Ehmed Husyinî -TEMBÎNAMEYA ROJAVA

Barê vê tembînameyê barekî pir giran e
Keserên vê tembînameyê bi qasî birînên dayikên reşgirêdayî kûr in
Ez tembînameya Şêx Ubeydulahê Nehrî me
Ez tembînameya Şêx Seîdê Pîran im
Ez tembînameya Simko û Qazî me
Ez tembînameya Şêx Mehmûd û Berzanî me
Ez tembînameya Mezlûm û Egîd û Heqî me

Dastan im
Jînenîgariya eşq û evîna kur û keçên şervan im..
Li Rojavaya we, dema ku peyv ji dayik dibe
Di baxên ronahiyê de dil dipişkivin

Li aliyekî wan dilan, xweşmêrên efsaneyê
Û li aliyê din tirsonek û nokerên bîra min

Li aliyekî wan dilan, lehengên çeperan
Û li aliyekî din bazirganên xwîna min

Li aliyekî wan dilan
Evîndar
Dilsoj
Destpak
Û li aliyê din, diz, keysperest û kujerên xewna min

Rojava di tembînameya xwe de dibêje, diqîre, dinale:
Hema bi qasî ku Serhed
Hema bi qasî ku Seydo
Hema bi qasî ku Lewend
Hema bi qasî ku Baran û Çekjîn, Viyan û Arîn
Ji min hez kirin,
HÛN JÎ JI MIN HEZ BIKIN!

Show More