Ardilan Abdo : XWEŞIKA XWEDÊ

Ji PIRTÛKA ( GAVA MIRÎ DIMIRIN)

Çendîn min bêriya dêmên fediyokî kiriye

Û lêvên di nava lêvlên min de pevçûn dikirin

Li vir di nava destên bêrîkirina te de

Dilekî şikestî me

Ma ne gerek nuha tu li vir ba

Ma ne gerek îşev baran têra xwe bi hatina te re, bihata

Û di bin barana bêrîkirinê de,

Di himêza peyvê de

Me yê têhna xwe şikandiba.

Lê ne tu hatî

Ne jî bêbava baranê

De wê çawa dil bi nehatinê re neşke!!!?

Û bêrîkirina netebitî bawî nebe!!!

Te serê pênûsa hestê min ya tûj,

Bi nehatina xwe re ko kir,

Û min xewna di bêrîka bendewariyê de ji xwe xist

Tu dizanî ez îro mîna miriyekî berbi malê ve

vedigeriyam

Min zindî didîtin

Çawa di nava xirecira jiyanê de li hev diketin

Wan jî ez didîtim ma ne dibêjin:

( Zindî miriyan nabînin)

De çawa min didîtin!!!!?

Dibe ez miriyekî zindî bim

Û hîn jî ha ji xwe tune me!!!

Her tiştên li malê bi min û te re ketibûn pevçûnê.

Li ser nehatina te.

Ji bo xêr hatinê

Mîna zarokan xwe xemilandibûn

Destên xwe hawilo vekiribûn,

Ta te himêz bikin

Lê çavên min birijin, te nedîtin

Tiştên ne di dema xwe de, çima tên !!!?

Û çima wê bibin sedema nehatinê!!!?

Di gewreya min de gilokeke ji gotinan asê maye

Ne derdikeve Ne jî tê xwarê

Dizanim nuha li wir tu jî digirî

De ka were em bi hev re bigirîn.

Ardilan AbdoFinland

75 Comments

  1. Hello! I’ve beeen follosing your webb site foor somke time nnow andd
    finally ggot thhe courage to go aheaad and give yoou a shout outt from Austijn Texas!
    Just wantred to tell you keep uup the gpod job!

  2. Thumbs up! Some nice points there. Hit me up! I enjoyed your post. Thank you. fast service. It’s like you wrote the book on it or something. I really like your article. Interesting content. You are a very persuasive writer. Interesting content. I really like your article. Thumbs up! Nice read. It’s like you wrote the book on it or something. I really like your article. I enjoyed your post. Thank you. Hit me up!

  3. I really like your article. I truly appreciate this post. Nice read. Great read. big hammer are a rip off Thanks for writing this. Some nice points there. Your article has proven useful to me. It’s like you read my thoughts! This is an excellent, an eye-opener for sure! Good job on this article! It’s like you wrote the book on it or something. It’s like you read my thoughts! This is an excellent, an eye-opener for sure! Great post! It’s like you wrote the book on it or something. You appear to know a lot about this.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button