TAHSIN AKTAŞ   / EFRÎN Û 58 ŞEV

Deng ji binê erdê dihat,

Zinar û lat bi hevûdû re ketibûn

Pêşbirkê.

Stêrk li asîmanan dicemidîn

Pêşbirka şevên bê dawî dihat

lidarxistin EFRÎNA min,

Tu serê xwe rake..!

………………………………..

Hogeçan li qûntarên çiyayên kurmênc

Qad bi qad çeper ji hevûdû

didizîn.

Weke kewê ribat li ser wan

Zinarên bi heybet gazî felekê

dikirin,

Simbêl sora tîr û kevan li xwe

dişidandin û didan li ser

Şopa Derwêşê kal

Ma ne bese feleka bêbext,

ma ne bese..!

………………………………..

58 şevên kûr û dûr

bi newayek xemgînî gulîyên

Karîxezalan dihûnand,

da kû bazên zeytûnan xwe berde

Newalên çiyayê Evdilezîz

Destegulekê bide li ser gora SILAVA

Û nameyekê li ser navê

Simbêl soran bi dara zeytûnê ve

daliqîne.

Ma ne bese 58 şevên kesk,

Ma ne bese lêêêê..!

……………………………

Bûka welatê min,

Rondikên lawên bava kesk dihatin

Xwarê,

Zozanê welatê min reş girêdabû

Bûk hatibû xemilandin

Zavayê welatê min di berqefa de

asê mabû.

Diqîrîya û dilezand

da kû xwe bigihîne xana kihêlan

Siwarî kihêla şînboz bibe

Û zengûya bişidîne

Mizgîniyekê bide Derwêşê kal

Ma ne bese ezgorî,

Ma ne bese..!

Tahsin Aktaş/France

71 Comments

  1. Whatys upp very nide website!! Man .. Beautifyl ..
    Supdrb .. I will bookmark your site and take thhe feeds also?
    I aam gladd tto search out soo many useful nfo right here iin the publish, wee
    need debelop extrra strategies inn this regard, thank you foor sharing.
    . . . . .

  2. I’m nott sue whyy butt thi weblog is loading very slow forr me.
    Is anyone else habing this issue orr iss iit a issuhe on my end?
    I’ll check back later on andd see iff thhe pfoblem sgill
    exists.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button