Nivîskar û Zimanzan Zeynelabidin Zinar :  ZELALIYEK LI SER PEYVIKA ”KURD” Û ”KURMANC”Ê

Îro biraderê me Dawud Çîçek pirsek bo min hinartiye:

”Ez benî gotina kurmanc ji kur hatiye çima li hin deverên kurdistanê kurmanc wek xizmetkar yan azep tê dîtin û weku çîna xwarê ya civakê .. gelo ev ji ku hatiye .. ji nêzîkbûna mîr û begên kurda ya nêzîkbûnën êlan tê … min ev yek li başûrê kurdistanê û bakûrê kurdistanê jî dîtiye.”

Erê rast e ku ji bo neteweyê me hem KURD û hem jî KURMANC tê gotin.

Çewa ku ji Kurdên Dimilî re ZAZA dibêjin, ji Kurdên ku bi kurmancî dipeyivin re jî niha KURMANC tê gotin.

Di va salên dawîn de pir kes dibêjin EZ KURMANC IM.

Lê ka em berê xwe bidin Klasîkên Kurmancî ku di wan de çewa hatiye nivîsandin:

Melayê Cizîrî gotiye:

Rostem û Cimşîd û Xalid, Hemze yan Şêrê Eli

Aferîn ya şehsuwarê Kurd û rimbazê Ereb.

Ehmedê Xanî gotiye:

Ne ji bo sahibrewacan

Belkî ji bo biçûkêd kurmancan.

Şêx Hesîb gotiye:

Yezdê Kurd ba Rostem û tev setwetê

Lê binêre pê çi kir Se´dê Weqas!

Şêx Eskerî gotiye:

Bi kurdî bîne nezm û întîzamê

Bi adab û edeb bîne nîzamê.

Xusûsa ev zimanê kurdiya me

Ku maye hedye ez bav û diya me!

DIVÎ WEXTÎ DE ŞEM’A ILMÊ KURDÎ

QE NATÎSE NEMA TÊ ZEYTÊ, MIN DÎ!

Şêx Mihemed Can gotiye:

Ewçend sexaweta li erdan

Bîl cumle Xwedê didaye Kurdan.

Şêx Fethulah Werqanis gotiye:

Neqil ke bi nezma me têke kîtab

Ji bo Kurdê ku talib in dilkebab.

Di van heşt helbestên li jorê de, pey di tevan de KURDî ye, lê  nemir Ehmedê Xanî di Nûbihara xwe de peyvika KURMANC bikaranîn.  Xanî di Memozînê de bi dehê caran peyvika KURD bi kar aniye.

Ev peyvika KURMANC çendî ku di hin helbestan de hatiye bikaranîn jî, ez bawer dikin dê ji bo kêş û jimara kiteyên kêşa ERÛZê be. Ji ber ku helbestên klasîk tev bi jimar in, jimara kiteyên peyvika KURDê yek e, lê ya KURMANCê dido ne.

Li gor hin riwayetan, dibêjin ku peyvika KURMANC ji KURD û MANê afiriye. Yanî Kurd li cihê xwe mane.

Navê neteweyê me, KURD e.

Navê zaravayek ji Zimanê Kurdî jî, kurmancî ye.

Zimanê Împeretoriya MEDan kurdiya kurmancî bûye û alfabeya wan jî 44 tîp bûne. Lê alfabeya kurmancî ya latênî, niha 31 tîp in.

Bêguman ev 31 tîp jî, têra fonetîka kurmancî nakin.

Çendî ku elîfbêtika erebî berê 17, piştre bûye 28 tîp, lê dema Medreseya Kurdî ku elîfbêtika erebî wergirtiye, 5 tîp lê zêde kirine û 33 tîp bi kar aniye.

Dema Neteweyê Kurd hebûna xwe ya dewletiyê winad kiriye, mîrektî hatine avakirin.

Dema mîrektiyan jî hebûna xwe wenda kirine, eşîrtî hatine avakirin. Bi hebûna eşîran re, saziyên şêxantiyê jî ava bûne.

Şêxantiya bi rêkûpêk ku li Kurdistanê ava bûye, bi destê Mewlana Xalid Şarezorî Nexşebendî  (1779-1827) ava bûye.

Rêxistina qomunîzmê jî hawayê rêxistina xwe ji ya Mewlana Xalid Nexşebendî wergirtiye.

Ez wek pêzanekî Çanda Kurdî û herweha ku min li gelek cihan dîtiye jî, peyvika KURMANC li piraniya herêmên Kurdistanê wek kêmik, belengaz û şerpeze tê fêmkirin.

Ji vê jî zêdetir, KURMANC ji bo kesên ne eşîr re jî, tê gotin.

Dema kesek pir şerpeze dibe, xwe bi xwe dibêje: Ez kurmanckokê feqîr…

Dema yek çavsorî li yekî dike jî, ew kesê ku zext lê dibin dibêje yê çavsor: Ma ez kurmancê bavê te me?…

Li welatên Ewrûpayê heta sala 1990î jî, nîqaş li ser peyvika KURD û KURMANCê hebû.

Lê ew nîqaş niha nîne.

KURD navê neteweyê me ye.

KURMANC jî, navê zaravayê me ye.

Stockholm 10/ 02/ 2024

 pencinar.z@gmail.com

jêder:

 XELAT

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *