Arjen Arî : Rahêjin teşkên xwe Efendîno !

Hosteyê peyvê helbestvan Arjen Arî di helbesta Kurdî de hêmayên girîng ava kir û sînorên helbesta Kurdî çend qonax wêdetir bir. Arjen Arî tevî ku 11 sal in ji nav me bar kiriye jî helbestên wî yên bi tîn her dijîn di nav wêjeya Kurdî de û xelk helbestên wî bi hezkirin dixwînin.

Şairê Kurmanciyê, Arjen Arî  sala 1956’an, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyê. Ew sala 1979’an li Înstîtûya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne. Weke gelek helbestkarên Kurd, wî jî bi Tirkî dest bi nivîsandina helbestan kir, lê qet li vî zimanê dagirkerên welatê xwe germ nabe. Ew sala 1976’an li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser helbestên wî yên bi Tirkî û Kurdî. Qederê hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî heta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne.

Tevî ku weke ku cara pêşîn kovara Tîrêjê helbestên wî weşandibin, bê zanîn jî ya rastî ew e ku helbesta wî ya ewilî di belavokekê de hate weşandin. Ev belavok Nisêbîn û Mêrdînê hate belavkirin. Ew helbesta wî jî ji sê malikan pêk dihat. Malikek jê ev bû:

Du mirin kirin mahne,

rakirin ling Nisêbine

Xewa sibê bela kirin

avêtin nav tirs û xwînê.

Maldar bi qurbana mi ko tevriko!

Her wiha, beriya 12’ê Îlona 1980’yî helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi awayekî stranî dihatin gotin. Nimûneyeke ji wan helbestan ev e;

“Tevrik tevrik tevriko, tevriko

Ber tayê pembû xweş biko, tevriko

Roja me jî hindiko, tevriko

Maldar bi qurbana mi ko, tevriko

Tevrik tevrik tevriko, tevriko “

Her wiha ev helbesta wî li jêr jî dîsa di nav paleyan de dihat gotin;

“Roja pala erzan e

Kuflete mal giran e

Mala te xera bibe maldar

Ma qey tu pê nizane!”

Li Amedê dima

Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, ew li welêt ma. Helbestên wî di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelin û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992’yan de li Nisêbînê li ber deriyê mala xwe, rastî êrişeke çekdarî hat. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî wê êrişê Arjen Arî li Amedê bi cih bûbû û heta ku sala 2012’an canê xwe ji dest da jî li Amedê dima.

Hebe pîç û bêjiyên xwe jî…!

Arjen Arî weke helbestvanekî Kurd, herî zêde ji bindestiyê û dagirkirina Kurdistanê aciz bû. Vê yekê xwe di helbestên wî de dida der. Wî yeqîn dikir û jê piştrast bû ku rojekê dagirker wê ax û welatê wî biterikînin, ji lewma ji wan “Efendî”yan re yên ku welatê wî dagir kiribûn, digot;

“Efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…”

9 pirtûkên helbestan li pey xwe hiştin

Piştî mirina Arjen Arî Weşanxaneya Sor 9 pirtûkên helbestan ên Arjen Arî di setekê de kom kirin û hemû helbestên wî çap kirin.

Berhemên Arjen Arî ev in;

Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî (2000 -Weşanên Avesta)

Ev Çiya Rûspî Ne (2002-Weşanên Avesta)

Destana Kawa û Azhî Dehaq (2003- Weşanên Elma)

Erotîka (2006-Weşanên Lîs)

Şêrgele (2008-Weşanên Avesta)

Çil Çarîn

Payîza Peyvê

72 Nefî û Şi’ir

Sînor

https://kurmanci.ozgurpolitika.com

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *