Helîm YÛSIV : Li Rojava kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî

Ez li vir ne behsa bakurê Kurdistanê dikim, ne jî Başûr, ne jî Rojhilat. Ezê tenê behsa rojavayê Kurdistanê bikim. Ji gelek kurdan weye ku rojavayê Kurdistanê zimanê xwe, çanda xwe, bi gotineke din, rihê xwe parastiye û bihara kurdî li çogê ye. Ev wêneyê xapînok çawa hatiye holê ez nizanim, lê tiştê ez her roj dibînim û dijîm vî wêneyê boyaxkirî bi rengekî din dide xuyakirin. Her çendî rastî tehl be û wêneyê wê ne xweşik be, lê dîsa jî ez ê di vê nivîsê de behsa çend wêneyên vê rastiyê bikim.
Hin mînak ji qada siyasî
Li rojavayê Kurdistanê piştî 2012’yan li dijî biryara kurdî bibe zimanê perwerdê li dibistanan, berî her kesî bi awayekî girseyî kurd daketin kolanan û ev biryar redkirin û beşekî mezin zarokên xwe neşandin dibistanan.
Eynî wan kurdan ew ên ku ev pêncî sal in zarokên xwe bi kêfxweşî dişînin dibistanên erebî yên Baasiyan, digotin :
-Em zarokên xwe naşînin medreseyên apoçiyan.
-Kesek diploma û bawernameyên kurdî nasnake, emê çi bikin ji wan?
-Siberoja zarokên me winda dibe û em dixwazin ew herin dibistanên dewletê.
Li ser siberoja zarokan, ji serpêhatiyên xwe dixwazim vê mînakê bidim. Gava min yek ji piştgirên “rêveberiya xweser” rexne kir, ji ber wî jî bi dizî kurê xwe dişand dibistanên dewletê û nedişand dibistanên kurdî, wisa li min vegerand :
-Kerem bike ji Ewropayê were welêt û tu zarokên xwe bişîne dibistanên kurdî. Hûn yên li Ewropayê dimînin mafê we û rexnekirinê tune ye.
Hin mînak ji qada wêjeyî
Li rojavayê Kurdistanê diyardeyeke seyr di qada nivîskariyê de, van salên dawiyê, xwe dide pêş. Li şûna ku nivîsandin û xwendina bi kurdî berfireh bibe, nivîskarên ku bi kurdî dinivîsandin, vegeriyane nivîsandina bi erebî. Hinek ji wan di pesindana nivîsandina xwe ya bi erebî de ketine pêşbaziyê. Gava ev kes dibin mêvanên televizyonên erebî, zimanê erebî wekî zimanê xwe yê dê bi nav dikin. Van salan têgeheke nû anîne holê, ew jî ev e “Zimanê min ê dayikê ê duyem erebî ye”.
Hemû nivîskarên dinyayê dayikeke wan heye, tenê nivîskarên kurd yên erebînivîs du dayikên wan hene.
Ev pirsgirêka em behsa wê dikin ne nîvisandina bi erebî bi xwe ye, lê ji zimên biwêdetir hişmendî, zihniyet û têkiliya giyanî û rûhî ya bi wî zimanî re ye. Ev têkiliya rûhî di qada siyasî û civakî de dibe helwest û bi vî awayî ev nivîskar xwe di rêza xwediyên wî zimanî de dibînin.
Mînaka herî berbiçav jî Selîm Berekat ê erebînivîs e. Ji bo bidestxistina herêmên rojavayê Kurdistanê, piştî paşvekişandina hêzên rêjîmê, Selîm Berekat “tenê Artêşa Azad ya Sûrî” xwedî wî mafî dibîne ku dest deyne ser hemû herêmên rojavayê Kurdistanê û “Partiya Karkerên Kurdistanê “ wekî “partiya Baas ya Kurdistanê” bi nav dike û dibêje ew naxwazin ev Baasiyên kurd peykerên diktatorekî (Hafiz Elesed) bi peykerên diktatorekî din (Abdullah Ocalan) biguherînin.
Wisa jî helbestvanekî kurd ê erebînivîs, di roja 15.06.2023’yan de, di rûpelê xwe yê Facebookê de wisa dinîvisîne : “Eger şevbuhêrkeke helbestên kurdî li avahiya hember mala min çêbibe, ez hazir nabim. Lê eger şevbuhêrkeke Selîm Berekat li Oqyanosan jî çêbibe, ezê herim hazir bibim.”
Nivîskarekî din jî ji rojavayê Kurdistanê pirtûkên xwe bi erebî belav dike û li komele û cihên kurdan û bi amadebûna kurdan bi rê ve dibe û di televîzyoneke kurdan de dibêje, ew dixwaze kurdan di rêya wêjeyê re bi ereban bide naskirin.
Beşek ji nivîskarên rojavayê Kurdistanê, bi şev û roj tevgera kurdan ya azadiyê reş dikin, hindik maye li cem filistîniyan bibin “fedayî” û tev li çalakiyên wan yên leşkerî bibin. Ji bo xelatên bi “dohn” yên wêjeyî yên ereban hindik maye tiliyên her du destên “birayên xwe yên Ereb” bialêsin û li şûna dêyên wan ên ku bi erebî nizanibûn, ji xwe re li dayikên ereb digerin.
Her tiştî dikin, ji bo wan bidin qanihkirin ku ew baş in û ji cudaxwaz û “terorîstên” kurd nefret dikin.
Wiha jî pirtûkên xwe yên erebî wekî pirtûkên wêjeya kurdî bi nav dikin. Gava behsa wêjeya kurdî li Sûriyê dibe, ne zimanê kurdî û ne jî nivîskarên bi vî zimanê sêwî tê bîra wan. Xwe û berhemên xwe wekî kurd û berhemên wêjeya kurdî didin pêşkêşkirin û kêf kêfa wan e.
Hin mînak ji qada Medya civakî
Kurdên rojavayê Kurdistanê herî zêde Facebookê bikartînin. Zimanê sereke yê ku bikartînin erebî ye. Parvekirinên bi kurdî wiha sêwî, sar û bê guhlêdan û bê xwendin di ber çavan re derbas dibin. Lê yên bi erebî têne xwendin û carinan tije şaşîtiyên rastnivîsê ne û nêr û mê tevlihev in, lê dîsa jî bi eşqeke mezin û bi kelecan têne xwendin û belavkirin.
Bi salan e ku min her du ziman ji hev cudakirine, li kêleka rûpelê xwe yê kurdî min yekî bi erebî jî vekiriye û min ji hemû hevalên ku bi kurdî nizanin xwestibû herin wir. Niha, wekî mînak, dema nûçeyeke li ser pirtûkeke xwe ya kurdî belav dikim dîmenekî wiha tê holê :
-Nivîskar kurd e, pirtûk bi kurdî ye û şopîner kurd in. Di rûpelê facebookê yê kurdî de bala dora 50 kesî dikşîne.
-Heman nûçe di ya erebî de bi kêmanî bala 400 kesî dikşîne.
Ji ber vê ji stranbêjan bigre hetanî bi nivîskar û siyasetmedarên kurdên rojavayê Kurdistanê, tekûtûk ne têde, hemû bi erebî behsa xwe û çalakiyên xwe, wisa jî nerîn û bîrûbaweriyên xwe dikin.
Ya ji hemûyî jî kambaxtir ev e, ku bi erebî qerfê xwe bi kurdên bakurê Kurdistanê dikin û dibêjin hemû bûne tirk.
Li rojavayê Kurdistanê xelkên ji rêzê, ku piraniya xelkê ne, bi kurmanciyeke têkçûyî, ne ji hêla bingeh û hevoksaziyê ve û ne ji hêla peyvan ve, têkiliya wê bi kurdî re nemaye, diaxivin. Carinan hevok hemû erebî ye, lê bi çend tîp û darçekên kurdî bi hev ve tê zeliqandin, carinan jî hevoksaziya erebî bi çend peyvên kurdî tê barkirin û dibêjin em bi kurdî diaxivin.
Encam
Asîmîlasyon an bişaftin wekî ku bi kurmancî nav lê tê kirin, gelek rengên wê hene û li her perçeyekî Kurdistanê bi awayekî ye. Li rojavayê Kurdistanê li ser asta elîte û nivîskariyê kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî û xwe berdaye nav mejî. Mejî bûye erebî, wisa jî di helwest û sekna xwe de heta dawiyê li kêleka aliyên din in, destên wan li ber deriyên neteweyên din vekirîne. Wisa jî ji biçalaktirîn hêz û derdorên neteweya xwe nefret dikin û heta dawî dijminayiya wê dikin.
Ji bo em neheqiyê li kes û derdorên dilsoz û xwedî ked nekin, ez li vir behsa hin derdoran û ne behsa her kesî dikim. Lê ew derdor heta tu bixwazî berfireh in û beşeke mezin ji civaka kurd in. Eger çend kes û kûs bana, jixwe minê behsa wan nekiriba. Ji ber vê divê em ji rastiyê netirsin û em ji eşkerekirina wê jî fedî nekin.
Yê ku bêje civaka me ya kurd li rojavayê Kurdistanê civakeke kurdewar e xwe dixapîne.
Yê ku dibêje zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê bi xêr e, xwe û me dixapîne.
Hewildanên partiyekê li vir û rêxistinekê li wir nema dikarin rê li ber vê tofana bêserûber bigrin.
Gav bi gav kurd ber bi tunebûnê ve diçin.
Ji ber ku ev nivîsa min bi kurdî ye, ez bawer nakim ku ji bilî çend hevalên mîna min dilşewitî, wê dengê vê qêrînê here kesî, lê dîsa jî ezê gotina xwe ya dawî bêjim:
-Heyfa vî zimanê şêrîn.
-Heyfa keda hinekan!
Dîrok: 18/06/2023
Thanks for sharing. I read many of your blog posts, cool, your blog is very good.
Thank you for your sharing. I am worried that I lack creative ideas. It is your article that makes me full of hope. Thank you. But, I have a question, can you help me?
The CBD collection – mood gummy offers a multifariousness of formats that make appropriate exceptional preferences, and each harmonious feels ok executed. The unguent appears dry-clean and compatible, the packaging materials discern heavy-duty, and the connivance is unostentatious till elegant. The products are easy to stock and treks with, thanks to obvious lids and aphoristic sizing. Total, the brand delivers a proficient and carefully crafted experience without unrequired extras.
The CBD collection – https://www.tillmanstranquils.com/products/relief-gummies offers a medley of formats that suit exceptional preferences, and each undivided feels well executed. The unguent appears unsoiled and in conformance, the packaging materials discern durable, and the connivance is lucid yet elegant. The products are easy to inventory and fraternize with, thanks to obvious lids and compressed sizing. Inclusive, the brand delivers a outstanding and carefully crafted experience without surplus extras.
The hint of this terpene commingling – kiwi strawberry strain is exceedingly unclutter and ingenuous, not too strong but mollify clear-cut in the superlative way. It blends smoothly and adds a much better flavor study without compelling the aggregate else. Orderly a close amount makes a contradistinction, which says a plight around the quality. The packaging was shielded, shipping was rakish, and the mainly adventure felt reliable. Unquestionably decent spin-off and a certain I’d providentially order again.
The CBD store – best hybrid gummies offers a multifariousness of formats that fill someone’s needs exceptional preferences, and each undivided feels ok executed. The lubricate appears blameless and in conformance, the packaging materials sensible of durable, and the fashion is unostentatious till elegant. The products are easy to assemble and fraternize with, thanks to sheltered lids and aphoristic sizing. Entire, the brand delivers a outstanding and carefully crafted test without surplus extras.