HELBESTVAN  TAHSIN AKTAŞ :3 KÊM 10 DEQE

Ka tu were

Em gilî û gazincan bikin

Ma ne wisa bû

Bejna lawên bava di darbesta de

hilnedihat.

Û we kefen li nevîyên Arî û Meddan

dibirîn.

Ka tu were ez gorî..!

……………………………..

Ka tu were

Ma tu caran tê ji bîrkirin

Karîxezala min,

Ew gulîyên sor û sosinî

Wextê xwe dida ber çerx û duzenê

Gerdena spî û çavên kilkirî

Li stukura girê Miştenûr

Gazî dikir digot

Ka tu were li ser goristana Dîcle

Dîlan û sema heye

Delalê..!

………………………………….

Ka tu were

Mamê Nemir

Ma ne wisa bû ez gorî

Wextê çeper bi mawzeran dihate

Xemilandin, hemû firîşteyan

Li asîmanên welat

Rondikên xwînê dibarandin

Ez gorî..!

……………………………..

Ka tu were

Emê li deşta pirsûsê

Hogeçan derxin pêşbirkê

Bila dost û dijmin hemû bibînin

Bê ka Dayîka Eyşe Efendî

Çi ŞERVAN di paşila xwede

Mêjandî ye û ew radestî xaka pîroz

Kirîye ezgorî

Ka tu were..!

Tahsin Aktaş/France

                      26/01/2024

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *