Mîrza Ronî : Serpoşa Armîta Garavand

Mîrza Ronî : Serpoşa Armîta Garavand

ҀÎROK

Silav Şerdil tu çi dikî?

Silav Armîta, spas ez baş im tu çawa yî?

Ez jî baş im zor spas. Şerdil; piştî mektebê tu yê çi bikî, heke tu bixwazî em bi hev re derkevin û em biçin li Bexçeyê Gulistan bigerin. Heke tu werî ez ê ji Efrûz re jî bibêjim em ê bi hev re biçin!

Baş e Armîta. Piştî perwerdeyê karê min hinekî ligel mamoste heye, piştî min karê xwe qedand em biçin.

Baş e, ezê ji Efrûz re bêjim û li ber deriyê mektebê em ê li benda te bin.

Baş e ez ê werim.

Efrûz, wa Efrûz!

Çi bû Armîta dengê xwe bilind neke mamoste li me dinêre.

Temam; piştî perwerdeyê dernekeve li benda min be.

Çima çi bû, divê ez zû herim maman li mal benda min e!

Li ber derî, li benda min be, ezê ji te re bibêjim!

Efrûz, Efrûz ez hatim…

Armîta keçê tu dîn î, çi bû? Ka serpoşa te çima ne li serê te ye?

Serpoşa çi Efrûz, îro çengên min çêbûne ezê bifirim! Çi karê te li mal heye, tu jî wekî jinên mala xwe di mal de heps dikî. Ez û Şerdil em ê herin Bexçeyê Gulistan tu jî bi me re were!

Bexçeyê çi Armîta, em ê li bexçeyê çi bikin?

Ka tu were em ê li wir bifirin, têra xwe azad bigerin û vegerin mal.

Armîta firîna çi, hişê te li serê te ye, te serpoşa xwe jî bi xwe re neaniye, te dît mamoste ji te re çi got. Heke carek din serpoşa te ne li serê te be, mamoste destûrê nadê te ku têkevî perwerdehiyê. Êdî haj ji xwe hebe! û ezê şertekî bi we re werim, heke em zû li mal vegerin ezê werim!  

Çêbû; em li benda Şerdil bin, bila were em ê herin.

Rabe Efrûz, Şerdil hat. Em herin…

Silav ji we re, Efrûz çawa yî?

Baş im spas Şerdil tu çawa yî?

Ez jî başim spas. Lê ez nizanim ev dîna Armîta çima îro me li bexçeyan digerîne!

Ê tu jî dibêjî Armîta dîn e! Dîn azad in nikarin bisekinin, divê bifirin. Îro wê me jî dîn bike û bifirîne!

Rastî jî hevalno ez nikarim rawestim, her û her dixwazim bigerim, li çol û çiyan û li hemû welatan dixwazim bigerim. Ji xwe heke çengên min heba heta niha ez li benda we nedimam! hûn newirin bifirin, hûn tirsonek in!

Ê de bes e Armîta em herin hêj te em nefirandî!

Em çawe biçin?

Em bimeşin, ez naxwazim li metroyê siwar bibim, dema jin li metroyê siwar dibin ew mêrên pîs li nav çavên mirov dinêrin. Em bimeşin xweştir e.

Em bimeşin. Efrûz were.

Hûn dizanin hevalno ez dixwazim vê havînê biçim bajarê xwe. Li wan çiyan bigerim.

Bajarê te kîja ye Armîta?

Ma tu nizanî malbata min ji bajarê Kirmanşarê ye!

Ha erê rojekî te ji min re gotibû.

Bajarê me kurdan xweş in, li wir jiyan rengîn e. Tehran ne xweş e li vir mêr serdest in, mirov nikare rehet bijî. Li her derê mêr li nav çavên jinan dinêrin û jiyanê li jinan qedexe dikin. We dît par çi anîn serê Jîna Emînî! Îro bû heyva cotmehê (kewçêrê), par heyva îlonê (rezberê)  ew qetil kirin! Ez êdî naxwazim li Tehranê bijîm, heke malbat destûrê bide min piştî perwerdehî biqede ezê ji vir biçim.

De bimeşe Armîta xeyalên te pir in, lê xeyalên te tenê xeyal in. 

Efrûz ma tu ji xeyalan jî ditirsî, xeyal xweş in?

Erê xweş in ka bimeşe divê em zû vegerin mal.

Erê erê ve em gihîştin, bexçe nêzîke ji xwe.

Tu çi dibêjî Şerdil ma xeyal ne xweş in?

Rast e Armîta xeyal xweş in. Xweş in lê hin xeyal hene dibin êş jî. Divê mirov bikaribe xwe li ber êşa xeyalan bigire. Heke tu nikaribî dibin êşa xeyalan de bijî divê tu xeyalên xwe azad neberdî!

Hew… ho… Şerdil jî li ser xeyalê me bû fîlozof. Xeyalên me azadiya me ye, hûn mêr ji pêşiya xeyalên me derkevin tu êş di pêşiya xeyalên me de namîne. Wî demî em jin jî êşan nakişînin.

De baş e Armîta va em gihîştin Bexçeyê Gulistan, em ê li vir axaftina xwe bidomînin.

Ciwanno… ka rawestin! Hûn ê herin ku?

Rêzdar polîs emê ji xwe li bexçeyê bigerin.

Nasnameyê xwe bidin min. Ka serpoşa te xanim?

Min li mal ji bîr kir! Ez xwendekar im û em ji mektebê tên.

Nabe here mal serpoşa xwe bide serê xwe. Serpoşa te ne li serê te be dernekeve. Te fêm kir xanim!

Bibexşînin, me nedizanî rêzdar polîs.

Neaxivin. Ji we re nasnameyên we û zû li mal vegerin. Carek din ez hevala we servekirî bibînim ez we efû nakim. Zû ji vir herin!

Em vegerin hevolno, hewce nake serê me bikeve belayê. Armîta dengê xwe neke û em vegerin!

Çima dengê xwe nekim Şerdil, her ku em bêdeng dimînin, dengê me nayê bihîstin. Ma ev hal e em nikarin bi dilê xwe li bexçeyekî bigerin. Serpoşek bûye zindana me!

Heyrana te me Armîta. Ez jî tevlî Şerdil dibim, em biçin. Rojek din em ê werin.

Ax ax, de em vegerin lê em siba dîsa werin!

Armîta min ji te re got, te çima serpoşa xwe neaniye, li dibistanê mamoste û niha jî zoremêr ji te re got. Heyrana te me êdî bila her roj, her kêlî serpoşa te bi te re be. Ma qey giran e tu bi xwe re nagerînî!

Erê Efrûz giran e ez nikarim bidim serê xwe, dema ez didim serê xwe min dixeniqîne!

Ê de tu dizanî Armîta. Tu bi dilê xwe yî!

Ka em ji vir bi metroyê biçin, metro li ber mala me re diçe.

De em biçin, em zû ji nav van mêran derkevin, sûk bûye ya mêran!

Em xwe berdin qata binî…

Hat, metro hat amadebin. Armîta were, metro hat!

Hatim. Siwarbin…

Xanima ciwan ka serpoşa te?

Tu kî xanim tu çima ji min dixwazî?

Ez polîsa berpirsa exlaqê civakî me. Ka serpoşa te ma tu nizanî, tu ser vekirî nikare derkevî derve!

Xanim min tu bê exlaqî nekiriye, serpoşa min li mal ma û ez bi hevalên xwe re ji dibistanê têm.

Serpoşa te ne li serê te ye û zimanê te jî dirêj e, mama te terbiye nedaye te. Tu çawa xwendekar î, li hember me neaxive!

Çima neaxivim!

Hiş be ziman dirêjê, destê wê bigirin em bibin qereqolê!

Min berdin, min berdin, hûn nikarin min bigirin!

Armîta… Armîta!

Hûn kî ne xwe bidin alî!

Min berdin, min berdin. Hûn nikarin destê xwe bidin min.

Lê bidin, ev bê exlaq e!

Ax ax…

Armîta Armîta…

Rawestin, serê wê li erdê ket! ji erdê rakin, ji ser hişê xwe çûye. Rabe rabe…

Erê ji ser hişê xwe çûye. Em bibin nexweşxanê, piştî hişê wê were serê wê em ê bibin qereqolê!

Berdin hevala me, berdin hûn ê çi ji hevala me bikin, we çi ji hevala me kir!

Şerdil, Şerdil; çi ji Armîta hat… Hawar e…

Negirî Efrûz ew baş e! 

Rahêjinê û wê derxin. Erebeyekî rawestînin û wê bibin Nexweşxaneya Fecr..!

Hûn ê hevala me bibin ku, we çi ji hevala me kir?

Hiş bin, hevala we ket! We zanî hevala we ket!

Efrûz here telefonê bide malbata Armîta, ji wan re bibêje. Bila werin Nexweşxana Fecr, ez ê jî biçim wir..!

Elo, elo… mama Shaheen ez im hevala Armîta Efrûz..

Çi bû keça min çima tu digirî, çi bû hawar?

Mama Shaheen Armîta… Armîta rakirin Nxweşxana fecr… werin wê derê…

Çi… çi bû… çi ji keça min hat… Hawar!!!

Elo, xanim tu dayîka Armîta Gawavand î?

Belê ez dayîka Armîta me. Kerem kin, hûn kî ne?

Ez ji Nexweşxaneya Fecr digerim. Bijîşk im… Xanim serê we sax be. Armîta îro canê xwe ji dest da…

Elo, elo… xanim we bihîst… xanim..!

https://diyarname.com

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *