Ji bexçeyê helbestvan Enwer Sofî : NEZANÎ Û NEXWEŞÎ

NEZANÎ
Ev jîn jîna çeqela ye
Her dibê: ev bira ye
Lê qala wan bi seda ye
Hemî ji boyî pera ye
Herdem li nava riya ye
Gotin : ev kurê axa ye
Gotinên wan yên şêxa ne
Dilê xwe de wek ziha ye
Hozan û raman nema ye
Ev ne gotinê mela ye
Şêx û mela tim zana ye
Gotinên wan tim buha ye
Xwe yê keser û kula ye
Kul di dilê wan de ma ye
Jîn bi xwendin û zana ye
Ne yê xeşîm û hirça ye
Ev ne welatê kera ye
Waré bavê me kurda ye
Hemî çîman û giya ye
Tev ronahî û çira ye
NEXWEŞÎ
Ez ketim bi nexweşî
Jiyan li min bû teşî
Pelê gula min weşî
Cihan her nebû reşî
Ez come de dil geşî
Ji boyî bibit xweşî
Min rakirin cem Diktor
Divê bimînim bi dor
Min meyze kir rengê şor
Digote min : tu wî kor
Hestiyê te reş û sor
Rabin wî hildine jor
Bîrek dikir qore qor
Hestî dibirî bizor
Pêre çûye hemî por
Serê min bû tore bor
Min nekire hore hor
Ezim kurê Lor û Cor