M.Emîn Sadûn : Geryanek di nava Baxê mamosta Deham Ebdulfetah de

Xeleka – 1

Bi rastî nizanim bi çi nav bikim; rewişt û tîtal yan rêz û rawaz, yan jê xaleka nêvnas. Lê ez dibêjim ku navlêkirin bi xaleka nêvnas nêzîktirî mebesta min e, û dibê ku rastir be jî, ji ber ne firehtir e ji rewişt û tîtalan. ji vê yekê ez ê bi navlêkirina dawiyê nav bikim.

Wek mirov têdigihê û dibînê ku yek ji xalên nêvnas yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ew e, ku ev gel qedir û qîmet, cih û rola mirovên xwe yên afrander,berhemdar, ronakbîr,şarerza û pispor heya ku ew zendî û jîndarbin nagirê û nas jî nakê, û ev yeke bûye rewşeka wî ya teybetmendî û pê hatiye nêvanaskirin…!?

Lê dema mirov vê yekê dibêjê, pirsek di mejyê mirov de dijenê, pirs ewe; gelo ma kî alî di vê derbarê de sûncdar û gunehkar e…?

afrander yan jî milet, tevî ku afrander jî kurê vî miletî ye û bi rêz û rawazên wî, bi pêma û rewşenbîriya wî ya civakî, mirovahî û netewî xwedî û mezin bûye.

wek em dizanin afrenderê kurd bê beramber kar û xebata xwe dikê, tenê xwe dibînê mirovekê berpirsyar di ber livandin û vejandina çivaka kurdî de, desnîşankirina pisgirêkan û ronahîkirina çareseriyan, xewşikirin û sûtandina kesayetiya wî ya netewî û şaristanî. Her weha pêşvebirin û avakirina hizir û bîra wî ya ramyarî, rewşenbîrî û çivakî daye ser milê xwe, û bilindkirina hest û helwêsta wî ya mirovatî ji bo pêkanîna çivakeka şaristanî û demokratî; di bin sîbera wê de, dadmendiya çivakî, mafê mirovan û azadiya ramanan werin parastin û dabînkirin. Ji alê dî ve, miletê kurd jî miletekê nêvnas e û hatiye naskirin di dan û merdiya xwe de û qurbanîn mezin di gelek delîv û derfetan de, wek ku jê hatiye xwestin daye û ti carî ji kerwanê xebatê varî nebû ye, jê dûrneketiye û li paş jî nemaye. Em vê rastiyê dinasin, çi li ser afrander bê yan li ser milet bê. Wehe ye di vir de werê bîra hinan û bipirsin ma gelo milet dikarê çibikê….??ku ew bi xwe hejar e û bê ked û kar e, destê di bin bar deye, şil û pil bûye û di derya tarî de , bi dengek ker û Lal dikê qêrîn û hewar…!? yan werin û bibêjin ev alozî çareser dibê bi avakirin û pêkanîna dezgeh û lêvegereka rewşenbîrî, ku kesê afrander gorî karîna xwe cih di wê de bigirê û ev dezgeh piştgirî û alîkariya wî bikê. tevî van egeran û wan hêncetan em dikarin bibêjin ku alozîk heye û di navbera herdu alan de peyda bûye, û roj bi roj ev valehî  sînorê rêpîvana wê firetir dibê û bejna dîwarê wê jî bilidtir diçê. Li vir divê em ji bîr nekin ku dema afranderê kurd koçbar dikê û ber bi dilovanîya xwedê ve diçê. Milet ji nû ve bi xwe dihesê û di nav pêlên kurt û dirêj de dihejê û bi rast û çep rastî gerînekeka bê çar dibê, hêvî û omîd beravêtî dibin, hêstir mîna tavyên buhara di ser dêman de dixindirin  û tevlî çemê kul û xeman dibin, xem û xeyal di herikin û di goleka çikayî û ziwa de bê can dikevin û wenda bibin. Lê tevî vê aloziyê ti carî afranderê kurd ji kar û xebatê dilsar nebûye, bi mebest û egera ku ew ji wî re tiştekî sirûştî ye, rehên dilê wî pê dijenin û dil û can, hêvî û omîdên wî pê serast dibin, girêdanên wî bi jiyanê re xurt û qayîm dibin, bi canekê sivik û dilekê gerim ala pêdarî û xweragirtinê bilind dikê û gavin bi hostayî diavêjê, berhemên xwe pir û rengî dikê, ji ber ku ew berhem û kar ji bo wî av e, ba ye, xwarin e,parastin e,zêdekirin e, hebûn û jiyan bi xwe ye….HD. li ber ronahiya çira van bîr û baweriyan afranderê kurd singa zemînê qelaştiye, û dendik û kakila dara jiyan û vejandina kurdayetiyê bi nermî di nava xaka pîrozde çandiye;li ser rêç û rêbaza dilsoz û dilpakên kurdayetiyê, hizir û ramanên mirovahî û netewî bilind kiriye, û reng û şêweyê sûtin û vejandina rewşenbîriya kurdî saz kiriye.

 Di vê babetê de, em ê geryanekî di nav baxê yekî ji wan afranderan de bikin û bi kurtî li ser jîn û jiyan, û berhemên wî rawestin û naveroka wan diyar bikin. Ew zanyar helbestvan,lêkolîner û rêzimanzanê navdar û têgihiştî mamosta Deham Ebdulfetah e

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *