FÎXAN HÎMO: ÇÛKO!

ÇÛKO! Deyne li ser darê

Xweş e navê buharê

Bik çîv çîv li her  warî

Mêrg û kanî li wê xwarê

Bû solîn û daket        jêr

Ev welatê bi xêr û bêr

Baskan veke li cîhanê

Wan awazan xweş bidêr

Tê hêlîna xwe       çêke

Hîna buhar destpêk e

Wan qirşikan bid hevdû

Xweşik serdoran lêke

Çûko! Bifire bi hesanî

Gul ban dike tu kanî

Bê sînor e jîna te

Te ji mir mizgînek nanî

Mane ez û tu dost in

Ji te awaz û ji min hest in

Te ji xwer hêlîn ava kir

Hêlîna min tev xistin

Ê min ez mame bê war

Hêlîna min hate xwar

Ta hêlînek min çêkir

Birandin şaxik û dar

Kine dem buhar û gul

Xweş bixwîne wek bilbil

Ew qirşik tev te dan hev

Ê min ka bask û nikil

Bik şahî li nav baxan

Biparêze wan şaxan

Azadî pir xweş e lo!

Tu carî neke    erzan

Mezin bik çêlîkên xwe

Bixemlîne dara     xwe

Wan fêr bike asoyan

Li wan bike şîretên xwe

Ê min çûne kur zarok

Hewşek vala pîrebok

Tîpên ku min tev danîn

Sed xwezî mane lîstik

Çûko! Here      bifire

Daristanek  bê ser e

Keskesore li jora te

Ê min dûman û şer e

Çûkan heman li xwe bicivîn

Wan fêr bike çi ye   jîn

Ê min li ser riya ziman

Dest zel’itîn tev bûn xwîn

Min got fêrbin kê guh da

Bê zanist û bê seyda

Ta pênûsek min dizî

Baranê li bela min da

Çûko! Here tu ciwan

Vaye pîrbûye Fîxan

Raza min bik eşkere

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *