XOŞMAN QADO: KOBANÎ Û KULMEKE STÊR..

Kulîlk wê bikene,

Kulîlk wê şerm bike

Lê wê bibişkive.

Ez ê bang bikim ji serê çîyayekî

Rêvan im ez…. Rêvan im.

Wê stêr dawerive, mîna firmêskekê,

Wê bîranîn mîna dilopan ji laşê vî welatî biherikin.

Ez keça vê jîyanê me,

Rêvan im.

Min ji dengê çivîkan hez dikir,

Ji hêlan û hembêza dayîka xwe jî hez dikir,

Lê ez çi bikim?!

Min laşê xwe kir perwan,

Da ku kulîlk bibişkivin

Û çivîk xemgîn nemîne.

Rêvan im…… Rêvan im ez.

Bila heyv baş gulîyan bihûne,

Xweş e jîyan

Xweş e evîn

Xweş e bêhna axê,

Ji ber ku laş jî bêhn e.

Her tişt pîroz e mîna me,

Xoşman Qado: Her tişt xak e mîna welatê me.

Bi dengê gulle û bombeyan re refê qulingan li Kobanîyê bi cî dibûn, bi dengê Vîyanê re êşa bajarekî dihate hêran da ku karbin rûyekî nû ji bajêr re biafirînin. Li Kobanîyê, dîwaran xwe di hembêza Şehîdan de diparast, kolan jî çavine ronîkirî bûn di tarîtîyê de. Anuha jî ew kolan bi navên wan çavan hatine naskirin, her kolanek bîrewerîyek e û her bîrewerîyek xizêmek e di hişê bajêr de; tu kes hay ji bedewbûna asmanê vî bajarî nîne.

Bi destekî laşê hebûna xwe dikişînim ber bi dîwarekî de ku dike biherife, û bi destê din cîyekî ji xewna xwe re dikolim da ku ev xak -berî hembêzkirinê- min baş nas bike. Dibe ku hûn navê min li ser kêlan nexwînin, dibe ku hûn wêneyên min jî nebînin û dibe ku hûn min bi carekê re jî nas nekin; ne xem e, ji ber ku hûn ê bêhna hebûna xwe bikin, hingê ez ê jî bi we şa bibim. 

Li vî bajarî, xak bi tena xwe radihêje barê wêranbûnê, ji lew re jî ew heta nuha bêdeng e. Ma kesî hewl daye ku di dawîya şevê de yan destê sibehê lê guhdarî bike. Tenê ew dara ku li bakurê bajar e, nîşana ronîyeke sermayê ye ji hêlîna gellek kewan re. Vê carê kew rûyê xwe bi ba re neguhert û karîbû vî bajarî bike çavşînkek li ser enîya cîhanê; çavşînkên ku di gerdenîyên kewên gozel de diçirisîn çaxa ku ewr stêr di xew re dibir.

Li ser girê Miştenûrê, bajar dibe hêlana stêrkan, her ku yek vedimirî heyvik bilind dibû û asmanê bajêr hênik dikir. Li ser gir, pinpinîk gellek rû di nav reqepolkan de hiştibû û xwe bi aramî di hembêza vî bajarî de dikir bêhn. 

Di kolanan de, zarok bi dûv şopa rêyên mal û dibistanên xwe yên berê diketin û her roj li bende çivîkan diman da ku bi baskên wan re toza porê xwe daweşînin. Zarok xewnên vî bajarî ne, ji lew re jî ew her tim bawîşkî dibin li ber pêla bazdanê.

KOVARA ROJAVA. Hejmara(3)an. Havîna 2020an

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *