Luqman Mehmûd : Her Tişt ji Dûr ve Yeksan Diyar dibe

Saweke dilan dajo nav nepeniyan
Êdî tu kes ne li hêviya tu tiştî ye
madem her tişt pêkhatî ye.
Ez li esmanên reş dinêrim
tenê mestiya alan dibînim.
Saweke dihêl e yên mirî
li zurneyên wehmê bidin
da ku mirin ji giraniya erdê rizgar bibe.
Eger te xwest biçî Bakur
Dilê xwe di gel xwe de hilnegire.
Bihêle bila erkê xwe di laşê tiştên hilweşîya yî de pêkbîne.
Û eger te xwest biçî Başûr
Giyanê xwe di gel xwe de hilnegire.
Wî çavgirêdayê bihêle,
berî ku tu hetaheta ji ber çavên wî wenda bibe.
Lê belê eger te xwest biçî Rojhilat
Xwîna xwe di gel xwe de hilnegire.
Bihêle bila serjêkirî li ser laş bigrî.
Û eger te xwest biçî Rojava
Laşê xwe di gel xwe de hilnegire
Bihêle bila wek rûbarekî biherike,
ne wek golekê di xefikê de.
Li vir her tişt bê sûde
tenê pêdagiriya ba nebe.
Û piştî pêkdadanek e demdirêj
nedîtîbûn serdikeve.
Li vir, temenê daristanê
naye pîvan bi daran.
Li vir, derya mirî ye, keştî kuştî ne.
Li vir, hejarî bezoke ke,
di beze û naghê.
Li vir, mirî bi rêve diçin
bêyî ku piyên wan şopê bi hêlin.
Û li vir, qerbalix sipî ye
tenê hêvîyê dixapîn e.
***
Ey hezaran salên bê hêvî.
Ew sûcê kevin yê ku ronî nedît,
heta dawiya tarî yê bi rêve çû.
Bi rêve çû wek yê ku qet mirinê nasnake.
***
Dîwar li her cihî ne.
Û azadî bi têlbendan dorpêçkirî ye.
[ Li vir,
min jiyana xwe
wenda kir]
Ronakî ji dûr ve dibêje
û li ser xewnan dibiruse.
***
Wey li tarîtî ya dilovan
Her dem rûkeşiya zengînîya xwe diparêz e
û her dem tê pesindan ku giyayî ye.
Evroj, di serdema tirsê de ji bêşerojê
Her tişt ji dûr ve, yeksan diyar dibe.
Wergêran ji Erebî: Dilşa Yûsûf