Mustefa Ebdo: Berxwedana Gelan Planên Dijmin Têk Bir

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di Oct 18, 2023

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mustefa Ebdo diyar kir ku  êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi êrêkirina hêzên navneteweyî yên pêk tê û got, berxwedan û têkoşaîna gelan planên dagirkeriya Tirk têk birin.

Di rojên dawî de, dewleta Tirk êrîșên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kiriye, di wan êrișan de gund, dibistan, xelkên sivîl, jin, zarokan jî dike hedef. Bi salane dewleta Tirk bi armanca dagirkeriya heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze pirojeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê tunê bike. Ev êrîș heman demê siyasetên dagirkeriyê yên yê qirkirinê ku li hemberî gelên heremê dide meşandin, eşkere dike. Bi salvegera dagirkerina Serêkaniyê û Girê Spî re dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Di encama êrîşan de binesaziya herêmê jî dike hedef. Armanca sereke ji êrîşên dewleta tirk a dagirker tunekirina aboriya herêmê û koçberkirina gelên wê ye, li hemberî wê  jî berxwedana gelan gihiştiye lûtkeyê.

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê  Mustefa Ebdo ji rojnama me re axivî.

Dewleta tirk a dagirker qirkerê gelan e

Mustefa Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser xwînan gelan hatiye avakirin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bê navber şer û êrîşan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne, ji 4`ê Cotmehê ve, dagikerî bi rengekî dijwar û hovane êrîşî herêm û binesaziya herêmê dike. Dewleta Tirk a dagirker hebûna gelên resen qebûl nake. Dema ku dewleta Tirk a dagirker dibînê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kurd destkeftiyên mezin bidest xistin, gelên herêmê bi pirojeya Rêveberiya Xweser jiyanek komînal bi hev re jiyan dikin, ji ber vê sedemê li dijî gelên herêmê û bi taybet gelê kurd êrîşan pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker mafê gelan ji gelan dibe û cîhan li hemberî wê çavên xwe digirin. Em nikar van bûyerê ku niha çêdibin; êrîşa Humis, şerê li Filistîn û Idlibê wan ji hev dûr bixînin, ji ber tê diyarkirirn ku hevpeymaneke di navbera dewletan de. Hêzên navneteweyî  çavê xwe ji êrîşên dewleta Tirk a digirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê digire. Herwiha Rûsya û tevahiya hêzên navneteweyî ji bo berjewndiyên xwe çavê xwe ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker digrin.”

 ‘Armanca dewleta tirk a dagirker têkbirina aramiya herêmê ye’

Mustefa Ebdo balkişand ser bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî êrîşê ku dijî glan tên meşandin: “Bêdengiya Emerîka tê wateya ku wê gilopa kesk daye dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bîne, li hemberî wê jî berjewendiyên wê hene, herwiha dixwaze rê li pêşiya Rûsya bigire û guhertineke demokarafîk li ser xaka Kurdistanê bike. Dewleta tirk a dagirker naxwaze gelê kurd û pêkhateyê herêmê bi aramî jiyan bikin, metirsiya wê heye ku bandorê di nava gelê wê de jî bike, Ji ber di nav tirkiyê yê de rewşa aborî gelek xerabe û welatiyên wê nerazîbûna wê ji vê rewşê heye, ji bo wê dixwaze bi pêşî de bireve û pirsgirêkê xwe derxe derve. Dewleta Tirk a dagirker bi navê olê gelê Tirk bi xwe ve girê dide û bi navê ol êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, lê ew bi xwe dûrî olitiyê ye. Armanca dewleta tirk a dagirker ji binesaziya herêmê ku aboriya vir tune bike û milet dijî rêveberiyê derxînin. Di şerê Dêra Zorê ê dawiyê de her kes dizane destê dewleta tirk û Îranê tê de hebû û pilanênê wê li wir têk çû, ji bo wê rê li pêşiya wê neman êdî êrîşke hovane dijî pêkhateyê herêmê dike. ”

Berxwedanê li hemberî êrîşan zêde bikin

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mustefa Ebdo axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd nêzî 13`e hezar şehîd daniye û çeteyên DAIŞ`ê ku metirsiyek li ser tevahî cîhanê bû şikand, gereke dewletên navnetewî bi balkişandin êrîşên dewleta dagirker li ser herêmê bakur û rojhilatê Sûriyê qebûl nekin. Em bang li rewşenbîr û aştîxwazê cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşan bisekinin û bêdeng nemînin, herwiha bi berxwedan, pênûs û dengê xwe em li pişta miletê xwe ne û em girêdayî bajarê xwe bin, berxwedana xwe zêde bikin ku rê nedin dijmin ku armanca wî here serî.”

72 Comments

  1. Thank you, your article surprised me, there is such an excellent point of view. Thank you for sharing, I learned a lot.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button