LUQMAN GULDIVÊ : Ya divê bê parastin ne tenê Rojava ye

Li bajarê Lehistanê Wroclawê, yan jî bi navê wê yê bi Şilezyayî Breslauyê, li navenda bajêr, li devera şên, li çarriyana ku lê rêya Pilsudskiego û rêya Swidnicka rasta hev tên, hema li cem Arkady, abîdeyek heye. Navê abîdeyê, “Abîdeya kesên kolanê bajêr ên anonîm” e. Di abîdeyê de esas behsa wan kesan tê kirin ku dawiya sala 1981´ê bi awayekî îlegal yanî di binê erdê de xwe li dijî rewşa awarte bi rêxistin dikirin. Breslau yek ji bajarên sereke bû ku vê berxwedanê xwe lê bi rêxistin dikir.
Piştî hingê bi 25 salan ev abîde hat çêkirin yanî dawiya sala 2006´an. Ji hingê ve jî yek ji sembolên bajêr e. Abîde ji 14 fîguran pêk tê û her yek ji wan bi qasî mirovên temsîl dikin, mezin in.
Min çima behsa vê yekê kir? Ez wê jî bi kurtî rave bikim: Huner her tişt e, lê tenê ne tiştek e; ew jî notrbûna/bêalîbûna beramberî civak, siyaset û xwezayê ye.
Heger tiştek, xwedî karekterekî hunerî be, afirînerê wê, berevajiya wê jî îdîa bike, ew tişt ilehî bi awayekî ji awayan, bi meseleyeke civakî re yan jî bi xwezaya li dora xwe re elaqedar e. Kesek, tenê ji bo huner jî huner bike, gava berhemên wî kesî bibin huner, û weke huner bên nirxandin, hîç şik û guman jê nîne, berhemên wî kesî, îdîaya wî kesî êdî şikandiye.
Min serpêhatiya abîdeya li Breslauyê berê nas nedikir. Lê doh min çend wêne dîtin û meraq kir, ka ew abîdeya çi ye. Wêne esas ne yê abîdeyê bi tenê bûn. Înternasyonalîstên Lehî (belkî hûn hez dikin “Polonî” bixwînin) ev wêne parve kiribûn. Di wêneyan de gelek alayên YPG´ê, alayên KCK û PKK´ê dihatin dîtin û gelek nivîsên bi Lehî xuya bûn û çendeke bi Ingilîzî. Li ser 14 figurên abîdeyê hatibûn danîn. Ji hev derxistina nivîsa Ingilîzî ne zehmet bû: Rojava biparêze!
Ji bo yên Lehî, min xwe westand û axir min ji hev derxist ku dibêjin, “Rojava biparêze!” “Demokrasiya ekolojîk û wekhevîparêz biparêze!”, “PKK va ye şerê azadiyê dike, Tirkiye yê faşîzmê”.
Înternasyonalîstên Lehî di ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal de, behsa nivîseke li ser wêneyan xuya nake, peyameke li ser wêneya xuya nake jî dikin û dibêjin, “Em naxwazin li dewleteke otorîter bijîn ya ku destekê dide qirkirinan û rejîmên faşîst”.
Yanî her helwêst û çalakiya înternasyonalîst, di heman demê de helwêsteke ji bo xwe ye jî. Tercîha abîdeya berxwedana li dijî rewşa awarte ya li bajêr jî ji xwe îşaret bi vê dikir. Abîdeya ji bo wan mirovan yên ku xwe kişandin binê erdê, dûrî çavên dewletê da ku li ber xwe bidin.
Dem jî hema wilo ji xwe û me re nehatiye neqandin: Doh li Lehistanê hilbijartinên giştî hebûn. Gava min ev nivîs dinivîsand, hê ti tişt nediyar bû û diyar jî bûna, ez ji hilbijartinan û nirxandina wan zêde tiştekî fêm nakim. Bi her halî, encam wê diyar bike ka gelo wê otoriteryanîzma heyî dewam bike, yan wê siyaseteke nermtir beramberî welatiyên wê xwe bide der.
Çalakiya înternasyonalîstan bal dibir ser wê yekê jî; lê ji bo her kesî hebûna alternatîfekê yek ji mijarên esasî ye. Heger alternatîfeke reel nebe, her tişt xewn û xeyal e: Leylanek e li çolê ye…
Tevî ku li Elmanyayê tevgereke xurt a înternasyonalîstan heye û rêûresmeke piştgiriya bi Rojava re jî di nava qismekî wê yê mezin de cihê xwe girtiye, hîna min kêm dîtiye ku bi rêya huner yan jî bi huner vê nîşan bidin. Li Elmanyayê bala înternasyonalîstan bêhtir li ser yekkirina têkoşînên cihê ye û ev jî ne şaş e. Lê diyaloga bi huner re carinan ji ya bi hunermendan re afirînertir e. Bi ya min ceribandina wê ne karekî xirab e.
Jêder: