(HRRK)ê Sîwana Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ye

Birûc Resûl/ Qamiçlo

Mistefa Ebdo diyar kir ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku di sala 2004’an de hat damezrandin, ji bo pêşxistina rewşnbîrên Rojavayê Kurdistanê derfeta pêşketinê pêşkêş kir, herwiha ji bo parastina çandê kar û xebatên cûr bi cûr dide meşandin.

Ji bo pêşxistina xebatên Çandî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê piştî serhildana Qamişlo di nîsana 2004’an de li bajarê Sandviken ê Siwêdê, bi amadebûna 40 nivîskar, hunermend û rojnemevanên kurd ku hat damezrandin. HRRK’ê di sala 2016’an de li bajarê Bielefeld ê Almanyayê kongreya xwe ya 4’an li dar xist û biryar wergirt ku navenda xwe bibe Rojava, her wiha li Bakûr û Başûr du şaxên xwe jî ava bike. Piştî vê biryarê hem şaxê Bakûr li Amedê û hem jî şaxê Başûr li Silêmaniyê avakir. Hevgirtina Rewşenbîran di 23 û 24 Kanûn a 2016’an de 5’emîn kongreya xwe li Qamişlo lidarxist.

Derbarê kar û xebatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê nivîskar û çîgirê hevserokatiya HRRK’ê Mistefa Ebdo ji Rojnameya me re axivî.

Ebdo diyar kir ku ji bo pêkanîna prpjeyên Çandî û rewşenbîrî HRRK’ê hat avakirin û wiha domand: “Piştî birîn û xwîna mezin a serhildana Qamişlo ya 12`ê Adara 2004`an,ji bo piştgiriya serhildana gelê xwe û parastina çand û zimanê gelê kurd, me Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê li Ewropayê ava kir, her wiha piştî konferansa xwe ya 4`e mîn, HRRK’ê vegeriya welatê xwe û çalakiyên xwe berdewam kir. Me konferansa xwe ya 5’emîn li Rojava li darxist. HRRK’ê hewil dide ku riya xwe ya çandî û neteweyî bişopîne û herdem parastina çandê bike. Li ser vê bingehê çalakiyên cûr bi cûr li dar dixe. Hevgirtina rewşembîran di wê baweriyê de ye ku avakirina her saziyek çandî ku hemû xebatkarên wê di warê çandî, zanînî û rewşenbîrî de xebatê dikin, divê karê wan li ser bingeha baweriya bi azadî û rûmeta mirovan be. Parastina Çandê jî rêzgirtina li xwîna şehîdên ku ji bo nirxên azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirin e.”

Çalakî û xelatên salane yên (HRRK)

Mustefa Ebdo derbarê çalakiyên HRRK’ê wiha got:

Yek ji xelatê (HRRK) ê   Xelata Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya Afirînerî û Xweseriyê di sala 2016an de hatiye damezrandin û xelatek e ku di bin çavdêriya desteya îdarî ya (HRRK) de ye û nirxê wê ji bilî mertalê yekîtiyê hezar dolar e. Yekîtî bi rêya vê xelatê hewl dide ku afirînerên Kurd bi rola wan di guhertina sehneya çanda Kurdî ber bi baştirbûnê ve binirxîne.Prîterên hilbijartina serketî li ser hebûna wî li Rojava û bi giştî ezmûna wî û bandora wî li ser sehneya çandî li Rojava, Sûriyê û hebûna Kurdan bi giştî.

û “Yek ji çalakiyên HRRK’ê Pêşbirka Helbesta Kurdî A Ciwanan e, ev pêşbirk salan e ye û bi serperiştiya Komela Xêrxwazî ​​ya Janî Xelef tê lidarxistin, di pêşbirkê de ciwanên Rojava ji temenê 18 heta 30 salî tê beşdar dibin, di pêşbirkê de xelata yekem 500 dolar, ya duyem 300 dolar û ya sêyem 200 dolar e). Herwiha Festîvala HRRK’ê jî  salan e tê li dar xistin û tê de çîrok, helbest, şano, fîlmên sînemayî, pêşangeha xêzkirinê û çalakiyên hunerî pêk tên û 20 rojan dewam dike. Di heman çarçoveyê de di meha Remezanê de her sal bernameya Remezanê ya bi navê Fenerên Rojava ku komek çalakiyan di nava xwe de dihewîne, tê lidarxistin. Herwiha di hefteyî de, her sêşem çakiyên wêje û hebesta Kurdî a kilasîk tê lidarxistin, hêjayî bîranîne ye ku (HRRK) sala 2023`an bi navê sala Melayê Cezîrî ragihand.”

’HRRK’ê hewil dide bingeha xwe firehtir bike

Ebdo da zanîn ku ku HRRK’ê hewil dide ku bingeha xwe berfirehtir bike û rewşek nû ya çandî biafirîne ku hêjayî rewşenbîrên Rojava û afirîneriya wan be, herwiha layiqî êş û azarên gel û qurbaniyên mezin ên ku ji bo mparastina xakê hatin e dayîn, be.(HRRK) di wê baweriyê de ye ku erkê exlaqî û berpirsiyariya dîrokî ya rewşenbîran, ew e ku bi tevahî pirsên netewe û civaka xwe re alqdarbin û ji bo wê têkoşînê bikin. Di şert û mercên niha de ku êrîşên dagirkeriyê li ser hermên me zêde dibin, erk û peropirsyartiya rewşenbîran jî mezintir dibe.”

Nivîskar û Çîgirê hevserokatiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Mistefa Ebdo axaftina xwe wiha qedand: “HRRK’ê hewl dide ku hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bigre nava xwe. Çanda kurdî di dîroka xwe ya dûr û dirêj de rastî gelek zordestî û biçûk xistinê hatiye, çawa ku zimanê kurdî hatiye qedexekirin, em di wê baweriyê de ne ku ev yek erkê me ye, em wek Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bibe sîwanek berfireh û bi alîkariya hemû yekitî, ji bo parastin û belavkirina ziman û çanda Kurdî kar dikin.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *