Xwîner ji tehma wêjeyê bêpar man!

Nivîskarê kurd Mehmet Uzun ku bi gelek pirtûkên xwe yên kurdî xizmeta zimanê kurdî kir, di 11’ê Cotmeha 2007’an koça dawî kir

Di 11’ê cotmehê de pelek ji dara wêjeya kurdî weşiya. Xwînerên kurdî ji tehma pênûsa wêjevanekî jîr û jêhatî pêpar ma. Yek ji nivîskarê kurdî ye ku berhemên wî herî zêde tên xwendin û hezkirin.  Belê 16 sal di ser wefata nivîskar Mehmet Uzun re derbas bû. Bi minasebeta salvegerera wefata nivîskarê hêja em jî wekî rojname wî bi bîr tînin û kurte jiyan û serboriyên wî bi bîra xwînerên xwe dixin:

Mehmed Uzun di 1’ê çileya 1953’an de li Sêwrega Riha yê ji dayik dibe. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê dewleta tirk ve tê zîndankirin. Ji ber gef û zextên dewletê di 1977’an de neçar dimîne biçe Swêdê. Uzun dibe nivîskarekî navdar. Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Ne tenê bi kurdî, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Xelatê werdigire

Yek ji nivîskarê kurdî ye ku berhemên wî herî zêde tên xwendin û hezkirin. Bi taybetî ronên wî yên Siya Evînê û Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê gelek tên ecibandin. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin. Ew endamekî çeleng ê PEN’ê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Di sala 2001’an de xelata Torgny Segerstedt werdigire.

Salên bi êş û azar

Uzun di sala 2005’an de vegeriya Tirkiyeyê û li Stembolê dimîne. Di 29’ê gulana 2006’an de nexweşiya giran a penceşêrê lê peyda dibe. Di destpêkê de, li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê tê dermankirin. Her wiha ji bo çareserî û dermankirinê diçe Amerîkayê jî. Lê mixabin ew nexweşiya giran êdî têkoşîna wî ya jiyanê bê bandor dike û di 11’ê cotmeha 2007’an li Amedê ji ber vê nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe. Gora wî, li goristana Deriyê Mêrdîn a Amedê ye.

https://xwebun1.org

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *