pêşeroj cewherî : Welatê bê roj

kurte çîrok

Lı bajarokê amûdê zılamek hebû navê wî mılet bû her ku jı malê derdıket fenera wî herdem dı destê wî debû lı kolan û şeqamên bajêr navborî çı bı şev û çı bı roj çîroka fenera mılet bû

Kulek bı dılê mıletê bajarokê amûdê de xelkê jı xwere dıgot gelo ev çı raze bı roj ronıya rojê heye û bı şev şemala elektırîkê geş û gûre ev çı dıyardeye jı ber vê yekê şênıyên bajarokê navborî dı nav xwe de navê wî kırbûn bavê fener bêyî go ew pêzanıbe û bı vî şêweyî xelkê ew destnîşan dıkır lı ser nasna vê bavê fener kevanî û zarokên wî bı gıştî bınemala wî tev da jêre dıgotın û ne dıgotın da ku jı vê gerdışê berde beyhûde bû herdem ewî bı ya xwe dıkır

Û fenera wî hemîşe dı destê wî debû her wıha bersıva wan dıda û dıgot evya karê mıne û peyvîn têde qedexeye û nayê pesın de jı kok de .

Ev gerdış bû wek çîrokekê lı ser zımana, herkesî jı hevre dıgotın gelo bavê fener kor bûye an bodele bûye rojekê jı rojan hışmend hevsûyê bavê fener jı navenda bajêr tê û berê wî lı malêye dı vê çarçovê de lı ser şeqama derverê herdu hevsî pêrgî hev hatın pıştî sılav û lı çax û demê hevdu pırsîn û vegotın hışmend ew pırsa bı tırs ya dı dılê wî û sercem gelê amûdê de jêr kır û got :

Egera vê fenerê dı destê te de çıye, xwedê neke tu ne kore û asîman ne bê roje .

Bavê fener : kî jı te re bêje roj heye tu bawer neke jı ber ku ewana korın .

Hışmend : mın fêr nebûm mebesta te çıye ?

Bavê fener : mebesta mın roj nîne .

Hışmend : ma eveya lı asîmana çıye ma tu nabîne û asîman jı ber tîna wê tê sotın ?.

Bavê fener : ev roj ne roja meye roja herkesî ye jı bılî amûdê tenê û eger tu peyva min bawer nek heta ku tu sax bî nema rojê dıbînî .

Hışmend : ez tê negıhıştım .

Bavê fener : gerek navê te ne hışmend ba,belê bêhış û mendehoş ba .

Hışmend : dıyare ku tu bodele bûye bavê fener, yek jı v î û yek jı wî bı vî awayî herdu pevketın û şênıyên taxê tev derketın û bı zor ew jı hevdu vekırın hışmend berê xwe da malê û bı rê de dıpeyıvî evyê dîn dıbêje ev roj ne roja meye ma qey amûda me tenê bê roje dîn bûye û xwedıyê wî nîn in .

Bavê fener jî berê xwew da mal û jı xwe re dı got ez ketım tora torîkan dıbêje ev roj roja meye jî ka roja me jı bılî bîst û yekê adarê roj ji me kurdan.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *