LEMA ELÎ : MELAYÊ CIZÎRÎ Û “WEHDETUL WICÛD”

Melayê Cizîrî, yek ji giringtirîn helbestvan û feylesûfê serdema xwe bû, lê tenê weke helbestavanê serdema kilasîk bi wê serdemê tenêve sînordar nema, xwe gihand hetserdema me ya niha jî.
Sedemê vê mayndebûna hizr û aramanên Cizîrî jî pir in, yek ji van sedeman jî ev e; kûrbûna Melayê Cizîrî di Wehdetulwcûdê de, yekbûna wî bi heyînên derdora xwe re.
Lê berî ku em bikevin mijara xwe ya sereke de dive ku bi kurtasî jî be em hinekî li ser kurtejiyana Melayê Cizîrî binvîsin û binasin.
Melayê Cizîrî:
Berî her tiştî û bi kurtasî be jî ka em Melayê Cizîrî bibîr bînin.Şêx Ehmedê kurê Şêx Mihemedê Cizîrî ye:
Navdare bi Melayê Cizîrî , (1570-1640) li bajarê Cizîra Botan hatiye dinyayê, ew ji malbateke navdar ya şêxan e, her weha ew ji hoza kurdên Buxtî ye.
Ji zaroktoya xwe va li gel bavê xwe dest bi fêrbûna xwendinê kiriye, li gelek cih û deverên Kurdistanê geriyaye bi mebesta xwendinê û di dibistanên olî (mizgeft) an de xwendiye da ku fêrî sirên zanistê bibe û di xwendina xwe de jîr û jêhatî bû ye. Her weha di Dibistana Sor de
hem xwendîye hem jî ders dane feqeh û melayan, heta koça xwe ya dawî li wê dibistanê maye, niha gora wî di Dibistana Sor de dimîne, her wex û zemanî ji her deverên Kurdistanê û derveyî Kurdidtanê xelk diçin ziyareta gora wî.
Melayê Cizîrî ne tenê di warê helbesta kilasîk de jîr û jêhatî bû, lê belê di rewanbêjiyê de, di zanîna felsefa Wehdetulwcûdê de, stêrnasî, zimannasî, siruşt, dîrok, erdînîgarî, mirovnasî, usûl el- hedîs, usûl el-feqeh û hew.. de mirovekî serwext û zana bû.
Berhemê ku li du Cizîrî mane tenê dîwaneke wî ta niha hatiye dîtin, ku bi Diwana Cizîrî tê naskirin, ev dîwan mîna xezîneyeke zanistê ku ji me re hiştiye da ku em li ser biengihê wê fêrî sir û razên hebûnê bibin.
Tesewif
Danasîna Tesewifê : Di olan de û bi taybet di ola Islamê de sofî û Tesewif heye, Tesewif rêbazekî bilind ya oldariyê ye û tê gotin ku rêbaza herî bilinde di nêzîkbûna ji yezdan e, lê belê di vê regezê de jî astên cuda cuda hene, yanî tesewfa ku mirov lêbûrîna gunehan ji yezdan dixwaze , tika kirin ji yezdan ku bibin ji ehlê bihuştê, lavakirin û limêjên dayîmî ta ku daxwaz û lavayên wan kesên sofî bi cih werin û ta mirinê wiha didomînin.
Lê belê wateya tesewfê ango têgiha wê bi gelek rengan hati ye pênasekirin, mînak nêrîna hin
zaniyarên ola islamê weke Ibin Xeldûn û El-Tawusî, dibêjin ku têgiha Sofî-Tesewif ji hiriyê (sûf) hatiye ku wan sofiyan cil û bergên ji hiriyê çêbûne li ber xwe dikirin. Lê hin zaniyar jî dibêjin ku têgiha Tesewifê ne ji erebî hatiye û ne têgiheke erebîye, her weha di pirtûka Elrîsala de ya Ebdilkerîm Qşîrî wiha hatiye nivîsîn;”Ev têgih ne erebî ye û di erebiyê de cihê wê tune ye”. Her weha gelek zaniyarên olî û dîroknasan bal kişandine ku wateya vê têgihê ji Yunanî hatiye, ku tê wateya zanistê ya ku ji têgiha Sofî ya Yûnanî hatiye wergitin, her weha li gel hinudan yên Emrîkayî, tê wateya Hezkiriyên Xwedê. Ibin Xeldûn di pirtûka xwe de dibêje
ku tesewif dibistaneke zanistî ya olî ye. Em dibînin ku zaniyarê tesewfê yên mîna Ibn-Erebî, El-Cindî, El-Xezalî û El-Geylanî hebûn.Her weha di islamê de dibêjin ku di asta herî bilnd de ji tesewifê Wehdetulwcûd e , gelo ta kijan radeyê ev nerîn rast e û têkliyê Tesewif û wehdetulwcûdê bi hev re heye yan na ka em binasin.
Wehdetulwcûd:
Wehdetulwcûd mezhebekî felsefî yê kevnar e ne olî ye lê bandora vî mezhebî li piraniya olan bû ye, gelek feylesûf li ser ram bûne, ev mezheb beriya ku tesewf dakeve bi sedê salan di nav civakên olên cuda cuda de hebûna xwe daye diyarkirin û hatiye meydanê.
Wehdetulwcûd weke têgih:
Wehdetulwcûd ji du peyvan hatiye holê, ew jî ( wehda, ku tê wateya yek ango yekbûn- elwcûd, ew jî tê wateya hebûna her tiştî, ango dê hebe). Eksanovan ku Yekem feylesûfê
dibistana El-Êliya ye li ser Wehdetulwcûdê axiviye. Li ser nêrînên Eksanovan, Eristo wiha aniye li ser ziman: Çaxa ku Eksanovan heyînên cîhanê destnîşan kiriye, gotiye ku xweda yeke, çaxa ku xweda yek be tê wateya ku cîhan yek e, li vir em beramberî mezhebekî dimînin ew jî Wehdetulwcûd e ku ev mezheb ferq û cudahiyê di navbera xweda û heyînên suruştê de nabîne, ango her tişt ji nuqteyekê destpêdike û li dora wê nuqteyê dizîvir e. Ji ber vê yekê tê nasîn ku Wehdetulwcûd ji kevin de heye û dîroka wê kevnartire ji gelek mezheb û olan, ku paşê di nav van olan de hatiye bikaranîn mîna, El-Berhamîtî, El-rewaqî , Eflatoniya nûjen û Tesewifê de cih girtîye.
Ellah sehergaha ezel
Yelmûmê ꞌişqê şuꞌle da
Nûra cemala lemyezel
Zatê tecellaya xwe da
Zatî tecella bû li zat
Bê îsm û asar û sîfat
Sirra hurûfên ʾaliyat
Xef bû di sitr û perde da
Zatî muqeddes bû wucûd
Coşiş nedabû behrê cûd
Wesf û îzafet û quyûd
Yek ji tecllayê neda
Bi van çend malikan em dikarin ve gotin û lêkolîna xwe derbarê têkiliya Melayê Cizîri bi Wehdetulwcûdê re ta kîjan radeyê hebû li ser bisekinin û berdewam bikin. Em hemî dizanin ku Melayê Cizîrî feylesûf û helbestvanekî kurd e. Li gorî şopandina helbestên Cizîrî ti têkiliya wî bi tesewifê re tune bû, lê ya ras ew e ku di wehdetulwcûdê de kesayeta xwe kûr kiribû û wehdetulwcûd diparast. Melayê Cizîrî tevî her çar hêmanên bingehîn av, ax, agir û bayê hêmanekî din jî zêde dike ev hêman jî evîn e, ku diyar dibe bêy evînê tiştek tune ye û evîn bingihê her tiştî ye.
Derbarê vê babetê de Melayê Cizîrî tiştekî eşkere û vekirî nabêje, lê belê gotinên mecazî, teşbîh, istîara bikar aniye.
Mele wekî pîrê helbestê tê nas kirin, ji bo vê yekê em li helbestên Melayê Cizîrî dinerin ku giran in, xwedî wateyên kur in û gelek peyvên biyanî di wan de hene.
Wêjevan û helbestvan Gernas Koçer weha li ser Melayê Cizîrî dibêje: “Melayê Cizîrî ne melayekî ehlê terîqetê ye û ne jî yê şerîetê ye. Lê belê têkiliya wî bi zanist, ilm û marîfetê re heye. Melayê Cizîrî xwe zaniyarekî nêzîkî xwedê didît, ne ku wekî wan kesên rica ji xweda bike ku wî bibexşîne, berûvajî vê yekê xwe nêzîkî xweda didît û xwe di wehdetulwcûdê de kur kiribû ku xwe ji ronahiyê dibîne û ew ronahî ji xweda ye û mirov beşek ji nûrihê Ne” .
Melayê Cizîrî di helbestên xwe de wehdetulwcûdê dipejrîne, Cizîrî ji sofîtiyê derbas bûye û bûye aşiqê wehdetulwcûdê û xwe pê re kiriye yek.
Cizîrî di helbestên xwe de li ser du tiştên bingihîn disekine Evîn – Wehdetulwcûd:
Evînê wekî beşekî giring ango bingihê efrîneriyê dibîne û diyar dike ku heger evîn nebe tu tiş tuneye, bi evînê em hene û bi evînê jiyen berdewam e. Di wehdetulwcûdê de Cizîrî
bedewbûn û pakbûna ronahiya hundirîn û derve ya mirovan dibîne, di wehdetulwcûdê de di asta herî jor de teysandina dil û ramanê mirov heye.
Di wehdetulwcûdê de, ronahî hêz jî ji sîfetên xweda ne û ev sîfet di mirovan de jî heye.
Felsefeya Cizîrî gelekî kur e, gelek tiştan dihewîne, rêbazê Cizîrî di bikaranîna helbestên wî de hinekî veşartî ye, ango wateyên gelekî kûr di hewînin.
Cizîrî mirovekî ji xwe bawer bû û xwe di evîna xweda de melûl ne dikir, ji galgal û gazinan bi wêdetir xwe weke oqiyanos û derya didît, xwe şikestî û lawaz ne didît. Cizîrî di bikaranîna helbestên xwe de tu kesî di ser xwe re nabînî.
Di encamê de Melayê Cizîrî di hêla felsefê de, di hêla wehdetulwcûdê de û di olê de, her tiştî ji encama evînê hatiye afrandin û her tiş ji nuqteyekî destpêkiriye û li daor vê nuqtê dizîvre, mirov encamê evînê dibîne û evîn bê mirov nabe û ev hemî di wehdetulwcûdê de xwe kûrkirin de dighêje armancê dibîne.
Ger bibirî wan bi esl
Herf-i dibit yek xetek
Xet ko nema nuqte nema
Wehdet-i mutleq Mela
Nûr e di qelban cela
Zor-i di vê mesꞌelê
Ehlê dilan şubhet ma
Jêder:
Kovara sîwan Hejmara 16. Havîna 2023`yan