Ehmedê Huseynî xwîna xwe dike hibr û pê helbestê dinivîse

RÊNAS JIYAN:
Helbestkar Ehmedê Huseynî, xwîna xwe ji xwe re dike hibr û pê helbestê dinivîse.
Bêguman ew, lûtkeyeke ji lûtkeyên helbesta Kurmancî ye.
Li zozanên lîteraturê digere îmaj û têmayên esîl û destpênebûyî ji bo me kom dike û xelatî me dike.
Heke em wî nexwînin em ê tahma bilindahiyê nizanibim…
Ji dêvila avê bi xwînê stiraye herriya kerpîçê poetîkaya xwe.
Qederek e ji bo me, ji fezayê pengiziye dinyaya me û ecacokên dil û hiş radike di ruhê me de.
Hêjayî herf bi herf xwendinê.
Di paxila xwe de rastiya kevokên serjêkirî û kesera jinên kirasên hûçik lixwekirî vedişêre.
Hezkirinên wî di bedewiya avê de ne. Janeke berdûş û bejî ye çîroka wî.
Encax bêrî dikare wî bi nav bike; çirûsk dikare wî vebêje.
Yên weke wî, di heyatê de ji bextewariyê jî hindiktir in. Ê wî bêtir mirin lê dike.
Girî heq dike; lixwexistin û sînghedimandina pîrekên xweşik jî heq dike û hevaltiya bi mirinê re jî heq dike.
Weke çirûskîstekî ez emrê wî pîroz dikim.
2005