Hoşeng Broka- Ehmedê Huseynî: Ku helbest  ji êşê, ji “Girê Şermola”  ji şewatê, ji “paytextên xweliyê” û ji berfê û wêdetir diçe!

Helbest, ku ji hisûtina pirsan û wêdetir diçe*

(1/9)

Helbest, helbesta ku ji wê, rê, diçe giriyê navbera herdu destên Huseynî; ku ji wir rê diçe “sêva navê yara wî”, “êvarên wî yên ji tutinê”, “paytextên wî yên ji xweliyê”, bajarên wî yên ji wexta “dirindeyî” û serhişkiyê, “bejnên yarên wî yên ji êşê”  û goristanên wî yên ji bendemanê, aliyê wexta pirsê, berî pirsê û piştî pirsê ye, ku ji “Amûdê” heta bi “Amûdê” ji “Rono” heta bi “Rono”, ji “kesera navê wî” heta bi “kesera navê wî” û ji mirinê heta bi mirinê, diçe “pêkenîna dijwar a ku jê re jiyan dibêjin” (R.9).

Helbest, helbesta ku ji wir rê diçe wexta navê Huseynî, helbesta wexta êşa kamil û tekûz e,

ku ji tozê heta bi tozê diçe bêrîkirinê;

ji dara hinarê heta bi dara hinarê diçe kesera “qehwehiyê” zaroktiyê;

ji şewatê heta bi şewatê diçe “Amûdekê” ji çûyîna zarokan;

ji “goristana bajêr” heta bi “goristana bajêr” diçe “roja pêncşemê”

ji berfê heta bi berfê diçe silavgeha mirinê;

û ji “Stokholm” a xerîb heta  bi “Stokholmê“ diçe windabûnê: diçe kêlîkên winda, gavên winda, destên winda, mirina winda, goristanên winda, hicrikên winda, asmanên winda, Xwedayên winda, gavên pêxemberên winda; pirtûkên winda û peyvên winda.

Lewra Huseynî bi pêşkêşkirina “berhemên xwe yên giştî” re, hewl dide, ku xwênerên ji wexta navê xwe, ji xwendinê heta bi xwendinê, pêşkêşî destên ji qernefelan ku haha bi babezkê diçin “tavsorka” darbesta wî ya zû, bike: darbesta ku Huseynî bi xwe jî, hîn jê bê hay e, aya ew dê ji Stokholmê, ji berfê û ji oqyanosên sar û wêdetir biçe yan na?(R.9).

Helbest; helbesta ku Huseynî navê xwe yê ji “kesera qehwehîtiyê” li ber asîtankên wê vedaye asmanek “ji şîna bêcir”, ji bersivê û wêdetir diçe pirsê: diçe wexta pirsê, berî pirsê û piştî pirsê, ku ferehtirîn aliyê wê ye.

Lewra Helbest li pey şehdebûna Huseynî wek pirseke mezin ji bo “bersivên mezin yên ku nayên” diçe kesera navê wî.

lewra “helbesta wî ber bi pirsan ve diçe, lê li nik wan ranaweste“(R.9).

Helbesta Huseynî weha ku diçe hisûtina pirsan, dibe helbesta bazdana esih a li dûv ebeda pirsê:

Pirsa jidayîkbûnê ku ji “paytextên tozê” û wêdetir diçû; pirsa “pêkenîna dijwar a ku jê re jiyan dibêjin”; pirsa axê, avê, agir û bayê(1), ku ji têkçûnê û wêdetir diçûn; pirsa sînoran, ku ji “xwîna kewan” û wêdetir diçûn; pirsa kewan, ku ji qebqebê heta bi qebqebê, ji Kurdan diçûn Kurdan;

pirsa êşê, ku ji “Amûdê” diçû “Amûdê”; pirsa şewatê ku ji zarokan diçû zarokan; pirsa yarê û bejna wê, ku ji “êvarê ji tûtinê” heta bi “9êvarên ji tûtinê” diçû “stêrka karawanan”; pirsa navê yarê yê ku Huseynî pê “çûk hînî hêlîna dilê xwe dikirin“(R.161); pirsa darbesta zû, ya ku diyare wê ji berfê biçe berfê(R.9)….htd.

Huseynî, ku bû yê wexta çinîna peyvê, hewl da ku bi “zimanê dayîka xwe“ biçe werzên çinînê: çinîna girî, êşê û şewatê; çinîna kewan, ku “Girê Şermola dinqutî dilên wan“(R.334); çinîna têlên derehî “sînorên serserî“(R.157) û “paytextên pir, ku wexta wan bajarên jidayîkbûna (Huseyniyan) li ber lingan diçûn“(R.346) “; çinîna “stêrkên karwanan“(R.158), “gulên berbero, yên ku bi pêjna Rono dilşad dibûn“(R.112), kulîlkên hinaran û hîroyê ji “bejna yarê“; çinîna “hechecîkên” xatirxwestinê, “mizgînxêrên“ bendemanê(R.101) û “pezkoviyên” ji bêrîkirina herdu dilên “Siyamend û Xecê”(R.92); çinîna “Tariyê“ ku di bendemana “Qazî” de, “di hilma şevê de tîrtir dibû” (R.83); çinîna stiranan, ku wexta wan û wexta “tenbûra ji hêsiran“, “tiliyên Mihemed Şêxo(yê ku bejna wî ji gula berbero û wêdetir diçû), di bêrîka berbangê de diqerimîn“(R.33); çinîna şevê, ku Huseynî “himbêza yara xwe ya ji gulgeniman, bi rondikan hişyar dikir“(R.453); çinîna berfê, ku “çavên wê li ser devê riya (Sîpanê Huseynî) diqerimîn“(R.141) û darbest di bendemanê de hişîn dibûn; çinîna poşmaniyê, ku ber bi “rexên berfê” û “rexên gorisatanê”(R.414) ve dişemitî; çinîna “serhişkiya qonaxê”(R.161); çinîna “êvarên ji mijê“(R.141) ku diçûn “tûtinê” û çinîna heyvê, ku “nedibû gustîlka tenhatiyê”(R.337).

Weha Huseynî bi zimanê dayîka xwe çû wexta giryanê daku pirsan, ji helbestê heta bi helbestê, haşt bike, herweha hewl da, ku bi heman zimanî kêlîkên azadiya bi Kurdî, yên ku ” ji milyonên salan ve bazdayî,  zeft bike”(R.10).

Huseynî weha bi Kurdî, hewl da xwe: ku pê ji êşa navê “Rono”; ji “Xwedayê çiyan ê dil ji berfê“(R.33); ji “Şêxê Sen`an, ku piçekî li ber dergehê mezin ê mizgefta mezin, radiwestiya“(R.401);   ji “3Bûka êgir“; ji “Ebdilbasit, ku Huseynî bêriya serhişkî û bêciriya wî dikir“(R.169); ji “kew, Ku tirsa wî ber bi kenarên goristanan ve diherikî, (Huseynî) hildiperikî barana destê sibehê”(R.321); ji “kew, yê ku eger hat û çar sînorên deyûz xwîna xwe xistin stûyê zemîna wî“(R.328); ji “Kew, ku weku çawa toz dihat ew (jî) dihat (û)  bajarê (Huseyniyan) li ser milên wî diçurisî“(R.369);   ji „Roka ber êvarê, ku bi dilzarî sîtava xwe ji ser keviya kêlan û ji ser kilsa xemgîn a goristanê, dikişand“(R.177); ji “Girê Şermola, ku xweliya xwe bi ser neynika xewna (Huseyniyan) de, dadikr“(R.144), ji “Amûdê, ku (Koçberên wê) diçûn xwê…û dara tûyê di tozê de dima“(R.138)….û ji “goristana bajêr, ku Huseynî nizanîbû dê ewqasî bêriya wê bike“(R.163), helbest û helbest, hez kir.

Huseynî bi Kurdî, ku zimanê toz, gorisatn, yar, “Amûdê”, “Şermola”, “Çarçira”, “Toros”, gula berbero, hecheçîk…. û kewên wî bû, çû helbestê” da ko wateya hebûna xwe ya di vê gerdûnê de ji dest xwe winda neke, da ko mêvandariya wî ne ewqasî bi jiyanê giran be, da ko bê ser û şûn ber bi rexê tarî ve neçe“(R.10).

 [1] Huseynî  hewl dide ku ji pesnê û wêdetir ax, av, agir û bayên xwe yên jidestçûyî, di şîheşîha pirsê de beşdar bike: Lewra ji agir heta bi agir “wê navên şekestî û rengtarî(ku rê ji wan diçe bîra Huseynî) geşbûna xwe bidomîn in“; ji avê heta bi avê dê nimêjkerên ku duwa û dirûze ji wan diçin aliyê destên Huseynî “nimêja xwe ya dawîn, nimêja herî dirêj di hişê lavlav û hîroyê de, li bin baskên Ferat kuta bikin“, ji baranê heta bi baranê, dê “keskesor (…) qolinca (yara Huseynî ya ji êşê) ko ji ber termê Helepçeyê mabû, ji xwe re, ji taya çiyan re, ji şevnema destê sibê re û ji çûkên malwêran ên bêrîkirinê re (bike) balgeha sermedî ya maç û rengên qedaxekirî yên ala avê”; ji avê heta bi avê „ av (dê her av be) û aviya goristanên belavkirî (dê di ser ve biçe); ji axê heta bi axê, dê zarokên ku rê ji navên wan diçe giriyê Huseynî, bimînin “neviyên bê nav û paşnav, yên axa ko porê xwe ji ber derdên bûyeran spî kiriye“, û ji axê heta bi axê, dê ax her ax be û “kildankên bajar û gundan (dê) hilbiperikin mijangên westiyayî“     R. 102,103, 104v, 106,107.

*Amaje: Hemû rûpelên ku di gewdeyê vê xwendinê de, wek çavkanî hatine destnîşankirin, ji pirtûka helbestvan in: Ehmed Huseynî: Dîwan(berhemên giştî), weşanxaneya Avesta, Istanbul, 2001.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *