Aras Hiso – Êşa Peyvê Di Helbestkariya Ehmedê Huseyînî de

Helbest bi taybetî ji bo kurdan henaseyeke wiha ye ku ancax dikare bi rêya wê biteyîse û teşqeleyên xwe yên giyanî, derûnî û jiyanî bîne ziman û der bîne. Hingê gewdeyê helbestê anxac tenê di nava civakeke bindest de birînan derman bike. Çendî di roja me ya îroyîn de gelek celeb û çenên din yên mîna pexşan û romanê derketine jî, lê mirov dikare bêje ku gelek helbestkarên kurd  bi xêra helbestê li jiyanê mane û peyvên xwe yên helbestî li ber şevbuhêrkên ronahiya êşên kurdan lorandine. Çawa Ehmedê Huseyînî bi xwe jî wiha dibêje ”Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuştibaya”. Lewma em fehm dikin ku civakeke serdest belkî bikaribe bêyî helbestê bijî, lê ya bindest û tevî  qir û cira bi serê kurdan de hatiye lê wiha hatiye ku helbest bûye destpêk û dawiya jiyanê.

Di warê wêjeya kurdî ya nûjen de Ehmedê Huseyînî em nebêjin destpêk jî, lê yek ji stûnên geşedanên helbesta nûjen e. Di helbestkariya nûjen de ji aliyê alegorî û metaforan ve, peyvên Huseyînî mîna aveke zelal di qirika xwendevanên xwe re diherike. Di kurmanciya me kurdan de tevî ku rehên meyên yên zimanî gelek derbên mezin û xedar xwarine jî, lê di helbestkariya Huseyînî de kodên zimanî bi peyvên herikbar di teşe û stîla helbestê de hatine kelijadin, helbet em ji vê nifşên nû wiha dibêjin. Çiku her ku dewr dizîvire bi peyre jî xwendinwarî jî bi pêş ve diçe. Dibe xwendinwariya her dewrekê ji stîla helbesta Huseyînî re cuda be, nemaze jî îro helbesta postmodern jî  di nava helbesta kurd de serê xwe rakiriye, hingê pirs ev e, me kurdan çendî helbesta klasîk ji Xanî, Cizîrî û Feqî bigir ta bi helbesta nûjend xwendiye, vêga helbesta postmodern? Lewma hinek helbestkarên mîna Huseyînî hene jî bûne pira di navbera klasîk û nûjeniyê û bi dûrbîna çend dewran li helbesta kurdî dinêrin.

Me piraniya ciwanên kurd gava ku me dest bi xwendina helbestê kir bêguman di serî de yek ji wan Ehmedê Huseyînî bû, em bi helbestên wî mezin bûn  heta mirov dikare bêje em ketin bin bandorê jî ji ber gelek sedeman. Ji wan peyv, qalib û herikbariya cuwankariyê bûn, çiku bi peyvên rihet, sade û xweşik mirov bi mebest û mereba helbestê têdigihîşt û karibû gelekî ji kodên zimanî sûdê werbigire û ketibû wê qeanetê ku kîjan mijar, kîjan şêwaz û kîjan teknîk û şayes li gor dewra ku tê de radibe û heta di yê pey xwe re lazim dike. Ev yek ne tenê ji aliyê ciwanan ve pêk dihat, bêguman badoreke wî ya kesayetî jî li derdorê hebû. Îro li Rojavayê kurdistanê ji helbestê zêdetir bi dilnizmî û savikbûna dilê xwe karibû stîla xwe têxe nava dilê hemû xelk û ciwanên xwe.

Di sala 2016’an de gava ku Ehmedê Huseyînî vegeriya Rojavayê Kurdistanê min ew di şevbuhêrkeke li bajarê Kobaniyê nas kir, gava ku dor hate wî bo xwendina helbestê min dît bi xwe re repteyek pelên A4 anîn ser maseyê, min ji hevalê li rex xwe re got, ev roman  e ne helbest e, heta sibe wê neqede. Lê gava ku dest bi xwendina helbestê kir, me didît ku di her pelekê de hevokek an du hevok nivîsandiye, bi her xwendina hevokekê re pela xwe diquliband ser maseyê. Bi wê şêwaza xwe ya xwendinê melodiyeke xweş û herikbar dida. Di peyre minê fehm bikiraya ku Ehmedê Huseyînî ji ber şebekeya çavan lawaz e, peyvên xwe li ser rûpelan gir dinivîsandin. Wê şevê min ew rûbirû nas kir. Çavên xwe xweşik li kolanên kobaniyê digerandin, çavên xwe xweşik li Miştenûrê digerand, çavên xwe bi kûrahî li dîmenên wêraniyan digerandin û kûr kûr diêşiya û kûr kûr peyvên helbestê ji devê wî diherikî. Hingê me nas kir ew çendî diêşiya heta ku peyv xweşik pê re diherikî, ew diêşiya ne peyv. Ji şewata sînema Amûdê bigir ta bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji şer, berxwedan û wêraniyan, ev hemû jî hem li ser jînegeriya qermîçokên rûyê wî û hem jî di binaniya peyvên wî de xûya dibin. Ji ber van teybetmendî û dilnizmiyan her kes jê re dibêje Xalo. Ew li ber dilê hezkiriyên xwe xalekî delal e. xalekî wiha ye ku ne tenê bi qelema xwe, bi rih, jiyan û xemuriya xwe di ber ciwanan de hey diwestîne û diwestîne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi geşedanên çalakiyên zimanî, çandî û wêjeyî re dest da pişta ciwanan û dixwest qelema ciwanên xwe xurtir bike. Li kêlek vê şoreşê, wî jî bi tayekî wê girt û li gorî bîr û bûçûnên xwe di berdêla vî welatî hem çavên xwe û hemû jî henaseya xwe diçikand.

Gava ku em dikevin nava helbestê wî, çawa di helbestkariya Cizîrî ya klasîk de êş û şewata evînê serdest e, wê şewata rihên peyvan îcar bi awayekî nûjen li ber xwendevanên xwe radixîne. Em şahidê wê yekê ne, di heyama wî ya li Rojavayê Kurdistanê gelek xort û ciwanan dest bi nivîsandina helbest, çîrok û romanan kirin, her çendî kêm û kurt an jî lawaz be jî ew geşedanên nivîsandinê bi taybet li cem ciwanan hate xurtkirin.

Çavkanî: Kurdshop

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *