Helbestvan û hunermendê kurd Zekeriya Efrîn

 Helbestvan û hunermendê kurd Zekeriya Efrîn an bi navê xwe yê din Zekeriya Dawûd di sala 1974an de, li herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn)ê ji dayîk bûye.

 Zekeriya Efrîn qonaxa seretayî û amadehî li dibistanên Efrînê xwendiye û di sala 1991ê de, ji amûjgeha Mûzîkê ya bajarê Helebê derçûye.

Ew piştî ji amûjgehê derdiçe dest bi karê mûzîk û nivîsandinê dike. Her weha ew di salên 1990î û bi şûn ve dest bi helbestvaniyê dike. Di sala 1994an de, ew gelek helbestan bi zimanê kurdî dinivîse û belav dike, helbestên weke: “Evîna Min, Rêwiya Min, Axa Welat, Rindê Kurdistanê û hwd. Piraniya helbestên wî di wê serdemê de bûne stran û li ser zimanan geriyane.

Yekem berhemên Zekeriya Efrîn pirtûka helbestê yê bi navê “Lîlav” bû, ku di sala 2001ê de, li Weşanxaneya Sariya Baran hatiye çapkirin. Her weha (Zekeriya Efrîn) bi domana demê re gelek berhemên dîtir nivîsîne yên weke “Pêlên Birîndar (2004), Peyv Dibe Bîranîn (2006), Sêdoz (2021)”

Li rex van berheman, Zekeriya pirtûka helbestê ya bi navê “Em Hene” ji bo çapê amadekiriye. Gava mirov berhemên helbestvan dixwîne tê de xwezayê kurdistanê, evîna rasteqînî, lehngiya zarên welat û xîretiya jina kurd dibîne.

Tevî wê jî Zekeriya di warê mûzîkê de ked û xebateke mezin kiriye. Ew bi dehan giropên mûzîkê perwerde kirine û derhêneriya gelek kilîpên hunerî û belgefîlmên hunerî jî kiriye.

Zekeriya Efrîn ji malbateke welatparêz û hunerhez e malbata wî jî di nava karê mûzîkê û hunerê de ye. Hevjîna wî Yara Hebîb û Keça wî Firişte Efrîn stranbêjiyê dikin û ta niha gelek stranên ji berhemên wan li ser Televeziyonan û malperan hatine belavkirin.

Eve jî yek ji helbestên Zekeriya Efrîn:

HEVSENG

Pênc hezar sal in

     Li ser pêsîra evîna welatê min

       Reş teyîrên dev bi xwîn

 Sitranên mirinê dixwînin….!!

Her dem kirine xwedî

     Nasnama bi qirêj û kembax…!

 Jina ser bi gul

    Weke lîstokên biçûkan

        Didin nasîn… …

Lê pişt çav dikin ku :

      Dar mê ye…

 Hingivîn mê ye…

 Av,

 Ax,

 Asîman jî mê ye….!

 Dayîka min jî wisa ye…

Weke cîhaneke zelal

     Weke derya xwîna pel dayî ye…

 Ne amrazê

        Xweşikbûnê ye….

 Belê….. ………..

         Jin hebûneke bê binî ye…!

 Ji huner…

 Ji hestan…

 Ji raman….

     Ji eşq û Evînê ye …

 Xweza bi xwe ye…

Çanda hezar salan e

     Rêça ser rast kirina

           Mirovan e…

 Guherîna sed sala nû ye….

    Teşiya pêlên baldar e

 Bihna qermûçekên

      Eniya

            Dem salan e .

Zekeriya Efrîn …………….. (pêlên birîndar 2

Jêder:

xelat.org

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *