diavêjim bextê hevokên helbestê û gava hesta helbestê siterw dibe dîsa ji qehremanê xeyîdî re pişo û pişoyî dikim, hetanî dilê metnê xweş dikim, dû re ez xweş dibim, û dinya hîn xweşiktir dibe.

Ezê hin hevok û risteyên ji kêlîkek wisa bi we re par ve bikim;

Bi kelandina halanan ve, em kofî û simbêlan badidin, dê me îşligê ji agir li xwe kirîye..rast e em li xwe dikin, li rûyê dinê belkî jî xelkê herî pir xwe li agir pêçaye em in.

Agir jî qet nemerdî nekir her em di hembêza xwe de xwedî kir.

Bi sarbûyîna halanan re, hetanî bi devê çûkê ve jî em avê tînin bi ser êgir ve dikin.

Gava bi xwe dihesin, îşligê hevremîşî defa sîng şewitandiye, hetanî ser wijdanê helîyaye.

Êdî her ferd bi wijdana xwe, ên ku dîsa xwe ji xweliya xwe diafirînin, ên ku xwe bi xweliyê ve dihêrifînin..!

Bi baran silav ji xwendeyên Diyarnamê re…

https://diyarname.com/article.php?Idx=12771

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *