Ehmed Huseynî – rojava https://rojava.net Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Wed, 21 Jun 2023 13:35:24 +0000 en-US hourly 1 https://wordpress.org/?v=6.9.4 https://rojava.net/wp-content/uploads/2021/06/cropped-hrrk-logo-32x32.png Ehmed Huseynî – rojava https://rojava.net 32 32 Ehmedê Huseynî: Şêxê Helbestê https://rojava.net/sexe-helbeste/ https://rojava.net/sexe-helbeste/#comments Mon, 19 Jun 2023 07:13:31 +0000 http://rojava.net/?p=2581                                                                                                           “Ji Şêxê Helbestê Ehmed Huseynî re

Ayhan Erkmen :  

Ew peyvên efsûnî ji dilê ruhanî dilop bi dilop dipalin dilê me. Şêxê min, Şêxê Helbestê, Ehmed Huseynî ji xirecira vê dinya derewîn dest kişandiye, kela dilê wî di coyeke din re diherike. Ji bîst sal berê dema ku min li Amedê dît, ji ber nefispiçûkbûna wî matmayî mam. Behra helbestê pêş min bû û bi wê kurahiya dilê xwe, yên li pêş xwe mest dikir. 

Ji bo xebata bi nirx ya “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê,” min dîwana Şêxê xwe hilda û çend rojan bi wî re rabûm û runiştim. Şêx ji pêşengên helbesta kurdî ya nûjen e. Helbesta wî manîfestoya evînê ye; evîna welat, gel, azadî, çand û awazê… Ji ber kurahiya helbesta wî peyvên min ê sivik bimînin û êz ê xwe biavêjin ber siya helbestên wî.

Nexşeya te ji ber çavên min dizîn

Agirê maça te ji ser lêvên min dizîn

Ji hestên min ferhenga zimanê te dizîn,

Ji buhara min keskesora kenê te dizîn

Ji sibeha min xunava gizinga te dizîn

Ji êvara min tavsorka asoyên te dizîn

Ji guhên min ritm û newaya navê te dizîn

Lê dikin û nakin…,

Nikarin evîna te ji dilê min bidizin.

Ji bo Ehmed Huseynî her tiş bi trajediyekê dest pê dike; welatekî qedexe, zimanekî qedexe, hizr û hestên qedexe… Dema ku dixweze bibe zimanê vê qedera kambax, sînor derdikevin pêş, jiyanê wisa jê re teng dikin ku Şêx neçar dimîne, dilê xwe li welat dihêle û berê xwe dide xerîbiyê.

Me bar dikir, Xweda stûxwar dibû

Me bar dikir, Aras xembar dibû

Me bar dikir, gerdûn gemar dibû

Me bar dikir, jiyan temsar dibû

Şêx bi zimanê qedexeyî, dû ruhê ber sekaretê dikeve, dixweze bibe awir, bêhn û qîrîn… Çeka wî bi tenê “peyv”e. “peyv” zûha û nîv ruhî ye û ji derge û dîwanan durxistiye. Şêx wek sîmyavanekî dû nirx, hizr û hestên jibîrbûyî dikeve, helbet ne hesan e; welatek çar parçe, hişmendiyek parçeparçe û qedexe di ser de jî  eyb û şerm… Hewcebû ku peyv bi wateya xwe ya efsûnî wek çûka ankayê rabûya ser piyan, perveda û bifiriya. Şêx bi wê rol û ristê radibe, peyvan di nava dilê xwe de dimeyîne û dû zarokatiya xwe, xewn û xeyalên xwe dikeve…

Min dixwest tiştekî ji te re bibêjim

tiştekî bi qasî welatê min şêrîn

bi qasî azadiyê xweşik

bi qasî dilê dayika min germ…

Şêx ji kaniya Baba Tahirê Ûryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cîgerxwîn… ava heyatê vedixwe û bi tola  Fesîhê Seyda û Kesrayê Ebdê yê bêmiraz radibe, Ebdurehmanê Mizûrî, Rojan Bernas, Selîm Berekat…  rê nîşandidinê, di xelwetgeha helbestê de şîreta “Ehmed ji pey helbestê veneger û hergav wek xwe binivîsîne, ne wek kesî din” ji xwe re dike guhar. 

Xwendina wî ya bilind li ser felsefê ye. Dibe ku kurahiya hizrên wî ji wir tê. Şêx xwedan cewherekî cûda ye, peyvan wek micewheran yeko yeko dijbêre û bi her hevokekê aforîzmekê diafirîne.  Zimanê  wî yê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de roleke cûda dilîze, deriyan ji dû hev vedike. Pênûsa wî ya zêrîn, hizr û wateyên giran li peyvan dike, peyv pi pênûsa wî diwelide û “giyanê zuhabûyî yê kurmanciyê avdide.” Şêxê Helbestê, turikê xwe yê derwêşiyê hildide û dû hemû “şikestin û şewatên”me, nirx û dewlemendiyên me yên ku ji me hatiye dizîn dikeve. Ew “nalîna sedsalane ya birîndarekî ji birîndarên helbesta kurdî ye.”  

Dilê Şêx wek teyrekî, li çar parçeyên welat difire, her ku şînê dibîne rûdinê dilorîne; dilê Şêx, li qada derê çiyê û çarçirayê bi Serdaran re li ber sêdarê ye, li helepçê di bin bandora barana xerdalê de “li dor govenda mirinê” dicive, di sînemaya Amûdê de agir dil û hinavê dayika Ebdulsemedê sêzdeh salî dişewitîne, Ehmedê pênc salî li ber çoka dayika xwe hêsiran dirijîne.  

Li ber dîwarê heman berbeyaniyê,

li paş pencereyên şkestî

yên xewna dayikên ji toza bendemana dijwar,

di wê qîrîna teng û tenik de,

di pend û şîretên agirekî tîndar de,

zarokên qederê digel laş û pênûsên xwe yên ji avê

Qederekî

hatin biraştin.

Di helbesta Şêx de bajar, çiya û çemên welat yeko yeko cihê xwe digiriin. Leheng û evîndarên destanên milletiyê yeko yeko derd û kulên  xwe dibêjin. 

dilê Memo duguvêşe

gavên Siyamend bi ser xwe de dikêşe

biskên Şêrînê

pizota Zînê dimêje

xwe diavêje perya Ferhadê hunermend

Simbilên Medyayê zer bûne,

mertalên Rostem kerr bûne

rizikên Selahedîn der bûne…  

Li serê salên 2000î çûyîna Amûdê jê re qedexe bû û ji bo sebra dilê xwe bişkêne berê xwe dabû Amedê. Dixwest li Ameda rengîn şopekê bêhêle û bi çûyînê re, dengê wî deng vede li vê paytexta dilan. Ji bo wê bi şev û rojan di kolan û kuçên Amedê de tovên bedewiyê reşand dilên dost û hevalan. Li Amedê vala nedisekinî ji televîzyonê re bernameya bi navê “Dengvedana Peyvê” dikişand û ez jî bi pirtûka xwe ya ewil bibûm mêvanê wî. Pêşniyara wî ji bo min “çîrokan bixwîne” bû. Ger ku ez îro çîrokbêjîyê dikim bi pêşniyar û piştgiriya Mamoste Ehmed Huseynî ye.

Şêx niha pir bextewar e, xwezî wê bextewariyê… Ji sirguniyê vegeriyaye ser axa azad, rojavaya şêrîn.  Di axa rojavaye ku bi xwînê avdayî de gulên azadiyê dibişkivin û helbesta Şêx bûye zimanê vê vejînê û ber bi perava helbesta cîhanê per li hev dide.

                                                                                                    

]]>
https://rojava.net/sexe-helbeste/feed/ 717
Rewşenbîrê dilnizim û şêxê helbestê Ehmedê Huseynî https://rojava.net/rewsenbire-dilnizim-u-sexe-helbeste-ehmede-huseyni/ https://rojava.net/rewsenbire-dilnizim-u-sexe-helbeste-ehmede-huseyni/#comments Wed, 07 Jun 2023 08:29:05 +0000 http://rojava.net/?p=2551 Rizoyê Xerzî           

Bê guman dema behsa helbesta nûjen û bi taybetî ya rojavayê Kurdistanê tê kirin yekser û di rêza yekemîn de navê Ehmedê Huseynî tê bîra mirov.  Ehmedê Huseynî pira di navbera 2 nifşan de bû û heta mirov dikare bêje pira di navbera çend nifşan de ye. Ji ber ku Huseynî bi çend nifşên xwe û yên li pey xwe re jiya û niha jî bi nifşekî din ê ciwan ê nûhatî yên xwedî azmûneke nû re dijî.

Gelek helbestkarên ji nifşê Ehmedê Huseynî riya helbesta bi qafiyê ya klasîk dewam kirin lê Ehmed li hespê nûjeniyê siwar bû û wekî siwarekî çargurçik hefsar ji hespa xwe ya kihêl re berda.  Taybetiya herî berbiçav a Ehmedê Huseynî xezîneya wî ya gotinan e. Ji ber ku ferhenga wî ya gotinan gelekî zengîn û têr û tijî ye, carinan zimanê wî bi xwendeyên kurdî zor û zehmet tê.

Lewre em dibînin ku gelek kes dibêjin em ji zimanê Ehmed Huseynî fêm nakin, zimanekî zehmet bi kar tîne. Ew jî ne gunehê Ehmed Huseynî ye û ne jî yê xwendeyên wî ye. Ehmed wekî me got ji ber ferhenga wî ya gotinan gelekî zengîne lewre gotinên ku me berê nebihîstine di nav de hene . Her wiha ne gunehê xwende ye jî ji ber ku rewşa zimanê kurdî li ber çavan e, piraniya xwendeyên zimanê kurdî bi hewldanên xwe yên şexsî hînî vî zimanî bûne. Ji bilî başûrê Kurdistanê ma li hersê parçeyên din kesekî li dibistanan bi zimanê xwe xwendiye?  Lewre ji ber van her du sedeman zimanê Ehmed Huseynî hinekî bi xwendeyan re zehmet tê.

Lê em ji bîr nekin ku di van salên dawî de li rojavayê Kurdistanê jî êdî dibistanên zimanê kurdî, peymangeh û zanîngehên bi zimanê kurdî çêbûne. Lewre hêvî heye ku ew nifşên nû yên li dibistan û zanîngehên kurdî xwendine dê tiştekî zehmet nebînin.

Ehmed Huseynî jî xwedî şensekî mezin e ku ew giha ser vî nifşê ciwan jî û di nava dilê rojavayê dil de dijî. Her wiha nifşên niha (Ciwanên Rojava yên ku li dibistanên kurdî perwerde dîtine) jî xwedî şensekî mezin in ku berhemên hêja ên wekî yên Ehmedê Husaeynî li ber destê wan hene.

Huseynî rewşenbîrekî nefs biçûk e

Li gorî naskirina min bi Ehmed Huseynî re ew mirovekî gelekî nefs biçûk e, bi zarokan re dibe zarok, bi ciwanan re ciwanekî çeleng e û bi rewşenbîran re rewşenbîrekî têr û tijî ye. Huseynî dikare bi her kesî re dan û standinê bike bêyî ku mirovê li hemberî xwe biçûk bixe yan jî zanebûna xwe li ser ferz bike. Ehmed dikare nîqaşên gelekî bilind di warê çand, wêje û zimanê kurdî de bi nivîskarên herî mezin û rewşenbîrên mezin re bike lê ew di heman demê de dikare li ciwanekî/ê 15 salî ku nû dest bi nivisandina çend hevokan kiriye jî re sohbet û nîqaşeke xweş bike bêyî ku xwe di ser wan re bibîne.

Naskirina min û Ehmed

Heval, dost, bira û mamosteyê min Ehmedê Huseynî. Naskirina min û Ehmedê Huseynî di sala 1987-1988’an de li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di wan salan de komeke hevalên muzîkjen hebû û em çend kesên din ên ku bi helbest û wêjeyê mijûl dibûn jî beşdarî şevbêrkên wê koma hevalan dibûn. Ez jî yek ji wan kesên ku ne zanibû li defê bixe ne jî li zirnê lê hema bêje ez di hemû civatên wê koma hevalên muzîkjen de amade dibûm. Navên çend kesan ji wê komê wiha bû: Seîdê Rêzanî (Birayê Ehmed Huseynî), Siûdê Kemanger, Seadê Ferso, Abdulxenî Mîrzo (Genî Mîrzo) û carinan jî Reşîd Sofî, Mistefa Kendeş û Mistefa Osê jî tev li şevbêrkên vê komê dibûn.

Naskirina min û Ehmed Huseynî jî di nava wê komê de çêbû. Heta beriya ku ez Ehmed nas bikim, min ji xwe re helbest dinivisand lê tenê ji xwe re û hin caran bi hevalên xwe yên di nava wê koma muzîkê de, min carnan hin tişt parve dikirin. Carekê di şevbêrkekê ji van şevbêrkan de min helbesteke xwe xwend û Ehmed jî li wir amade bû.

Ehmed gelekî pesnê wê helbestê da, wêrekî û ceger da min û got çima heta niha tu van helbestan ji xwe re vedişêrî, çima tu nadî kovaran ji bo çapkirinê. Bi rastî piştî wê cegerdayînê min dest pê kir helbestên xwe ji kovaran re şandin û piştî çend salan min hinek ji wan helbestan wekî berhem jî di sala 2001’ê de di pirtûkeke bi navê (Dema çavên te) de weşand. Her wiha di sala 2011’an de pirtûka min a bi navê (Dilê min ne dîne) û di sala 2021’ê de ( Bêyî pêjna te) ji alî weşanên Belkî ve hate weşandin.

Tevî ku zimanê me û şêweyê me yê nivisandina helbestê gelekî ji hev cuda ye lê dîsa jî ez Ehmedê Huseynî wekî mamosteyekî xwe dibînim û dibe ku em rastî hev nehatina û ne ji navtêdana wî bûya  min ev berhemên xwe yên helbestan nedikirin pirtûk û nediweşandin.

Bi rastî her ku ez hevokekê dinivîsim gelek taybetmendî û bîranînên din tên bîra min û ez dizanim ku di vê gotara bi sînor de ez ê nikaribim , beşkekê ji berhemdariya Ehmedê Huseynî bînim ziman.

Lewre bi kurt û kurmancî Ehmed Huseynî dimîne mînaka herî baş a sekn û tevgera rewşenbîrekî bîrewer û ne tenê ez hemû rojavayê Kurdistanê bi hebûna rewşenbîrekî wiha berhemdar û hêja kêfxweş e.

Ehmedê Huseynî gelek berhemên hêja ji bo helbesta kurdî ya nûjen li pirtûkxaneya zimanê kurdî zêde kir û berhemên wî yên giştî di 2 cildan de ji alî weşanxaneya Aramê ve hatin weşandin. Berhemdayîn û xebatên zimanî yên Ehmedê Huseynî wekî çemê Firatê hê jî zelal û bi biryar bi ser sînga rojavayê dil de diherikin. Ez dirêj nekim û bi çend hevokên helbesteke Ehmed Huseynî xatir ji we bixwazim.

Vê sibehê

Bi rondikên çavên sibehê re

Wek ku ez tembînameya xwişk û birayan bim

Wek ku ez ne ez bim

Bi ser hinarkên mirinê de diherikim

Di nav destên wan ên jiyanhez de

Wek ku nameyeke evîna kevnar bim diqermiçim

Min kedî bike ey mirin!

Bila ez serwextê pêjnên te bim

https://xwebun1.org/rewsenbire-dilnizim-u-sexe-helbeste-ehmede-huseyni/
]]>
https://rojava.net/rewsenbire-dilnizim-u-sexe-helbeste-ehmede-huseyni/feed/ 1