NIVÎSKAR  Mîrza RONÎ : Hişmendiya Civakî û Tevna Civakî

Bi vê nivîsa serê salê re sersalê; li gelê kurd û gelên ku sersala xwe di nav çanda xwe de pîroz dikin, pîroz be.

Ez bawerim her ku diçe karê me nivîskaran giran dibe, bo ku her roj mijarên ku têkildarî nivîsandinê ne, zêde dibin û êdî mirov di nav rojevên xapînok de digevize. Her wiha car caran ne tenê gevizandin rojev û mijarên beredayî dibin sedem ku mirov di nav mijaran de were asta xeniqandinê. Heke nivîskariya me avjeniiyek baş neke em ê di nav de bi xenikin jî. 

Gelek ji van mijar û rojevan, ji hêla çapemeniya tevna civakî tên belav kirin û gelek mijarên tevna civakî hene ku mirov li ser hûr bibe û li ser rastiya civakê binivîse. A herî sosret jî ew e ku çapemeniyên xwedî pesn û nav jî gelek caran wekî rojeva tevna civakî tevlî mijaran dibin û ew jî mijarên beredayî parve dikin û dibin sedem ku rojevên lewitî pêş bikevin.

Berî niha dema rojname û kovar wekî qaxiz dihatin çap kirin tameke sûdewar û rojevên balkêş derdiketin pêş. Li ser gelek mijarên zanîn û zanistê mijar dihatin nivîsandin û çanda xwendin û lêkolînê di nav civakan de belav dibû. Ango çapemenî dibû sedem ku civak li pey şopa heqîqetê biçe. Lê mixabin êdî çapemenî erka ku civakê bebi şopdariya heqîteqê ve bibe nemaye û berevajî her ku diçe çapemenî tevlî dorpeça tevna civakî dibe û pîvanên rasteqîniya çanda çapemeniyê binpê dikin. Rastiyek heye êdî kêm kes rojname û kovaran wekî qaxiz distînin û dixwênin, ev jî dibe sedem ku rojname û çapemenî li ser medya dijîtal tên amadekirin û belavkirin. Beşek ji wan kesên ku rojname-kovar distandin û dixwendin niha jî li ser medya dijîtal rojname-kovaran dişopînin û dixwênin. Lê belê beşek ji wan xwendevanên kovar û rojnameyan êdî li ser medya dijîtal naxwênin û li gorî rojevên medya civakî tevdigerin. Helbet ev nirxandinên min li gorî dîtinên min in û hewceye ev mijar li gorî rêbazên zanistî were kolan û istatîstîkên rast derkevin holê, lê mixabin ka kî/kê wê bike!

Bîra Civakî û Vîdeoyên Tevna Civakî

Li gorî pêşketina teknolojiyê û derketina platformên medya civakî re, ji xwendinê zêdetir temaşekirin pêş ket û li gorî temaşekirinan vîdeo pêş ketin. Helbet temaşekirina vîdeoyan li ser mijaran agahî û zanînê par ve dike. Di vê serdemê de cur be cur vîdeo tên belavkirin, berî niha film û vîdeoyên nûçeyan dihatin amadekirin û civak li gorî hunera fîlman, dokumanter û çapemeniya dîtbarî tevlî çanda ragihandin û zanînê dibû. Lê belê bi pêşketina tevna civakî û teknolojiyê re êdî asta hêjmara vîdeoyan li dora dinyayê dizivire. Heke wisa biçe dê rojekê dinya di nav vîdeoyan de bixeniqe.

A rast di vê mijarê de zêdetir dixwazim li ser miijara vîdeoyên komîk yên li ser tevna civakî tên belav kirin û hêjmara temaşekirina van vîdeoyan her ku diçe zêdetir dibe, rawestim.

Ji hêla civaknas û zanyarên derûniya civakî ve hatiye piştrast kirin ku civak jî xwedî bîr û aqilek hevpar e. Ango her civak bi çanda bîra xwe heye. Dema ev bîr dikeve xetereyê de civak winda dibe û dimire. Bîra civakê wekî birka avê ye, dema ava birkê lewitî be, zindiyên di nav avê de jehrî dikevin û dimirin. Bo wê çendê hewceye her û her mirov haydar be da ku bîra civakê nelewite. Lê mixabin û sed mixabin pergala moderniteya kapîtalîst bi xwe bîra civakan bi teknolojî û zanista serdest dilewitîne û civakeke ku bîra wê lewitî ava dike. Bo ku di nav civaka bîra wê lewitî de xêrnexwaz bêhtir dikarin civakê rêve bibin û jehriyan bide civakê. Ango çawe di nav ava lewitî de zindiyên ava paqij dimirin û zindiyên ji ava lewitî hez dikin dijîn, di nav civaka bîra çanda wê hatî lewitadin de jî kesên xêrnexwaz armanca xwe belav dikin û çanda civakê dilewitînin.

