Kemal Necim : Der barê mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de çand têbînî…

Di van rojan de li bajarê Qamişlo Nehemîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê tê lidarxistin, ev mihrîcan ji aliyê Hevgiritina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê ve tê lidarxistin. Li gorî agahdarî û çavdêriyan mihrîcana vê salê ji ya hemû salên berê berferehtir û girantir e, dê bi qasî du hefteyan berdewam bike, hijmareke pir mezin ya rewşenbîr û nivîskar û hunermendan lê beşdar dibin, her wiha naveroka wê jî dagirtî ye.

Dema ku mirov li çalakiyeke wiha demdirêj û berferh dinere, bi taybet ku ji neh mihrîcana 6 ji wan li Rojava hatine lidarxistin, hin têbînî têne bîra mirov.

Yek ji wan têbîniyan ew e ku, gelo ev mihrîcan êdî dikare bibe mihrîcana salana ya bi navê herêmên Rojavayê Kuristanê bê lidarxistin, yan dê bimîne mihrîcana yekîtiyeke rewşenbîran.

Li piranî bajarên mezin, yan welat yan herêman salane mihrîcaneke çandê û wêjeyê tê lidarxistin û dibe neynika çand û wêje û hunera wê deverê. Li welatê Kurdan jî li herêma Kurdistanê mihrîcana Dihokê heye, mihrîcana Gelawêj ya Silêmaniyê heye, carê mihrîcana Amedê jî hebû. Li Rojava salane pirs mihrîcan û çalakiyên çandî, wêjeyî û hunerî têne lidarxistin. Hin ji wan ji hêla dezgehên fermî yên rêveberiyê, hin ji hêla yekîtî û saziyên nivîskar û rewşenbîran têne lidarxistin. Lê yek ji wan çalakiyan nebûye ya Rojava ya giştî ku weke neynika çand û wêje û hunera vê herêmê be.

Mihrîcana salane ku HRRK`ê lidar dixe, piştî nih salan êdî gihiştiya wê astê ku bibe mihrîcana Rojava (weke herêm), ji ber ku êdî şopa xwe çêkiriye, ezmûna xwe girtî ye û bûye cihê baweriya beşeke berferh ya nivîskar û rewşenbîr û hunermendan, bêyî cudahiya siyasî û ramyarî û ideolocî. Lewma bi nêrîna min pêwîste êdî saziyên Rêveberiya Xweser ku berpirsê kar û barên çandî ne xwedî li vê ezmûn û projeyê derkevin û vê mihrîcanê bikin mihrîcana Rojava ya salane û ji hemû beşên Kurdistanê mêvanan vexwînin vê mihrîcanê.

Bi vê mijarê ve girêdayî êdî pêwîste HRRK`ê jî ku weke xwediyê vê projeyê ye guh bide naveroka berhemên ku têne pêşkêşkirin û pêşandan. Tê zanîn ku piraniya çalakiyên çandî û wêjeyê ta niha naveroka ku tê pêşkêşkirin nabijêrin. Weke ku ev çalakî bûne meydana her kesî ku xwe weke helbestvan, çîroknivîs û hunermend û lêkolîner bide nîşandan. Bê guman sedemên vê kevneşopiyê jî hene, ji ber salên dirêj ên qedexe û çewisandinê, daner û nivîskar û hunermendan nikarîbû bi azadî berhemên xwe bixwînin û pêşkêş bikin, niha jî ew derfet çêbûye, lewma her kesên ku hewildaneke wî ya danînê hebû berê xwe dan van şevbêrk û mihricanan. Ev rewş her çiqas baş û erînî bû, ewqasî jî bi zirar bû, pir caran berhemên qels û kêm ji beşdaran re têne pêşkêşkirin û asta çêjgirtin û gudarkirinê xerab dikin û pîvanên bedewî û huneriyê tevlihev dikin. Lewma piştî 9 mihricanan êdî pêwîst e ku HRRK`ê kesên ku vedixwîne çalakiyên mihricanê li gorî pîvanên wêjeyî, hunerî û bedewiyê bibijêre da ku karibe peyama xwe ya geşpêdan û parastina peyva resen û gotara resen pêk bîne û çalakiyên mihrîcanê nebin egera şêlokirina çem û kaniyên wêje û çand û hunera Kurdî ya resen û bedew.  

  Jêder: Rojnmeya Ronahî 

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *