Rêbaz/ Bo giyanê pakrewan( Ased Ahmed Mihemed Selîm)

Çîroka : Demhat Dêrikî
Xiyanet, bê bextî, sîxurî, nezanî, zikreşî, xinzî, ez ezî…hêlane daxwaz û hêviyên serkeftina şoreşê dereng bimîne. Bi deh salane gurme gurma van çiyan e, bi hezaran qehreman destan nivîsand in, lê destên ji tarîstanê yên di nava me de mohra xwe ya reş li serkeftinê şoreşê xistine, ji kevin were ev birînên me ne yên ku heta vê kêliyê nehatine derman kirin. Rêbaz di nava van ramanan de li pêşiya her du hevalê xwe dimeşî. Gelek cara bi xwe re diaxivî û carne bê haj ji xwe hebe bi dengek bilind axînek dikşand. Ji hizir û xeyalan haj ji xwe nebû, dema hevalekî wî milê wî girt û got:
“Hevalê Rêbaz, em nêzîkî gund bûn.”
Rêbaz:
“Belê, hevalê Rizgar, nexwe em li vir bêhnvedanekê bidinê.”
Rizgar:
“Heval, min sê cara gazî te kir, we diyare tu ne li virî, ez dibêm te bêriya siwarbûna li ser pişta hesp kiriye.”
Rêbaz bi girnijînî bersiv da:
“Xwezî bi wan rojan, ma tu nizane siwarbûna ser pişta hesp û beza hesp li deştên van çiyan mirov dike çi şêrek, hahah…”
Weke meşa çend demhijmêran û xudana xwe jibîr bikin, her sê bi hev re kenîn. Rêbaz berê xwe da Dilovan û got:
“Hevalê Dilovan, ewrên me giran dibin, ji xwe zivîstane, lê ev ewir nîşana baraneke mişînî ye. Ka em li ber wî zinarê ha çayeke xwe çêkin, parîk nan bixwin û dema bibe tarî, em ê berê xwe bidin armanca xwe.”
Her sê heval li dora hev rûniştin. Geh xwarin dixwarin, geh jî diaxivîn. Rêbaz:
“Heval, ez hêvî ji we dikim em şaşitiyê di erkê xwe de nekin, çavê biryargehê li hatina me ye û ku em Alî li gel xwe bînin. Hûn jî pê dizanin, piştî gelek pêzanîn û belgeyan derket holê destên vî di diziya malên şoreşê de heye, bi çendîn caran dirav dizîne û bi navê me gelek caran dirav kom kirine. Dema em wî bigrin, ez hêvî dikim hevjîn û zarokên wî netirsin, ziyan negihê malbata wî. Me gelek cara rê kir pey da ew bi xwe werê, lê xwe diveşêrê. Berî niha çend hevalê me li vêderê ser destên pasavanên sînor hatibûn girtin û destê Alî di girtina wan de heye.”
Çawa bû tarî, her sê ber bi gund ve meşîn. Dema gihane gund, berê xwe dane mala Alî. Rêbaz li derî xist. Lê Alî derî venekir. Rêbaz bi dengekî yekî pîr gazî kiriye, daxwaza alîkariyê jê kir ku riya xwe wenda kiriye û tenê dixwazê îşev bibe mêhvan. Lê Alî bi dengek bilind û adiz bersiv da ku evder ne mêhvanxaneye û pê re pê re derî vekir, dema derî vekir Rêbaz lûla kalanişkofê kire di singa wî de:
“Bê deng bê deng biçe hundir. Bi xwîna pakrewanan deng ji te derkevê ez ê jarjor a vê kalanişkofê di singa te de vale kim.”
Dilovan ma bû jiderve li ber derî, Rizgar li odeyên malê geriya ka kesek heye yan na û got:
“Hevalê Rêbaz kesek li mal nîne.”
Rêbaz:
“Alî, kanî malbata te”
Alî ji tirsan dilerizî, di nava tirsa xwe de got:
“Malbata min çûne malbavê. Heval, ez bextê we, min tiştek nekiriye, ne ez hevalê we me, ji xelkê gund pirs bikin ez çi xizmetê ji we re dikim. Heval, ez qurbana we zarokên min hûrin..”
Rêbaz axivtina wî birî û got:
“Madem te tiştek nekiriye, ev tirsa te çi ye, ev qurbanbûna te ji çi re ye. Em jî tiştekî ji te naxwazin. Tu yê li gel me werê, bibe mêhvanê me, çend pirs hene dê ji te bikin û dîsa tu yê vegerê mal û gundê xwe. Lê Alî, niha em ê biçin, ger dengê te derkeve, yan di rê de arîşan derxê, bi xudê ez te sax nahêlim.”
Destên wî ji paşve girêdan. Alî di navbera Rizgar û Dilovan de û Rêbaz li pêşiyê meşîn, ji gund derketin, berê xwe dane çiya. Di wê navberê de baranê lêkir, di nava demek kurt de, lehî rabûn, te digot qey çem ji çiyan diherikin ew çend baran dibariye. Piştî qederekê baran sekinî. Dûrî gund ketibûn. Alî gelek cara hêvî ji Rêbaz dikir ku destên wî vekin da biçê destavê. Rizgar bi çêkirina çayê ve mijûl bû, Dilovan jî çûbû rê dişopand. Rêbaz pala kalanişkofa xwe da kevir û destên Alî vekir û got:
“Alî nebe tu şaşitiyekê bike, tu li kûbe em ê dîsa te bigirin.”
Çawa Rêbaz pişta xwe da Alî, wî bi lez xwe avête kalaşinkofê û Rêbaz da ber guleyan û revî. Rizgar ber bi Rêbaz ve bezî, lê Rêbaz di nava xwînê de ma bû, pêjin jê nedihat. Dilovan jî dema dengê fîşekan dike dibezê, tê cem Rizgar. Alî li ber çavên wan wenda dibê. Rizgar serê Rêbaz ji erdê rakir, danî serê kemaxê xwe û got:
“Aax hevalo, te gelek cara behsa xiyanet, xinzîtiyê, bê bextiyê dikir, ev careke din xinzîtiyê pişta me şekand. Ka bêje Rêbaz ê xweşik, kî dê êdî li ser pişta hesp siwar bibe, kî dê êdî civata me bi peyvên dilgeş geş bikê. Wey nelet li xiyanet û xinzîtiyê werê. Ka em niha ji biryargehê re çi bêjin Rêbaz ê hêja!”
Demhat Dêrikî