Pêşeroj Cewherî : Dil û çemê ferat

Dilê min wek çemê ferat
Ji xeman bê sebr û tebat
Derizî ji ber vîna te
Merizî ji bêdîtna te
Dilê min bû çemê ferat
Ne av û mehîna bê zîn
Ne yara bêbext û evîn
Dildar ji kula nemirin
Jîna bêrûmet nekirin
Dilê min bû çemê ferat
Zindana min çavê te ne
Lê şensê min ji te tine
Eger hêlînek min heye
Nav birh û mijangê te ye
Dilê min bû çemê ferat
Çiqas bibêje bêzarim
Birîndarê destê yarim
Her wek navê xwe kedere
Dilbera xem bê mehdere
Dilê min bû çemê ferat
Kedera bi min re meyî
Ewrê reşî nabe sayî
Keçê bikurt û kurmancî
Were bese bê war û cî
Dilê min bû çemê ferat
Were hevala dilê min
Bad û peyala kulê min
Pezçêrê zozanê te me
Herdem hizirvanê te me
Dilê min bû çemê ferat
Pêşeroj Cewherî
8/11/2023