Berî niha di çapemeniyê de derket ku gelek kes bi vîdeoyên dijî ehlaqê civakê li ser tevna civakî wekî tîktok û hwd. belav dikin û bûne xwedî sermayeyek qerase. Ji xwe em tev rasta van vîdeoyên beredayî tên û dibînin bi hezaran kes şopdariya xwediyê wan vîdeoyan dikin. Mixabin û sed mixabin teybetî ciwanên civaka me jî her roj bi sedan vîdeoyên wisa beredayî temaşe dikin û bi wan vîdeoyan jehrî dikevin. Teybetî li ser navê vîdeoyên komîk, kenokî gelek kes hene şopdaran destdixe û li gorî dilê xwe vîdeoyan parve dike. Civak zindiye û çi tişta bi çavên xwe dibîne li bîra xwe tomar dike. Ev vîdeoyên tên belav kirin jî li bîra civakê bar dibe û dibe hişmendiya civakê. Çawe ku tê gotin mirov çi bixwe mirov ew e, ez dikarim bibêjim mirov çi temaş û guhdar bike jî mirov ew e!

Pîvanên Mêzîna Rastî û Nerastiyê

Ya ku ez jê ditirsim ew e ku êdî teknolojî bernameyên hişê çêkirî pêş dixe û serkêşên kapîtalîst yên hişê çêkirî, wê hewl bidin ku civaka ji derveyî teknolojiyê maye jî tevlî xefka tevna civakî bike û êdî yekser serdestiya bîra civake bikeve destê teknolojiyê de.

Hewceye hişyariyek mezin di nav civakê de belav bibe û teybetî ciwanên çanda kurdan di vê mijarê de baldar bin, bo ku êdî civak bi teknolojiyê teşe digirin û kîjan civak di asta teknolojiyê de pêşketî be ew dibin serkeş.

Berî niha zagonên çanda ehlaqê civakî li ser gelek mijaran xwedî gotin bû û pîvanên rasteqîna civakê li gorî ehlaqê civakê dihatin diyar kirin. Ango heke pêşketinek civakî dijberî civakê bûya, ehlaqê çanda civakê destur nedida ew pêş bikeve. Endamên civakê jî dizanîn pîvanên ehlaqê civakî çine û li gorî wê jiyan ava dikirin. Lê mixabin îro teknolojiyê û tevna civakî pîvanên çanda civakê xistine destê xwe û li gorî xwe civakê rêve dibin. Berî niha bo ku gelek kesî li ser rastiyên civakê lêkolîn û zanîna rast lêkolîn dikirin û li gorî encamên herî rast civak diparastin têkçûna çand û ehlaqê civakê pêş nediket. Lê belê niha êdî kêm kes xwe wekî berpisrsê pîvanên civakî dibîne û tevlî mijarên parastina çand û ehlaqê civakê nabin. Li bendê dimînin û temaşe dikin dibêjin bila; filan partî pirsgirêka civakî çareser bike û xwe ji pîvanên rastiyê dur digirin. Mijarên rastî û nerastiya civakê nagirin dest û lêkolînê li ser nakin. Hişmendî û bîra civakê berbi kuve diçe, çi tê serê civakê, teknolojî wê di demên pêşde çi bîne serê mirovahiyê û berî her tiştî mirovahî çiye; êdî kêm tê niqaşkirin. Ez vê jî bibêjim mixabin êdî gelek sazî û dezgehên çapemeniyan jî di van mijaran de civakê baş agahdar nakin û civakê perwerde nakin. Mixabin û sed mixabin ji bo civaka kurd akademiyên hişmeniya civakî û çanda civakî biparêzin tune ne û ji bo van mijaran lêkolîn bikin hewldan û proje jî ne diyarin.

Îca Vîdeoyên Komîk

Wê rojê ez û hevalekî xwe li heman cihî li gel hev runiştîbûn (a rast dirêjkirî bûn) min hew dît hevalê min, xwe bixwe bi kenekî bilind kenî. Ez matmayî mam û min jê re got bêka çi dikene. Ji min re got; vîdeoya ku temaşe dike gelekî komîk e û bi axaftinê re şanî min jî kir û min jî temaşe kir. Lê belê tiştekî, espiriyekî kenok min tê de ne dît ku bikenim. Min ji hevalî re jî got tiştekî kenokî, di vê vîdeoyê de tune ku lê bikenim, vîdeoyek vale û beredayî ye! (bawerim hinekî dilê wî jî kermiçî)

Piştî vê vîdeoya hevalê min lê dikenî vê carê min vîdeoya zarokekî kurd temaşe kir û min dît zarok bi zimanê kurmanciyek şêrîn mijareke rastiya civakî tîne ziman, lê belê ew vîdeo wekî vîdoyeke kenokî tê parvekirin û nîşaneyên kenokî li dora vîdeoyê tên belav kirin. Li hember vê vîdeoyê jî matmayî man bo ku zarok rastiyeke civakî tîne ziman û çapemeniya ku xwedî nav, wekî vîdeoyeke kenokî parve dike. Piştî min ew vîdeo jî dît, li ser vê mijarê fikirîm û li gorî xwe gihiştim hin encaman ku min li jor bal kişand ser hin beşen wê. Lê belê di van salên dawî de li ser tevna civakî kesên ku bi vîdeoyên kenokî (baş an nebaş) her ku çû şopînerên xwe zêde kirin û li gorî wan vîdeo û şopîneran pere qezenç kirin. Îca ev mijara vîdeoyên komîk li ser tevna civakî belavbûn û gihiştin asteke baş. Û dibînim gelek saziyên civaka kurd jî ketine pey vîdoyên komîk ku şopînerên xwe yên tevna civakî zêde bikin, armanç çiye; ‘pere qezenç kirin.’ Başe li ser navê pere qezanç kirinê vîdeo û bername tên çêkirin, gelo ma qey qet hûn nafikirin ev vîdeoyên ku pîvanên rastî û nerastiyê, pîvanên ehlaqê civakî û çanda kurdî binpê dikin civakê berbi ku ve dibin?

Rêzefilmên Kenê Kotekî

Berî niha li ser televîzyonê hin rêzefîlm dihatin çêkirin, di wan rêzefilman de li ber dengê lîstikvanan re dengê kenê girseyekî jî dihat bihîstin. Ew rêzefilm di warê hunera sînemayê de ne filmên serkeftî jî bûn û espiriyên watedar li ser zimanê lîstikvanan tune bûn, lê belê dengê girseyeke dikenî li bere dihat, daku mirov bi kotekî jî be bidin kenandin. Dema di hin vîdeoyên li ser navê komîkî, di tevna civakî de dibînim ew rêzefilm tên bîra min.

Ev mijara ku tevna civakî civaka me ya ku hebûna xwe ji civaka xwezayî digire û teybetî jî ciwanên me ber bi xwe ve dikişîne, mijarekî girînge ku çareseriyek civakî pêşbikeve. Ango dive hişmendî û bîra civaka me were parastin da ku rastiya civaka me winda nebe.

Hewcedarî bi sazî û dezgehên civakî heye ku teybetî li ser mijara teknolojî û zanista tevna civakî raweste da ku pêşî li nebaşiyên di nav civakê de belav dibe, bê girtin. Wekî çîroka me kurdan gotî; ‘ev hê hê ye, hêj lo lo ma ye’ ji teknolojiya ku bi ehlaq û çanda mirovahiyê dilehîze û civakan berbi pergala xwe ve dibe.

Gayê Ku Devê Xwe Beş Dike

Herî dawî ez bi pêkenokeke têkildar dawî li nivîsa xwe bînim: Dibêjin Gayê camêrekî hebû û xwest gayê xwe bifirêşe. Li derdora xwe belav kir û got gayekî min î firotinê heye. Agahiya wî belav bû û bikirên heywanan hatin li gayî wî dinêrin. Her ku bikire ji bo kirînê dihat li gayê wî dinêrî berî her tiştî destê xwe dixist devê ga û devê wî vedikir li diranên wî dinêrîn. Yek hat wekî yê din li devê ga nêrî û çû, yêkî din hat û wekî yên din li devê ga nêrî û nedikirîn û diçûn. Êdî gayê reben wisa lê hat ku dema cambazek-bikirek didît ku berbi wî tê, berî ku bikir destê xwe bixe devê wî û veke, êdî wî bi xwe devê xwe ji dîtina wan re beş dikir… Îca; teknolojî û tevna civakî wekî bikiran û cambazan lê hatine û li me dinêrin. Tirsa min jî ew e ku em beriya xwe biparêzin hema bê lêpirsîn, devê xwe vekin û bikenin!!!        

Nîşe: Min hewl da, hêlên nebaş ên tevna civakî raxim berçavan û hewldana ku bi rêya teknolojî û tevna civakî, civaka me berbi hişmendiyek lewitîve dibe bigirim dest. Helbet gelek sazî û dezgehên civaka kurdan haydarin û xetereye li pêşiya civaka me dibînin. Lê hewceye ji zarokên kurd em bigirin, heta ixtiyarên civaka me di vê mijarê de bêhtirîn bibin xwedî hişmendî û parazvanên çanda xwe bin. 

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *