Helbestvan Pêşeroj Cewherî : Keça meda

Ez dil ketim keça meda

Delal û rinda bihêre

Barê eşqa wê giran bû

Bi ser de kula bidêre

        Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Eşqa me binav ú denge

Biser me de got û cenge

Keçê haya te, j min hebe

Ku mirim ez tu sebebe

       Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Neke bi ya dê û bavê

Ji wî dilê xwe me navê

Kedera pir lihevhatî

Wek ava dicle feratî

        Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Min jîna xwe hemî dayê

Dikim nakim min ve nayê

Mixabine keça meda

Bi min te bo hêvî neda

        Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Ketim tora heyva şevê

Bilinda rê pênakevê

Xwezî ji xwedanê banî

Derman bidestê xwe banî

       Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Dildar û hestê wê xwarim

Birîndarê destê yarim

Were nik min mesîha min

Derman bike birîna min

       Ez dilketim keça meda

       Evîndarê keça kurda

Pêşeroj Cewherî…16 – 3 – 2024

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *