HELÎM YÛSIV: Sirûdên Ehmedê Huseynî..

Ji weşanên Jîna Nû li Swêdê û di sala 1994ê de, pirtûka Ehmedê Huseynî (Rono û Sirûdên Bêrîkirinê) hatiye weşandin.

Bi rastî mirov mat dimîne, dema dibîne berhemên wisa giring bêdeng di bin çavan re derbas dibin û demên dirêj perdeya xwe davêjin ser wan, bêyî ku ev berhem bikevin bin roniya rexne û nirxandinê.

Ev sirûd ji wan nivîsarên ku xwendevan ji xwendina sirûda yekemîn ve têdigihêje ku ne bi pênûseke normal, lê belê bi xwîneke germ, bi tîna canekî tenik, pêjinker û bi dilekî xemgîn(heta tu bêjî bes) hatine nivisandin.

Helbestvan bi êşên kûr u fireh, bi nalînên tariya bêbinî û mîna kurdekî bi hemî bobelat, derd, birîn, kêferat û bi psîkolojiyeke bêsînor dikare bi sirûdên xwe re biherike û Rono ne bi tenê dibe kilîta bihuştê, lê dibe kilîta dojeha zaroktî, pêxwasî û qiriktaliyê jî.

Ehmedê Huseynî qîr û qiyametê di nav toza Amûdê de radike, ala evîna kurdekî birîndar di nîvê sînga welatekî qedexekirî de diçikîne. Bi dengekî germ û bi xunav bi sirûdên evîna sêwî û bêrîkirina zarotiya yekemîn, diqîre.

Bi vî rengî ezmûna ku li ber her nivîskarekî bi xurtî derbas dike. Ango form û avakirineke sazkar ligel hestên dadayî û canekî ji êgir, tevde bi hev re dibin stûn ji nivîsarên wî re. Bi hostayî nivîsarên xwe dirêse.

Tê zanîn ku Ehmedê Huseynî helbestvanekî nûjen û cihêreng e, ji hemû helbestvanên kurd ên ku di nav toza helbestên Cegerxwîn de bêçav mane û rê jî wenda kirine, cihê ye.

Nivîsarên wî bi teknîkeke bilind tên saz kirin. Ew bi awayekî hunerî wêneyên helbestî di asoyên nivîsarê de belav dike û ramanên veşartî zimanên xwe ji dîroka me ya tal re, di her hevokê de, derdixînin.

Lewre helbestvan nirxeke bilind dide peyvên xwe, hetanî ku tu nikarî pêrgî peyveke bêcih û zêde bibî. Di nav sirûdan de, peyv an tîra xwe berdide kûraniya dil an jî rola xwe di sazkirina wêne û sembolan de dilîze û rê vedike li ber gelek peyvên gelêrî û jibîrbûyî ku kirasekî nû li peyvê dike û wê di hundirê hevokan de bi xeml û xêzeke nû bi kar tîne.

Sirûd di rengê pexşanê de ne, lê bi helbestan dagirtîne û bi xweşiyê û girî, spehîbûn, bîranîn, bêhna welatekî bêxwedî û dûr, evîna mezin û kambax û berî her tiştî bi êşa dilekî rastgo û dilsoz, avdayî ne.

Ev kanî tevde sirûdan dibişkivînin û di warê toreya kurdî de cihekî taybet didin wan.

Min dixwest di vê kurtedîtinê de bala kesên rexnegir bikşînim bi alî van afirandinên hêjayî ve, çinkî ev nivîsarên bilind pêdiviyî nirxandineke din û þirovekirineke din in.

Hêjayî gotinê ye ku toreya kurdî(bi zaravayê kurmancî) di van salan de gavên berçav û nirxdar diavêje û Ehmed Huseynî di vê çarçeweyê de yek ji van navên giring e.

2005

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *